Saet dehê sibê bû. Li kêleka mekteba gund bi dehan cemseyên leşkerî park kiribûn. Hemû jin, zarok û mêrên gund li ba hev rêz bibûn. Wek mîna îştima ordîyê, lê bi yek ferqek. Mêr li alikî, jin jî li alîkî rêz bibûn. Hemû mêr, bê derpê û bê kiras, rût û tazî. Bejna Xêncî Neco ya xil û xwar, di nav hemûyan da ji dûr va kifş dikir.
Di nav mêran da tenê serê Neco bi pêca wî ya sor û gewr girtî bû. Kesên ku li alî wî mêze dikirin, di bin zilm û zordarîya leşkerên Tirk da jî pêşî li kenên xwe nedigirtin.
Bejneke dirêj û xil û xwar. Cesedeke bê goşt, ji hestî û çerm, çerme reşê birqandî. Li ser wî bejnê, pêça wî ya gilover wek rojingên pêrîya xuya dikir.
Ji kesî tu dengek dernediket. Bê dengîya ji bêçaretîyê ketibû nav gund, nav mêr û jinên gund, xêncî dengê avê û dengê serleşkerê Tirk. Wî talîmat dida leşkerên xwe, leşkerên wî jî zilm û zordarî dikirin. Hemû mêrên gund, ji zarên piçûk heta kalên rûspi, li kêleka mektebê, li wîyalê avê rêz bibûn.
Navbera gund û mektebê da çem derbas dibû. Wê demê malên gund, xêncî mala muxtar, hemû li alîkî avê bûn, mekteb û ocaxa tendurustîyê, ya vala, ew jî li alîye din bûn.
Hemû mêr rût û tazî, berê wan jî li alî gund, kincên wan li pêşiya wan tevlihev li erdê bûn.
Serîda kî ku tazî dibû, berê herdu destê xwe li pêşîya xwe girêdida. Piştî ku dipçikek şidyayî ji leşkerên pişt xwe dixwar, bê çare û bê îtiraz destê xwe di kêleka xwe da berdida û taxim û taxlawatên wî derdiket meydanê.
Li derdora rêza gundîyan bi sedan leşker sekinîbûn, silahê wan di destê wan da û berê wan jî ber bi gundîya bûn. Tilîyên wan li ser dîkê sîlahên wan, ji bo kişandinê amadebûn.
Ji tirsê tu kes ji cîyê xwe nedilivîya. Kîngê ku serleşker emir dida, mêrên li ba hev rêz bibûn, wek bi dorê yekî elbeke avê ya vala digirt, dibir ber çem, elb tijî av dikir, berê li ser serê xwe da vala dikir, pişt ra jî elba xwe tijî dikir dani li ser serê mirovê ku li kêleka wi sekinîbû, vala dikir û cîyê xwe digirt. Piştî wê îjar yê kêlaka wî elba vala digirt diçû ber çem, alba xwe wek yên din tijî av dikir, berê ser serê xwe da diqulipand, cardin tijî dikir, dihat ser serê mirovê ku di kêleka wî da li ber dora xwe sekinîye dikir û diçû cîyê xwe digirt.
Ji bo vê yekê tu îtiraza kesî ji kesî ra tunebû û tu dengek ji kesî jî dernediket. Ew av kişandin û rijandin bi saeta dewam kir.
Li alî gund jî hemû jinên gund, ji zarokên qîzîn hata pîrên 70-80 salî, ew jî li kêleka hev rêz bibûn, berê wan ber bi rêza mêran. Gor meran rewşa wan ne xirab bû. Leşker jî li derdora wan zêde tunebûn.
Ew li alîkî navbera xwe da bi dengek nivs derheqê mêran, bi taybetî derheqê canê wan da diaxifîn û henekên xwe bi wan dikirin, alîyê din hinekan serê laçikên kofîya xwe dikirin devê xwe, hinekan jî çermê destê xwe wek benîşt dicûn ku bila dengê kenê wan neçe leşkerê derdora wan.
Hata wê rojê gelek caran leşkerên Tirk hatibûn gund, lê tu tiştek wuha nehatibû serê gundîyan. Gelek caran tade û zilma bê sînor dîtibûn, lê wusa bi wan ra leyîstikek wuha nehatibû lîstinê, li ber çavê zar û zêçên wan, li rexta jinên wan bi heysîyet wan ra dilîstin.
Ji eyb û şermê, tu kesî li rûyê kesî nedinêrî. Serê xwe ber xwe da xwar kiribûn û wek hêtîmên histuxwar di cîyê xwe da mût bibûn. Lê dîsa jî kesî sîlahek xwe neda dest û ciyê silaha kesî jî ji leşkerê Tirk ra negot.
Nêzîka êvarê leşker bi kor û poşman, li cemseyan sîyar bûn û berê xwe dan bajêr, gundîyan jî kincê xwe li xwe kirin û ber bi malên xwe çûn, bê deng û bê hiş.
Bi vî awayî zilm û tada wê rojê xilasbû, lê ew bi salan nehat ji bîr kirin. Wê salê di şevên payîz û zivistanê da, ew şevên sar û dirêj, bi henek û qilfên ku ji ser wê rojê dihat kirin, derbas dibûn. Henekên gundîyan bi taybeti li ser rengê çermê wan, li ser piçûktî û mezintîya canê wan bûn. Ji kêsên ku canê wan bê pûrt ra digotin jinemêr, yên ku canê wan bi pûrt jî, gorî kinbûn û dirêjbûna wan, qelewbûn û zayifbûna wan bi heywanek kuvî va dihatin binavkirin.
Çiqwas tiştê ku di odên mêran da dihatin gotin, bi deh qat zêdetirî wan jî di navbera jinên gund da dihate qisedan. Piçûkbûn û girbûna canê mêrên gund, bi santêm santêm dihat munaqeşekirin. Ji ber vê yekê di navbera mêr û jinên hinek malan da, ji sibê hata êvarê şer kem nedibû.
Ji wan malan yek jî mala Necoyê xwedîya bejna xil û xwar bû. Bejna Neco bi kêmasî duh mêtro , lê ne bejneke rast û normal, bejna wî wek darê mazîyê xil û xar bû. Çermê wî, ji ber xebata ber tavê reş û qîr bibû, qurçimên çermê wî wek komira Cizîrê dibriqî. Dest û pîyê wî, hemû haletên wî jî, gorî bejna wî dirêj bûn. Sedem wê yekê tişta ku zêde rojeva jinan işgal dikir, ew jî bejn û bala Neco bû.
Neco dîn û har dibû, lê dîsa jî ne dikaribû rojêva jinan biguherîne, ne jî dikaribû devê wan girêde. Hemû hêrs û kîn û nefreta xwe ji jina xwe derdixist. Ji sibê hata êvarê ji jina xwe ra dida xebera û pê ra şer dikir.
Zilma leşkerê Tirk li wî kiribû, wî jî wê zilmê li jina xwe dikir. Ji ber zilm û zordarîya Neco, jina wî çareya xwe li revê didît. Bi pêxasî û servekirî xwe bi zor davêt derva û bi feryad û fîgan gazî cînara dikir.
Cînar diketin navbera wan, jina Neco ji destê Neco xilas dikirin, lê dengê Neco nedihat birîn. Dengê wî zirav yekcar zêde derdiket. Ji jina xwe ra dida xebera û bi dengek bilind digot; „Qîza kurê kerê, ev çil sale li bate me, te hê canê min nas nekirîye, tu bi jinên gund ra munaqaşa kinbûn û dirêjîya wî dikî.“
Necô bi van gotinên xwe li alîkî jina xwe ditirsand, li alîyê din jî mesajeke dîplomatîk dida mêr û jinên gund…
Gulan 2006