Yê ku zimanê xwe yê zikmakî nizanibe û wî bi kar neyne, gelo çiqwas Kurd e?
An jî bi salan ji bo zimanê xwe yê qedexe azadîyê bixwaze û wî hin nebe, di jîyana xwe ya rojane da pê neaxife, di wî daxwazê xwe da çiqwas dirust e?
Gelo xwe Kurd hesibandin û ji bo mafên Kurdan xwedi daxwazbûn, ji bo Kurdayetîyê tenê bes e?
Rast e, dewleta Tirk ji damezrandina xwe vir da ziman û çand û hunera Kurd xedexe kir û di vî warî da zilm û zordarîyeke gelek mezin li gelê Kurd kir.
Bi milyonan Kurd ji alî dewleta dagirker hatin asîmîlekirin. Dewletê wan ji çand û hunerên wan, ji dîrok û kokan wan, ji zmanên wan, dur xistin.
Ji ber vê yekê ye ku îro bi mîlyonan kes hene xwe Kurd dihesibinîn, lê ne zimanê xwe yê zikmakî bikartînin ne jî wek Kurdan dijîn.
Mirov dikare wan kesan fêm bike û wan şermezar neke. Lewra ew ne sûc û gunehên wan e. Di vî warî da sûc û guneyek hebe, ew jî , yê dewleta Tirk e.
Ji bo dijbertîya sîyaseta dewletê ya asîmîlasyon û inkarkirinê, serîda zanîn, pişt ra jî cesaret lazim e.
Mixabin ne tenê gelê bindest, gelên xwedî dewlet û azad jî, di gelek warî da sedi sed bi cesaret û zanayîyê tevnagerin û wezîfeyên xweyên mirovî bi cîh naynin.
Bi kurtî, mirov dikare ji kesên wusa ra bibêje, ew nezan û xizan in.
Ew sîyaseta dewleta Tirk heta îro, wek perdeyek ser kemasîyên Kurdan girt.
Bi destpêka weşana TRT Şeşê ev perde ji ser wan rabû. Ne tenê xizan û nezan, gelek zana û ronakbîrên Kurd jî rût û tazî man.
Hata duh digotin, ma radyo û televizyonên me hene ku em di wan da derkevin û bi Kurdî biaxifin…
An jî Kurdi pirtûk û rojnama derkevin, ewê kî bixwîne…
Bi vî awayî ronakbîr û zanayên Kurd jî kemasîyên xwe, di bin perdeya dewletê da hata îro vedişartin.
Lê îro dewlet bi televîzyona xwe weşana zimanê Kurdi dike, ronakbîrên wek Umit Firat di wê televizyonê da bi Tirkî diaxifin, gotinên wan jî ji alî wergeran tên wergerandin.
Min duh di TRT Şeşê da li Umit Firat temaşe kir ku ew bi Tirkî diaxife, min bê hemdî axînek kûr û dirêj kişand.
Ew Umit Firat e ku, gor nasîna min ji xortanîya xwe vir da, ji bo mafê gelê Kurd xebitîye û zilm û zordarîya dewletê dîtîye, bi salan di heps û zindanan da ma ye.
Ne ku tenê nav Kurdan da, di nav Tirkan da jî weke ronakbîreke Kurd tê naskirin û ray û ramanên wî bi giranbihayîyeke baş tên qebulkirin.
Lê mixabin, Umît Firat wan ray û ramanên xwe yên bi rûmet nikare bi zimanên xwe yê zikmakî bîne ziman…
Gelo, ji bo kemâsîyên van ronakbîr û zanayên Kurd, şermezekirina siyaseta dewletê çiqwas adil û rast e.
Mirov dikare, vê kemasîyê bi asîmîlasyon û qedekirina ziman va îzah bike…
Sûcdar tenê dewlet û sîyaseta dewletê be, ferqa zanayî û nezanîyê da çi dimîne.
Ferqa ronakbîran çawa tê kifşkirin…
Gotinek me yê pêşîya heye; sankî ji bo ronakbîr û zanayên Kurd yên îroyîn hatîye gotin:
„Bahanêyên tirekan nanê ceh e.“
Ji Xwedê ra şukur ku, bi weşana TRT Şeşê va êdî ne nanê ceh di turikê kesî da ma, ne jî di destê kesî da bahaneyek…
16.08.2009
ikramoguz@navkurd.eu