Di hilbijartinên dema piçuktîya min da gundî li odê mêran dicivîyan û ji bo hilbijartinê biryar distandin. Di navbera wan da xêncî CHP’ê û MHP’ê navê hemû partîyên Tirkan derbasdibun.
Hineka digotin em îsal reya xwe bidin partîya demoqrat, hinekan digotin em bidin Adaletê, hinekan jî digot Erbakan mirovek misilmanê, emê reya xwe bidin wî. Ji bilî Ataturk û Înonî ji CHP’ê, ji bilî Tirkeş jî ji MHP’ê diqarîyan.
Di gund da tu reyek jî ji wan her duh partîyan ra dernediket. Yên kû dixwast partîya adaletê hilbijêre, jin û zarên xwe tembîh dikir û ji wan ra digot, „rind diqet bike, mohra xwe bi xeletî şuna hespê kumêt li ser gurê har nexe“.
Yên ku dixwest reya xwe bide partîya demoqrat wan jî digot; „dest û şeş pencikê li hev neqelibîne, mohra xwe li ser nîşana dest bixe“.
Ji ber ku xwendin û nivîsandina kesî tunebu û gor sembolên partîyan reyên xwe didan.
Salên heftêyî da ez jî wek xortên Kurd ketim nav sîyaseta Kurd û min jî wek yên din xwe şoreşger û sosyalîst binavdikir û wek hemu kurdên şoreşger û sosyalîst, CHP’ê jî wek partîyek demoqrat, partîyên din jî paşverû didît.
Yên kû di hilbijartinan da reyên xwe didan CHP’ê pêşverû, yên din jî wek dê û bavê xwe, wan jî paşveru dihesiband.
Ji ber kû haya me ji dîroka me tune bu.
Armanc, bi biratîya Tirkan va sosylaizm bu.
Daxwaza Kurdistanek serbixwe di dilda heba jî, ji bilî rexneyên çepên Tirkan, ew wek daxwazên nasyonalîst û paşverûyan dihat binavkirin.
Wê demê hemû şoreşger û sosyalîtên Kurd, ji bo Tirkîyek demoqrat di hemû hilbijartinan da alîkarîya CHP’ê dikirin û ji bo reydana CHP’ê daxwaz ji dê û bavê xwe dikirin.
Ez jî ji wan yek bum. Di hilbijartina sala 1977’an da bavê min ji bo vê daxwazê ji min ra wuha got; „Kurê min em wek we ne xwendevanin, ne jî zana û siyasetwan in. Lê ji bo CHP’ê reya min ji min nexwaz e. CHP ku partîya Mistoyê kor û Îsmetê kerr e. Ew her duh jî dijminên gelê Kurd in. Zilm û zordariya wan û partîya wan li me kir bila neyê serê dijminên me. Ez naxwazim te bişkînim, lê mixabin di vî warî da zorê nede min. Heger tu dixwazî, ji bo xatirê te, ez dikarim reya xwe bidim partîya komînîst a ku navê serokê wê ra Perinçek e Marîcek e dibêjin. Min heya îro reya xwe neda CHP’ê, ji îro şunda hata dawîya emrê xwe jî tu car nadim.“
Ev nêrîn ne tenê nerîna dê û bavê min bun. Piranîya Kurdên şafîi jî wusa difikirîn.
Zilm û zordarîya wan dîtibun, ji Kurdên Alewî zêdetir nebun.
Piştî damezrandina komara Tirk camî û medreseyên Kurdên Şafiî hatibun girtin, lê ibadetxaneyên Kurdên Elewî jî ne vekirîbun.
Hemû lehçêyên Kurdî , ha kurmancî ha zazaki, hatibun qedekirin. Elewî an jî Şafiî, hebuna hemû Kurdan dihat înkarkirin.
Kurdên Safiî di serhildana Şêx Said û serhildana Agirî da hatibun qetilkirin, Kurdên Elewî jî serhildana Koçgirî û Dersimê da.
Pekî çima di navbera Kurdên Elewî da şuna dijminatîyê hezkirina kemalîzmê girtibu?
Bersiva vê pirsê, ne olî, ne jî kêmbun û zêdebuna zilm û zordarîyê ye.
Bi raya min yek bersivek vê yekê he ye.
Ew jî ji durketina nasnama netewîyê ye.
Kurdên Elewî ji kurdayetîyê durketin û nezikî kemelîzmê bun.
Kurdên Şafiî jî kurdayetîya xwe parastin û ji kemalizmê durketin.
Bi çi navî tê binavkirin bila bê, ev ne tenê ji bo gundî û xebatkaran, ji bo xwendevan û zanayên kurdan jî rastîyeke balkêş e.
Ji ber vê yekê ye ku cîgirê Baykal BêOnur Oymen dibê, „di dema Ataturk da li dijî serhildana Şêx Said û Dêrsimê çi hatîye kirin, bila îro jî li dijî Kurdan ew bêkirin.“
Hinek Elewî jê ra çepik lêxistin, hinek bêdeng man, yên dengên xwe derdixin ew jî dibên , „bila BêOnur Oymen ji Elewîyan uzrê xwe bixwaze“.
BêOnur di axaftina xwe da ne qala Elewîya dike ne jî dijbertîya wan. Ew wek bapîrên xwe hemû Kurdan yek dibîne û di axaftina xwe da jî dijbertîya wan dike.
Heger ew gotinên wî zora we diçe, bêjin bila ew ji Gelê Kurd uzrê xwe bixawaz e!..
Elewî, an jî Şafiî, ferq nake…
13.11.2009
ikramoguz@navkurd.eu