Pêşgotinek Kurda ye:
„Jina xirab ketîye destê mêrê çê
Ne tê kuştin ne jî tê berdan“
Ji serîda lêborîna xwe ji jinan dixwazim, ev gotina min nîne û di şertên îroyîn da ne ku jin, mêr jî vê gotinê rast nabînin. Wek gelên din, hinek pêşgotinên kurdan jî hene ku îro rastîya wan nayên qebûlkirinê. Lê di şertên dîrokî da hatine gotinê û gor şertên wê demê rastîyek nîşandane ku hata îro jî nehatine ji bîr kirin.
Ev pêşgotina jor jî, ji wan yek e.
Bîranîna pêşgotinan tişteki başe, lê were dubarekirin dibe felaket.
Ev zîhnîyeta feodalî ne tenê di têkilîyên jîn û mêran da, di têkilîyên civakî da jî tê xuyakirin.
Mesela kurd bi hêsanî tarîqatên xwe naguherînin, wan ji dê û bavên xwe mîras digrin.
Di jîyana wan da ol (dîn) cîh negre jî, dema were rojevê, xwe bi tarîqatekî va girê didin.
Çiqwas xwe modern dihesibînin bila bi hesibînin, were rojevê xwe bi eşîretekî va girê didin û xwe bi şan û şohreta wê aşîretê xwe bi nav dikin.
Endamê hêz û partîyekî bin, hêz û partîyên wan ji serî heta binî di nav xeletîyê da bin jî, li ba kesên din wan xeletîyan mudafaa dikin û heta roja mirinê, bi xeletîyên xwe va dimeşin.
Li rêçeke din nagerin.
Girêdayî kîjan dewletê dibin bila bibin, ji wê dewletê çiqwas zilm û tade dibînin bila bibînin, dîsa jî xwe ji wê dewletê dûrnaxînin. Di navbera xwe û neyarê xwe da şirîgtayîyek dibînin û gor wê xwe îfade dikin.
Ne dikarin wan rajêrîyên xwe berdin, ne jî dikarin wan bikujin.
Dibêjin bila dewlet ji min hez bike û mafê min biparêze.
Dewlet çi dibêje, „ez ji te hez dikim bese ku tu xwe ji min bihesibînî û destdarîya min qebul bikî.“
***
Di têkçûna Osmanîyan da hemû gelên di bin bandora Osmanîyan da dijîyan, pirranîya wan dewletên xwe yên serbixwe avakirin û ji wan qetîyan. Lê kurd ji bo şirîgtayîya olî wê firsendê ji destê xwe revandin û ji wan neqetîyan. Piştî hilweşandina Osmanîyan ji dewleta Tirk ra wek mîras man.
Têkilîyên wan û Tirkan bi hev ra zêde bûn, bi hevra zewicîn û bi hev ra kirîvatî kirin.
Lê dîsa jî dewletê bi rengek cûda li wan mêze kir. Ne nasnama wan, ne jî hebûna wan qebûl kir. Duh jî dostî û kirîvatîya kurdan qebûl nedikir, îro jî qebûl nake. Heman demê da Kurd neyar didît, îro jî wisa dibîne.
Nêrîna Tirkan jî ji nêrîna dewletê cûda nîne. Ew jî eqrebatî û dostanîya kurdan gor şertekî qebul dikin, bese ku kurd li kurdayetîya xwe xwedî dernekevin.
Di dinê da tu gelek nîne ku hejmara wan 30-40 milyon be û hê bê dewlet û bê maf bijî. Gelek dewletên serbixwe hene, hemwelatîyên wan ji bajarwendên Amedê kemtir in. Ji wan dewletan yek jî Çek û Slovak in. Ev her du gel di nav dewleta Çekoslavakya yê da bi hev ra dewletek sazkiribin û bi salan bi hevra meşîyan. Piştî hilweşandina Sovyetê jî, bi dostanî ji hev qetîyan. Çek û Slovak iro jî wek du dewletê cînar, bi hev ra dost in û tekilîyê xwe yên bi dostanî bi awayek cûda didomînin.
Di dema veqetandinê da jî alîyek li alîyê din doza desthilatdarîyê nekir. Di navbera wan da tu pirsgirekek jî derneket.
Van demê dawî da hinek ronakbîr û rojnavanên Tirk dibêjin, „heger Kurd dixwazin ji me bi qetin, bila wê jî bi eşkere bêjin.“
Lê em çi dibêjin?
Kurd û Tirk wek goşt neynuk in, ji hev naqetin.
Lê gava ku neynik dirêj dibin, goşt dihêlin, neynûkan jêdikin…
Kurd hê dawa neynûkê dikin…
30.09.2009
ikramoguz@navkurd.eu