Si û pênc salên min li Tirkîyê derbas bû. Min di van salê xwe da tu çêhîyek ji Tirkîyê û ji hemwelatîya Tirkîyê nedît. Lê xirabîya ku min dît bê hesab û bê sînor bû…
Sî û pênc sal, di jîyana mirovekî da ne kêm e. Di welatên wekî Tirkîyê da sî û pênc sal nîv emr e. Ji bo xatirê ewqas salan carcaran di navbera xwe û Tirkîyê da şirîgatîyek digerim, bi rastî tu tiştekî nabînim.
Destê xwe bavêm çi, ew jî pûç û vala derdikeve. Ev dûrketina ku di warê sîyasetê da tê dîtin, hemû şaxên jîyanê da jî derdikeve pêşîya min. Ev ne ku ji bo min tenê, ji bo pirranîya kurdan jî realîteyeke li ber çavan e…
Hebûna hinek nivîskar, ronakbîr û mirovên Tirkên mirovhiz û realist jî vê rastîyê naguherîne. Mesela mirov çiqwas navbera xwe û hinek nivîskar û rewşenbîrên Tirk, wek Ahmet Altan, Orhan Pamuk an jî Îsmaîl Beşikçî hwd. da şirîgtayîya mirovatîyê bibîne jî, ji bo şirîgtayîya Tirkîyê ev ne bes e. Lewra mirovên wusa jî bi kêmasî qasî me zilm û zordarîya dewleta Tirk dîtine û hê jî dibînin. Ew jî wek îstîsna ne, bi wan tenê ne Tirk, ne jî Tirkîye tê guhartin.
Bi salane li dervayî Tirkîyê navê Orhan Pamuk li pêşîya Tirkîyê tê û gelek mirovên bîyanî bi saya Orhan Pamuk, yan jî bi saya nivîskarekî din navê Tirkîyê dibihîsin. Lê Orhan Pamuk jî, ji ber gotineke xwe îro tê dadgehkirin û serda jî ji alî sîyasetwan, rewşenbîr û rojnamevanên Tirk va, wek miroveke xayîn û lîstokê Europîyan tê bi nav kirin.
Alîgirên wî yên Europî jî ji Tirkan heqaretê dibînin ku, çima ew li dijî tadeya dewleta Tirk ya li ser Orhan Pamuk tê kirin, derdikevin.
Ew kesên ku di derheqê Europîyan da gotinên ne baş dibêjin, ji wan yek jî serokwezîrê Tirkîyê R. Tayyip Erdoxan e. Erdoxan dibêjê, „alîgirên Orhan Pamuk, yên Europî bi gotin û kirinên xwe mudaxeleyî dadgehên me dikin, hakimên me yên serbixwe(!) di bin tesîra xwe da dihêlin.
Xwedîyê van gotinan mirovek din ba, Tansu Çiller, Mesut Yilmaz yan jî Mehmet Axar ba, mirov dikaribû fêm bikira. Lê mirov nikare Tayyip Erdoxan fêm bike. Tayyip Erdoxanê ku sirf ji bo xwendina şiîrekî, ji alî hakimên ku ew îro wek „serbixwe“ bi nav dike, hate dadgeh kirin û ji bo xwendina şiîrek deh meh di hapsê da raza.
Ev dadgehên ku îro Erdoxan lê xwedî derdikeve, du sal berê peşî li wî girtin û nehiştin ew bibe serokwezîrê Tirkîyê. Erdoğan, ji vê yekê jî dersek dernexist û firsenda ku ket destê wî bi hostayî neamiland. Lê serokwezirtîya Tirkîyê di demek kin da wî emiland û guhart. Ew îro, ji bo serokwezîrtîya Tirkîyê, ji hemû daxwazên xwe feraqet dike. Îro ew jî wek serokwezîrên berê, hata carcaran ji wan jî kewneperestir difikir e.
Ne ku sîyasetwanên Tirk tenê, pirranîya alim û zanayên Tirk jî wusa ne. Gavek ji kemalizmê dûr nakevin û di hemû pirsgirekên civakî da xwe bi kemalîzmê va girê didin.
Dema ku mirov ji dûr va dinihêre, tu tiştekî Tirkan normal nabine. Ne dîndarên wan gorî bawerîyên xwe difikirin û tevdigerin, ne jî çep û nijadperestên wan.
Kesên dîndar çiqwas bi çavê umetçîtîyê li pirsgirekên civakî binêrin jî, dema ku Tirk û Tirkayetî werê rojevê, bawêrîyên xwe didin alîkî û Tirkatîya xwe didin pêş.
Çepên wan jî wusa nin. Ew jî xwe wek enternasyonalîst bi nav dikin, lê sînorê wan ên ji bo enternasyonalîzmê tu car ji sînorê kemalîzmê derbas nabe. Kemalîzmê wek bingeha çeptîya xwe ya herî grîng dibînin û bi dengekî bilind tînin ziman.
Ji ber vê yekê ye ku, çepên wan û nijadperestên wan, dîndarên wan û lîberalên wan, dewlemendên wan û karkerên wan jî pirrî caran wek hev difikirin, bi hêsanî dikevin milê hev û gor ruhê kemalîzmê va tevdigerin.
Ev tevlihevbûna di civata Tirk da çêbûye, bi tu awayî nayê fêm kirin û gor pîvanên zanyarîyê jî nayên binavkirin. Ji ber vê yekê ye ku ew jî tu carî navbera xwe û welatek din da şirîgtayiyek nabînin û xwe wek dewlet û milletek nimûne dihesibînin. Hemû dewlet û milletên li rû dinê jî, ji xwe ra dijmin dibînin û gorî wê yekê zarokên xwe perwerde dikin.
Sedem vê yekê ye ku, di van salên dawî da gavên kû bi zora Europîyan va hatine avêtîn, ji bo pêşveçûna mirovatîya Tirkan tenê ne bes in. Ji ber ku ew himê ku ji nêzîkî sed sal berê hatîye avêtin, hîmekî pûç û bêbingeh e. Hata ku ew ji binî va hilneweşe û bingeha wê serrast nebe, li Tirkîyê guhartinek dirust jî gelek zahmet e.
Tu guhartinek rojane, bi taybetî jî, ji derd û kulên kurdan ra nabe derman, carcaran hinek êşa wan kêm bike jî…
25.12.2005
ikramoguz@navkurd.eu