Hîmê partîyen legal, yên ku ji kesên Kurd pêk tên û wek partîyên Kurd tên bi nav kirin, di sala 1990î da hate avêtin. Ji wê rojê wir da gelek partîyên legal hatin damezrandin û pişt ra jî ji alî dewletê hatin girtin. Ew partîyên ku îro di bazara sîyasetê da daw û doza xwe didomînin, ew, îro jî hê li ser wê hîmê xwarê ku ji alî partîyên binerd va hatibûn avêtin, kar û barê xwe dikin. Ne dikarin wî hîmê xil û xar rast bikin, ne jî dikarin ji nû va dest pê bikin.
Kêmasîyên ku ji hîm da tên, hata îro wek goga berfê mezin bûn û ew kêmasî îro jî rê li pêşîya wan digrin.
Partîya Keda Gel (Halkin Emek Partisi) HEP
Sala 1990’da Partîya Keda Gel (Halkın Emek Partisi) hate damezrandin. Berî damezrandina HEP’ê li alîkî çepê Tirk, li alîyê din jî çepên Kurd jibo damezrandina partîyên legal difikirîn û civîn li dar dixistin, di kovar û rojnameyên xwe da li ser damezrandina partîyên legal guftugo dikirin.
Wê salê li paytextê Fransa, li Parîsê, li ser pirsgirêka Kurd konferansek hatibû lidarxistin. Hinek parlamenterên Kurd, yên ku di nav partîya SHP’ê da sîyaset dikirin, têkilî wê konferansê bûn û li wir pirsgirekên gelê Kurd anîn ziman. Ji wan yek jî nivîskarê malpera Navkurd’e Îbrahîm Aksoy bû. Piştî vegera wan, rêvebirên SHP’ê di derheqê wan da tehqîqat vekirin û pişt ra jî wan ji partîyê avêtin. Sedem wê yekê hinek parlamenterên Kurd yê din jî rêvebirîya SHP’ê protesto kirin û jê qetiyan. Bi veqetandina 10 gelwekîlên ku ji SHP’ê qetîyan, ne ku tenê rojeva çepên Tirk û Kurd, rojeva Dewleta Tirk jî hate guhartin. Ew kesên ku ji SHP’ê qetîyan, wan jî wek komek bi hev ra gavên sîyasî diavêtin û dixwestin partîyek nû damezrînin.
Di demek kurt da, wan jî dest bi civînan kirin û têkilîyên xwe bi gelek kesan ra xurt kirin. Bi çepên Tirk û Kurda ra hatin ba hev, bi hatina wan va çarçoveya civînan hate guhartin û fire bû. Dawîya wan civînan da hinek kesên ji partîyên Kurd, mirovên serbixwe û gelwekîlên ku ji SHP weqetîyabûn, li ser çarçoveyek li hev hatin û li ser wê çarçovê jî HEP hate damezrandin.
Damezrandina HEP’ê li Turkîyê, bi taybetî jî li Kurdistanê bi awayekî xurt va hate pêşwazîkirin. Rêvebirên HEP’ê, di demek Kurt da li hemû bajarên Kurdistanê û li pirranîya bajarên Tirkîyê teşkîlatên xwe yên herêmî saz kirin û şertên beşdarbûna hilbijartinê anîn cîh.
Çepên Tirk, ji serîda nêzikî HEPê nebûn, jê dûr sekinîn û dijwartîya wê kirin. Xêncî PKKê, çepên Kurd jî roj bi roj nêzikî HEPê dibûn û di nav xebatên wê da cîh digirtin.
PKKê jî wek çêpên Tirk di serî da dijbertiya HEP’ê dikir û di kovar û rojnamê xwe da digot: „HEP ji bo belavkirina me ji alî dewletê va hatîye saz kirin, jibo vê yekê jî eme bikevin nav partîyê û wê tarûmar bikin.“
Bi wê armancê kesên der dora PKKê di nav HEP’ê da cîh girtin, lê ji texmina xwe zedetir rastî cemawerek (kîtle) mezin û bê organîze hatin. Sedem wê yekê nîyeta xwe guhartin û di nav HEP’ê da bi awayekî din xebitîn.
Nûnerên PKK’ê, ew cemawera bêxwedî wek ajar (cebilxane) emilandin û dû ra jî nexwastin bi kesî ra parve bikin.
Alîgirên PKK, bi wê armancê di nav HEP’ê de cîh girtin û rêvebirtîya partîyê di demek kurt da bi dest xistin. Sedem wê yekê HEP jî roj bir roj ji felsefa xwe ya damezrandinê dûr ket.
Bi beşdarbûna PKK’ê, berê mirovên serbixwe, pişt ra jî mirovên xwedî hêz, wek kesên derdora PSK’ê, ji partîyê dûr ketin û ji bo dûrketina xwe jî di nav partîyê da kemasîya demokrasîye nîşan didan.
Çima şertên demoqrasîyê di nav HEP’ê da tune bûn?
Ya yekemîn ew bû ku, ji serîda ne be jî, piştî damezrandinê, HEP, ji alî koalîsyona ku ji hêzên binerd pêk hatibû, hate idare kirin. Ji hizbên navçe û bajaran hata nawenda partîyê, revêbirên partîyê gor quweta hêzên binerd ên ku di nav HEP’ê da cîh girtibûn, dihatin hilbijartin. Kontenjanên wan kifş dibûn, her hêzek gor kontenjanên xwe mirovê xwe pêşnîyar dikir û ew jî dihat hilbijartin.
Ja duyem jî ew bû ku, endamê HEP’ê, yên ku giradîyê partîyen binerd, partîyê wek enstrumaneke ji bo propgandaya hêzên xwe didîtin. Li ser navê HEP’ê û di nav HEP’ê da jibo xurtbûna partîyên xwe yên binerd dixebitîn. Kingê ku xebata HEP’ê ji partîyên wan ra hizmet nekira, wê demê jî ew li dijberî rêvebirîya HEPê derdiketin û dest bi rexneyan dikirin.
Ew xebat û kongreyên ku weke demoqratîk dixuyan, ew jî, ji serî heta binî bi durûtî bû. Sedem wê yekê, di demek kurt da xêncî PKKê cemawerek bi organîze di nav HEP’ê da nema.
Piştî girtina HEP’ê, DEP hate damezrandin. DEP jî wek enîya çepên Kurd ava bû. Navê DEP’ê yek bû, le belê her hêzek binerd bi serê xwe partîyek bûn û ew jî ji hev cûda cûda bûn. Hemû kesên girêdayî hêzên binerd DEP’ê jî wek daxwaza xwe tarîf dikirin û li ser navê wê gorî daxwazên xwe kar dikirin.
Aqîbeta DEP’ê jî ji alî hemû kesan va tê zanîn. Ne partî bu partî, ne jî daxwazên kesî hatin cîh. Piştî kongreya yekemîn, berê kesên derdora PSK’ê hêdî hêdî ji DEP’ê qetîyan, pişt ra jî hin kesên din. DEP jî wek HEP’ê, di destê PKKê da ma. Demek şûnda DEP jî ji alî dewletê va hate girtin. Lê Kurdên xwedî hêz bi du partîyên legal bi rê ketin. Ji wan yek bi DDP’ê destpêkirin û piştra DBB, îro jî bi Hak-Parê re dimeşin. Yên din jî HADEP, DEHAP, DTP, îro jî bi BDP û HDP’ê da sîyasetê dikin.
Hak-Par, hata îro gavek peşta neçu, bîlakîs roj bi roj ji quwet da ket û piçûk bû.
HDP, îro bi 35 wekîlan va di parlamentoya Tirkan da cîh digre û li 100 bajar û navçeyên Kurdistanê rêvebirtîya şaredarîyan dike…
Di van salên dawî da hinek partîyên nû hatin damezrandin, KADEP, Huda-Par, KDP û PAK…
Navên hemûyan jî navên xweş in.
Gotin û daxwazên hemûyan jî gotin û daxwazên baş û maqûl in.
Mixabin wek hemû xalên jîyanê, di warê sîyasetê da jî navê xweş, gotin û daxwazên baş û maqûl tenê ne bes în…
04.12.2014
ikramoguz@navkurd.eu