Gelo kî/kê rastîyê dibêje.
An jî kî/kê derewan dike, mirov nizane.
Ya tê zanîn ewe ku, sîyasetvanên Kurd bi derewan radibin û bi derewan rûdinên.
Jîyana wan a rojane jî, sîyaseta wan a ji bo gel û welat jî bi derewan dimeşe.
Ne qîbleya oldarên wan yek e, ne jî armanca sîyasetvanên wan.
Ne gotinên wan hevdu digrin, ne jî kiryarên wan.
Her yekî ji xwe ra qîbleyek kifş kirîye û berê xwe dane wê qîblê.
Meleyê wan vi bibêje, ew jî wê gotinê weke benîştê nêrbend davêjin devê xwe û ji sibê heta êvarê dicûn.
Yek dibêje, tu benîşt zêde di devê xwe da dibî û tînî, yê din dibê tu nizanî baş biqirçînî…
Yek dibêje, birîyên te xar e, yê din dibêje çavê te şaş e…
Yek dibêje, dara bîyê, yê din dibêje kulabe…
Yek dibêje, rewşa dinê çawa diçe, yê din dibêje wele hinek xar in, hinek jî rast…
Ne kes li kesî guhdarî dike, ne jî kes ji kesî tiştekî fêm dike…
Her kes gor dilê xwe diaxife û gotinên kesên derdora xwe jî gor dilê xwe dibhîse.
Jîyan û dîn û dîyanet û siyaseta wan tevlihev bûye û wek ava şêlû bi hev ra diherike.
Çawa zelal û ronî dibe, tu kes nizane…
Mijareke şêlû diqede, yekî din dest pê dike.
Mijar çi dibe bila bibe, fesal yek e…
Ger li Rojava, ger li Bakûr, ger li Başûr, li kîjan parçeyê Kurdistanê çi biqewime, her kes li alî xwe dikşîne.
Heger qencîyek çêbibe û encam gor dilê wan be, ji alî kî/kê da hatibe kirin, herkes lê xwedî derdikeve û li ser navê xwe qeyd dike.
Heger xirabîyek çêbibe, an jî tengasîyek derkeve û encam gor dilê wan neqede, herkes xwe pîr û pak, hemû kesên derdora xwe jî bi dek û dolaban tawanbar dike û gunekarîyan îlan dike.
Carcaran Erdoxan, carcaran Esed û Malîkî, carcaran jî El-Nusra û ÎŞÎD dighîje hewara wan.
Yek dibêje, ÎŞÎD’ê dest avêt ser herêma Kurdistanê.
Yekî din dibêje, Şengal di bin lingên wan da ma.
Yek dibêje, I ÎŞÎD’ê berê xwe da Hewlêrê,
Yekî din dibêje, Pêşmerge çek û sîlahê xwe avêtin û şûnda revîyan.
Yek dibêje, çekdarên PYD’ê Rabîa rizgar kirin.
Yekî din dibêje, Pêşmergeyan rê li ÎŞÎD’ê birîn.
Yek, Talabanî û Berzanî tawanbar dike.
Yekî din, Muslim û Ocalan…
Herkes bi awayekî qala firotina Kurdistanê dike.
Yek dibêje, filankesê firot…
Yekî din dibêje bêvankesê…
Lê tu kes nabêje, gelo kî Kurdistanê dixwaze, an jî kî naxwaze…
Yên ku vê pirsê dipirsin, tenê neyar û dagirkerên Kurd in.
Mixabin, dagirkerên Kurd ji me hemû Kurdan baştir dizanin ku kî çi dixwaze û ji bo daxwazên xwe çi dibêje û çi dike.
Ew gotin û kiryaren hemû Kurdan yekoyek diwezinînin û gor wê yekê jî an nêzikî Kurdan dibin, an jî ji Kurdan dûr disekinin.
Ji ber vê yekê ye ku ez tu car li gotin û kiryarên Kurdan nanêrim, guh didim gotinên neyar û dagirkeran û li kiryarên wan dinihêrim.
Dagirker û neyar bi kî/kê ra hevalbendî û şirîkatîyê bikin, ez ji wan dûr disekinim, ji kî/kê ra neyartîyê bikin, ez jî nêzikî wan dibim.
Dibe ku ez şaş bim…
Lê hun?..
04.08.2014
ikramoguz@navkurd.eu