Li gundê me jinikek pîr hebû.
Xwedî zar û zêç û xwedî mal û milk bû.
Jîyana wî jî wek jîyana jinên gund didomînya.
Ji jinên gund tu kêmasîyek wî tune bû, hata ji piranîya wan zêdetir xwedî dezge û huner bû. Di mala xwe da xalî û xalîçe çêdikir. Dêrî û delmên jinên gund wî dibirî û didirut.
Xwedî du ziman bû, qasî ku kurdîtîya wî tirkîtîya wî jî paqij bû. Pirranîya jinên gund di emrê xwe da ji gund derneketibûn, lê têkilîya wî bi bajêr ra hebû û ew jinikekî nîvbajêrî bû.
Wî jî wek jin û mêrên gund, rojê pênc wext nimêj dikir û meha remezanê da rocî digirt. Jinekî xwedî dîn û bi îman bû. Di gund da jineka yekemîn bû ku çûbû wezîfa xwe ya hecê jî anîbû cîh.
Lê dîsa jî ne bi hecîtîya xwe, ne jî bi navê xwe dihat nasîn. Jinikekî bênav bû. Ji alî piranîya mêr û jinên gund û hemû zarokên gund navê wî nedihat zanîn. Hinek kal û pîrên ku dizanîbûn, wan jî wek gundîyên din wî bi koka wî, bi dinê dê û bavê wî, wî bi nav dikirin.
Bavfile… Bavfila Tirk…
Li ber çavê gundîyan sûc û gunê wî ne tenê Filetîya wî bû, tirktîya wî jî wek kêmasîyeke mezin dihat hesibandin.
Lê bavfiletîya wî dihat fêmkirin, lewra ji zarokên gund hata kal û pîrên gund, hemû kes di derheqê Filan da, bi kemasî be jî xwedî fikir bûn. Bi xwe nekiribin jî, di derheqê qirkirin û talankirina mal û milkên Filan da, ji dê û bavên xwe yan jî ji kal û pîrên xwe gelek tişt bihîstibûn. Ji dijmintiya Filan û Tirkan jî agahdar bûn. Lê çawa dibû ku, ev jinika bê nav hem Bavfile, hem jî Tirk bû…
Navê wî Bavfile bû, lê ew jî qasî gundiyên me ji jîyan û dîrok û ji zimanê Filan dûr bû. Di piçûktîya xwe da ji koka xwe qetîya bû û li ber destê dijminên bav û kalê xwe mezin bibû. Gor gundîya, hecîtiya wî, limêj û taatê wî ji bo misilmanîya wî ne bes bû. Cînarekî baş, jinikekî bi huner û ji derdora xwe ra, alîkar bû, lê dîsa jî navê wî Bavfile bû…
Di derheqê jîyana wî da kesî zêde tiştek nizanibû.
Kesen ku dizanibûn, wan jî digotin; berîya şerê cîhanê ya yekemîn, dê û bavê xwe windakirîye. Li Erzirumê di êtîmxanê da mezin bûye. Gundîyek me jî, wê wek jina xwe ya duyemîn bi xwe ra markirîye û anîye gund.
Lê gundîyê me wî çawa, li ku û bi çi awayî dîtîye, kesî tiştek nizanîbû. Derheqê pêşîya wê da tiştê ku dihat zanin ew bû ku, digotin dê û bavê wê File bûne û piştî mirirna wan, ew êtîm maye û di êtîmxanê da mezin bûye.
Bavfile, nêzikî sî sal berê, bi kêmasî di hêştê salîya xwe da çû ser heqîya xwe lê dîsa jî navê wî nehat guhartin. Hê jî bi koka xwe va tê binavkirin; Bavfile… Bavfila Tirk…
***
Duh rojnamevanê File birêz Hirant Dink, li Stenbolê, li ber derê Rojnama Agos hat kuştin. Dewlet li qatîlê wî digere. Hinek dibêjin yê ku gulê berî bedena Hirant daye, ji Şirneqê ye. Mimkune ku qatil kurd be jî. Lê bi raya min kurdbûna wî û tirkbûna wî tiştekî naguherîne. Ew tişta ku nayê guhartin ne nasnama qatil e ne jî kuştina Hirant e; ew rastîya dîrokîye. Ji ber wê yekê jî qatil ne tenê xortekî 19 salî ye. Qatilê Hirant dewlet e, dewleta Tirk e. Civat ê, civata ku li ser hîmê dubendîtiyê hatîye avakirin.
***
Bi kuştina Hirant Dînk va cînara bav û kalê min carek din hate bîra min. Ji bo bîranîna wê min ji der dora xwe pirsî û navê wê yê resmî, bi salan şûnda be jî, hinbûm. Nuha ez navê wê jî dizanim.
Lê dîsa jî ez wek gundîyên me wî bi Bavfiletiya wî bi nav dikim. Lewra Bavfile ji navê wî yê resmî çêtir e û wê bi koka wê va girê dide…
20.12.2007