Dr. jur. Celalettin Kartal
“Tu weke lokekî devayî, lê hevsar bi dagirker ve girêdayî”.
Li gor dewletê HDP bi bîryarên Qendil tevdigere. Nexwe HDP çi bike bila bike, ew tawanbar e! Hevserokê wê girtiye. Bi dehan siyasetmedarên wê ji pêgeha (=statuya) parlamentariyê hatine derxistin. Bi sedan şaredarên wê ji karûbarên xwe hatine avêtin. Bi sedan (hezaran?) li dijî siyasetmedarên wê doz hatine vekirin. Dîsan bi sedan siyasetmedarên wê hatine sizakirin. Di ser de jî van rojan serdozgeriya giştî li dijî wê “doza qedexekirinê” vekiriye. Vekiriye, lê ev jî ne xema HDP ye!? Heger ew ji meclîsa Enqerê bi zorê bê derxin, renge ew di “kulekê” de xwe berde nava parlamen! Nexwe HDP ne amedeye dev ji meclîsa Tirkiyê, mûçe û pêgeha parlamenteriyê, berde.
Gelo hebûna HDPê di meclîsa Enqerê de di berjewendiyên Kurda de ye?
Heta îro siyasetmedarên Kurd bo têkevin meclîsa Tirkiyê heşt partî damezrandin. Seş ji wan hatin girtin, ya hefta xwe hilweşand. Û vêga dora qedexekirina HDP, partiya heşta ye.
Ma meclîsa Tirkiyê bo HDP bê alternativ e!? Girtina HDP ne baştirîn derfet e bo siyaseteke nû?! Siyaseta „têkilkirina Kurda“ (=“tirkkirina Kurda”) ne siyaseteke yekalî û li dijî berjewendiyên Kurda ye?
Mînak, HDP nikaribû pêşiya “karesata şerê hendeka” (2015) bigre. Çareseriyekê ji parastina zimanê kurdî, girîngtirîn samana Kurda, re bibîne. Bi bawerî li hewake guncaw bo gotûbêjkirina pirsgirêka Kurd bigere. Nikaribû bo karûbarê meclîsê û parastina berjewendiyên Kurda siyasetmedarên kurdîzan hilbjêre. Nikaribû hem “berjewendiyên Kurda” yeko-yeko bi nav û hem parastina berjewendiyên wan li ser xwe ferz bike.
Xwînerên vê gotarê dikarin bibêjin, ku ev yek li Komara Tirkiyê ne pêkane. Tirkiyê hem “dewleteke tundrew” e û hem bi hemû pergala xwe (anî makeyasa û yasayên din) li dijî Kurd û kêmina ye. Lê dîroka gelên bindest şanî me dide, ku “siyaseteke bîryarder” û berjewendîparêz zêdetir girêdayî nexşe û vîneke xurt e!
Şûna HDP siyaseteke yeklayîker, zelal û berjewendîparêz bimeşîne, ew xwe wek partiyeke “vîna Tirkiyê” dibîne. Şûna ew berjewendiyên Kurda û kêmina bo xwe tekane pîvan û mijar bigre, ew xwe wek partiyeke Tirkiyê dinase. Şûna di nava Kurda de niştimanpwerwerî yê geş bike, ew xwe wek “partiyeke sosyalist” dinase.
Partiyên sosyalist li prensîbên wek „wekheviya gelan“ û “wekheviya takekesa” xwedî dertên. Lê HDP siyaseteke wiha ne dixe rojeva xwe û ne lê xwedî dertê. Ya xirabtir, ew bo Kurda “mafekî lawaz û bê wate” rewa dibîne! Mînak, ew qet behsa “wekheviya Kurd û Tirka” nake. Tenê behsa “pêgeha xweseriyê” an “demokrasiya xweseriyê” dike. Lê HDP jî dizane, yasaya navdewletî tiştekî wek “pêgeha xweseriyê” nasnake. Herwiha “pêgeha xweseriyê” li ser “dewletên netewî” wek Tirkiyê nikare bê ferzkirin.
Lê pêgeha xweseriyê dikare di nava nûnerên Kurd û dewleta Tirkiyê de bi rêyeke hemahengî bê nasîn. Herçend wisaye jî, wextê Tirkiyê bixwaze, dikare pêgeha xweseriyê bi tewawî hilweşine. Hingê Kurd wê dîsan destevale bimîn in!
Wekî pêgeha xweseriyê bê wate ye an lawaz e, ma siyasetmedarên HDP bi propaganda xwe dengdêrên Kurd sergerdan dikin?
HDP karûbarê xwe hem li Tirkiyê hem li Kurdistana bakur bi giştî bi zimanê tirkî dike. Bi vê yekê ew agirê “tirkkirina Kurda” gur(r) dike. Mînak, ew behsa “biratiya gela” dike. Lê karûbarê belavkirina propaganda bi navê “biratiya gela” hestê niştimanperweriya Kurda lawaz dike. Siyasetmedar û pisporên HDP dizanin ku “biratiya gela” di rastiyê de bê wate ye. Amrazekî xapandinê ye; bo Kurda, netewê bindest, malwêranî ye! Wekî di nava dewleta de biratî niye, nexwe di nava gelan de jî biratî tune.
Lê tê zanîn ku hevaltî di nava takekesa de heye. Lê hevaltiya takekesa ne mijara siyasetê ye. Heger di siyaset û desthilatdariyê de tiştek hebe, ew jî berjewendî ne. Berjewendî yên “gelê bindest” û “yên gelê serdest” bi giştî ne yek in! Mînak, heger berjewendî yên gelê Kurd û yên Tirk yekbûna, Tirkiyê wê nikaribûya bi hezaran gundên Kurda wêran bike.
Nexwe siyaseta HDP barê Kurda giran û wan bê hêvî dihêle; daxwazên dewletbûn û hestên niştimanperweriya wan lawaz dike. Lê HDP dibêje, ku ew xizmetê bo hemû hemwelatiyên Tirkiyê dike! Heger raste, ma sûda wê bo Kurda, pirraniya dengdêrên wê, çî ye?
Wekî li Komara Tirkiyê Tirk wek netew bi par in û Kurd bê par in! Anî miletek serdest, yek bindest e! Miletek bûye xwedî dewlet û “netewperest” (nijadperest?), yek jî lawaz û lawaz maye. Dîsan wekî netewek xurt û yek bê dewlet e, ma Kurd wê çewa û bi çi rê berjewendiyên xwe li Tirkiyê biparêz in? Gelo wê dikaribin bi rêya “têkilkirina siyaseta HDP” hem çand û hem nasnama xwe bi parêz in? Ma HDP heta îro bo parastina çand û zimanê kurdî yasayekî pêwist li Tirkiyê daye derxistin!? Wê pêşnûsek bo heman xizmetê amade kiriye an daye amade kirin? Heger na, çima na?
“Takerêya” rast di vê rewşê de bo HDP çî ye?
Li jor hate gotin ku gumanên nûser di derbarê HDP û siyaseta wê de hene. Herwiha diyare, ku HDP siyaseteke aloz û nakok dimeşîn e! Ciyê bê baweriye ku siyasetmedarên HDP wê dikaribin ji pêzanîn û serpêhatiyên xwe piçek wanedanê (=dersdanê) derxin!
Lê bi ya nûser “doza qedexekirina HDP” derfeteke girîng e bo siyaseteke nû, zelal û berjewendîparêz.
Bi kurtî, ma HDP wê nikaribe an vêga an piştî qedexekirina xwe bo Kurd û Kurdistaniya meclîseke online veke?
Bi raya nûser vekirina meclîseke online bi rêya teknîk pêkan e!
Siyastmedarên Kurdistanî wê dikaribin pirraniya karûbarê siyaseta xwe online birêve bibin û gelek kêşeyan jî çareser bikin. Herwiha gelek dewletên YA, heger bi fermî nekin jî, wê bi rêyen din ji meclîsa Kurdistaniya re yarmetîder û arîkar bin. Heman tişt bo rêxistinên bê desthilatdar wek NGO jî derbas dibe. Meclîsa Kurdistaniya ya online wê bo Kurd û Kurdistaniya gelek dost, dilxwaz û xêrxwaza li xwe kom bike. Bi ya nûser baştirîn dezgehê nûnerên Kurda û pêkhatên Kurdistanî wê mêclîsa online be!
Bê guman dewleta Tirkiyê û hinek dewletên din jî wê di destpêkê de li dijî vê yekê tevbigerin. Lê heger HDP jidil be, dewletên dijber wê di pêvajoyê de neçar bibin, meclîsa Kurdistaniya binasin. Û meclîseka wiha wê bibe ciyê hêviya û zixtên li ser dagirkerê(n) Kurdistan zêde bike! Wê dikaribe ji nava Kurd û dostên wan pisporên zîrek û karpêker peyda bike. Û nûnerên bi vîn wê dikaribin li herdeverî beşdarî meclîsa online bibin.
Qedexekirina HDP „derfeteke zêrîn“ e bo parlamenter û siyasetmedarên wê li rêyeke din bigerin û dev ji „nepakî û propaganda xeyalî“ û “xapadina dengdêrên Kurd” berdin.
Jêrenotê dawî:
Nûser bi hêvî ye ku qedexekirina HDP bibe lêgerina derfetên nû!? Lê metirsiya wî ewe ku bo HDP pêgeha parlamenteriyê, meclîsa Enqerê û stendina mûçe ji vekirina meclîseke online û parastina berjewendiyên gelê bindest girîngtir bin.
Dr. jur. Celalettin Kartal
Pisporê kêmina û kurdnas, zanistê yasaya navdewletî, mamostê lewepêş yê zankoyên Hannover û Hildesheim, beşê ayîn û siyasî.