Ev sernivîs navê pirtûka Memo Şahîn e. Pirtûkek bîranînî û rexneyî ye. M. Şahîn demeke serokê Komkar li Almanya û endamê komîteya navendî a PSKê bûye. Ew di pirtûka xwe de demên çûyî, kar û xebata rêxistinî, problem û nakokiyên di nav rêxistinê de tîne zimên û rexne li Kemal Burkay, sekreterê giştî ê PSKê ê berê û li bîranînên wî digre. Pirtûk li Stenbolê di nav weşanên Pêrî de derketiye û 262 rûpel e.
Memo Şahîn dibêje; piştê ku ez veqetiyam endamên PSK û Komkarê silav nedane min. Dema Memo jî ji wan bû, endamê Komîteya navendî û serokê Komkarê bû ev silav nedayin, bi yên ku veqtiyane re neaxtiftin dîsa hebû. Ev helwesta silav nedayin, nexeberdan û aferoz kirin, mentalîteya çepitiya klasîk e. Ew helwesta tecrîtkirinê ruknek ji ruknên îllgalîteyê ye û di nav hemû çepên cîhanê da tê bi kar anîn, ku jê ra tecrîtkirin tê gotin. Burkay vê adeta çepên klasîk anîbû di nav partiyê de li hemberê kesên ku veqetiyane pêk dianî.
Di nav tevgera Riya azadî/TKSP/PSKê de yê ku pêşiya hemûyan fêm kir ku bi K. Burkay re kar û xebata rêxistinî nameşe rahmetî Îhsan Aksoy bû. Dema mirov li veqetandinên di nav TKSP/PSKê dinêre di sala 1979an de Îhsan Aksoy û Mehdî Zana, di sala 1982an de Zekî Adsiz û Urfan Alpaslan, û ji sala 1984 an pêve hema bibêj tevahiya damezrevanên TKSP/PSKê û hemû endamên komîteya navendî bi endamên polît buroyê ve yek bi yek veqetiya. Tenê îstîsna Ziya Acar ma, wî jî ji xwe kes hesab nake, mesela wî û Burkay bila li cihê xwe bimîne. Bi dor li pey hevûdu damezrevan û endamên komîteya navendî Faruk Aras, Munzur Çem, Bayram Ayaz, Rojan Hazim, Bedirxan Epozdemîr, Kazim Budak, Memo Şahîn û hwd, hemû jî veqetiyan. Burkay van hemûyan nebaş da nîşandan, gotinên xerab ji wan re got. Heger ev hemû însan ewqas xirab bûne, nexwe Burkay xirabê xirabane ku bûye hevalê ewqas xiraban. Lê, bi dîtina min di nav tevgera Riya Azadî/TKDP/PSKê de ji blî Burkay hemû jî însanên baş bûn, maqûl bûn. Di pêvajoya ji sala 1975 heta 1990î hemû kesên ku bûn Ozgurlikçî, siyaseta TKSP Riya Azadî parastin hemû jî însanên baş, kadirên hêja ne û hemû jî bi bîr û baweriya parastina doza netewa kurd û Kurdistanê têkoşiyan, têdikoşin û kar û xebata xwe her yek li gor xwe dimeşîne. Kadirên ku di nav PSK Riya azadî de hebûn di nav tu partî û rêxistineke din ê kurdan de tunebûn.
Pirtûka Memo Şahîn
Ev bû pênç kesayetiyên ku di komîteya navendî a PSKê de berê cih girtine, bîranînên xwe bi tirkî nivîsîne. Niha Memo Şahîn jî ku yek ji endamê komîteya navendî a PSKê bû, pirtûkek bîranîniya rexneyî nivîsiye, wî jî bi tirkî nivîsiye.
Memo Şahîn pirtûka xwe diyariyê hemû kesên ku keda wan di têkoşîna neteweyî de heye, kiriye. Têkoşîna netewî û demêkratîk a gelê kurd bi keda hezaran kadirên siyasî ta niha domiye. Di pêvajoya kar û xebatên siyasî û rêxistinî de têkoşîna netewî û demokratîk gihaştiye vê merhaleyê, ango hatiye vê redeye.
Rexneyên ku Memo Şahîn li pirtûkên bîranînên Burkay girtiye hemû jî rexneyên biheq in. Bi min jî Burkay van rexneyan heq kiriye. Naveroka pirtûka rexneyî a Memo Şahîn berfereh e. Ez ê behsa hemû mijarên ku wî di pirtûka xwe de qal kiriye nekim. Lê ez vê bibêjim; herçî ew kesên ku ji tradîsyona”TKSP/Ozgurluk Yolu/Riya Azadî” tên kesên ku ji Ozgurluk Yolu/Riya Azadî/TKSP/PSKê de kar û xebata siyasî û rêxistinî kirine, kesên ku keda wan pir yan hindik di pêvajoya Ozgurluk Yolu/TKSP/PSKê de hene dive miheqeq vê pirtûka Memo Şahîn bixwînin, heta netenê vê pirtûkê hemû pirtûkên bîranînên kesayetiyên ku ji vê tradîsyonê ne û bîranînên xwe nivîsîne û herweha pirtûka bi navê ”Bîranînên Kemal Burkay û Rastî” Weşanên Nas jî bixwînin. Dema mirov pirtûkên bîranînên K. Burkay û hemû pirtûkên bîranîn û rexneyî yên ku bersîvên Burkay dane û lê rexne girtine bixwîne, rastî derdikeve hole.
Burkay ji bo cîlda duyem a bîranînên xwe dibêje: ”Weke dîroka partiyê ye.” Ma dîroka partiyê bi yek kesekî dibe dîrok? Wî ji Stalîn jî xirabtir kiriye. Di dîroka partiya Bolşevîkan de hertişt li gore Stalîn tê rave kirin. Di bîranînên Burkay de jî hertiştê tevgera Riya Azadî/PSK li gor Burkay tê pêşkêşkirin. Bingeha dîrokên fermî li ser nerastiyan têne nivîsîn û bi derewan têne xemlandin.
Memo Şahîn di pirtûka xwe de Burkay dide ber Mandela û Kek Mesud Barzanî û biçûkiya Burkay û mezinahiya Barzanî û Mandela tîne zimên. Lê, bi min pêwîstiya vê berhevdanê nedikir. Burkay likur û ev herdu serokên hêja likur. Burkay nake tiliya wan.
Di pirtûka Memo Şahîn de navên wan kesên ku K. Burkay di bîranînên xwe de devdirêjiya wan dike, li ser navê rexneyê wan reş kiriye, çamor avêtiye wan, paşgotiniya wan kiriye, bi hestên dilreş neheqî û heqaret li wan kiriye, navên wan yekoyek di pirtûkê de hene. Û herweha Burkay ji bo wan çi gotiye, çawa zimandirêjiya wan kiriye bi hevokên ji pirtûkên bîranînên Burkay hevok girtiye û raxistiye ber çavên xwendevanan.
Weke tê zanîn K. Burkay di bîranînên xwe de rexneyên neheq li dostê gelê Kurd ku ji bo doza netewa Kurd bi salan di hepis û zindanê de razabû ango li mamoste Îsmaîl Beşîkçî jî girtibû. Rexneyên neheq û nedicîde bû. Memo Şahîn di pirtûka xwe de cih dide rexneyên reşkirina Burkay ên derbarê Beşîkçî de û bersîva Beşîkçî ku bersîva Burkay dabû. Îsmaîl Beşîkçî dibêje: ”Burkay ji xwe re senaryo çêkiriye. Wî xweparastinek nivîsîbû, dabû kesên menzela hepisxaneyê, dabû min jî û min xwend, lê wî vê xweparastinê nedabû dadgehê.” Xweparastin ji bo ku pêşkêşê dadgehê bê kirin dinivîse û dide kesên li hepisxaneyê lêbelê newêraye pêşkêşê dadgehê bike. Ji qalkirina Mamoste Beşîkçî jî diyar dibe ku Burkay tam oportunîstî kiriye, ji kesên, kesayetiyên hepisxaneyê re gotiye: ”Binêrin min ev xweparastin/savunma nivîsiye ez ê bidime dadgehê.” Lê nedaye.
Burkay ji bo Beşîkçî dibêje: ”Ew kemalîst bûye û paşê bûye dostê kurdan.” Beşîkçî kemalîst bûye yan nebûye ez nizanim, lê ez dizanim ku di serî de yê ku kemalîzmê parastine yek ji wan jî Burkay bûye û Dr. Şivan bûye. Nivîsên Burkay û Dr. Şivan yên berê de pesnê kemalîzmê tê dayin. Yê ku herî pir li kemalîzmê rexne girtiye û li dijê kemalîzmê pirtûk nivîsiye Beşîkçî ye. Burkay yek pirtûkek jî li ser kemalîzmê nenivîsiye û rexne lê negirtiye.
Belê, Îsmaîl Beşîkçî li hemberê kemalîzmê bi dehan pirtûk nivîsî û weşand, Kemal Burkay jî di jiyana xwe de yek pirtûkek jî li hemberê kemalîzmê nenivîsî. Pirtûka ku li dijê kemalîzmê di nav weşanên Ozgurluk Yolu/Riya Azadî de bi tirkî hate weşandin (nave pirtûkê Burjuvazînin paslî sîlahî Kemalîzm bû – Kemalîzm çeka zincarkirî ya dewlemendan) a Burkay nebû, ya rahmetî Huseyin Beysulen/Munzur Çem bi nasnavê Ahmed Taş nivîsîbû.
Memo Şahîn di derbarê şehîd Necmeddîn Buyukkaya de gotinên cirnexweş ên Burkay û gotinên pesindayina Mehdî Zana rûqalê hev kiriye û di nav rûpelên pirtûka xwe de weşandiye. Burkay ji bo Necmeddîn gotinên nebaş û Mehdî Zana ji bo Necmeddîn gotinên baş gotiye û pesnê wî daye.
Memo Şahîn digel rexneyên li Burkay tişteke baş jî ku kiriye, dîtinên heqaretwarî yên Burkay di derbarê kesayetiyên ku di komîteyên TPSP/PSKê de cih girtine wek hevokek yan du hevok girtiye û raberê xwendevanan kiriye, herweke ku gotiye binêrin Burkay evqas kesekî hesûd e ku hevalên xwe ewqas reş kiriye, li wan neheqî û heqaret kiriye.
Li gor dîtina min jî ji bilî Burkay û du kesên din ên xirab û cirnexweş, ji sedî %99 kadro û kedkarên Riya Azadî însanên baş in, maqûl in, fedekar in, jîr û jêhatî ne û zana ne.
Memo Şahîn di pirtûka xwe de, hem dîtinên Burkay di derbarê kesên ku damezrevan û endamên komîteya navendî bûne de û hem jî dîtinên wan kesayetiyan di derbarê Burkay de çi ye? Bi çend hevokan girtiye nav rûpelên pirtûka xwe. Tarîfa ku rahmetî Îhsan Aksoy ji bo kesayetiya/şexsiyeta Burkay kiriye tam ciyê xwe girtiye. Îhsan Aksoy ji bo Burkay weha dibêje: ”Diviyabû me ji destpêkê ve rê nedabûya ku Burkay bi çep û rast bimitile, tevbigere. Me her tim mantiqa bê zirarê bi kar anî, ku em di navbera xwe de wî îdare bikin. Ew zilamek pir xirab derket. Ew celebek hîlekar, kîndar, tolhildêr e ku nirxên exlaqî ji xwe dûr dixe. Kesekî ku ji her kesî bi guman bû û ji her kesî bêbawer bû.” Binêr rûpel 75.
Di pirtûkê de damezrandina Hak/Parê, nirxandina birêz Saîd Aydogmuş, tahrîbatên Burkay, jê veqetandina grubên ku di Hak/Parê de bun, tê qal kirin. Di nirxandina Saîd Aydogmuş de, têkiliyên K. Burkay û AKPê jî tê rave kirin. Rexneya Saîd Aydogmuş dide nîşandan ku Burkay çiqas zirar daye Hak/Parê û sedemên veqetandina kevneşopiyên DDKDyiyan ji Hak/Parê jî K. Burkay bûye. Ji xwe paşê di jihevûdu veqetandina PSK û Hak/Parê de jî Burkay roleke xirab leyistiye û bûye sedemê cudahîbûna wan. Di siyasetê de kar û xebata wî ji bo belavkirinê bûye. Rexneyên Saîd Aydogmuş rast in û hêjayê xwendinê ye.
Di pêşerojê de heger lêkolînvanek derbarê serok û sekreterê partî û rêxistinên kurdan ên salên navbera 1975 û 1980yî yên li bakurê Kurdistanê lêkolîn bike, dê bibîne ku wan serok û sekreterên wê demê çiqas zirarê dane doza netewa kurd.
Di pirtûka Memo Şahîn de mijareke ku zêde di raya giştî de nayê zanîn ango derbarê biryara têkoşîna şerê çekdarî a PSKê ku di dema sekreteriya Burkay de hatibû girtin, agahdariyên berfereh hene. Wek tê zanîn ew biryar û hewldana wan a şerê çekdarî jî bi fîyaskoyê re dawî bû. Encama biryara wan a şerê çekdarî de sê hevalên/endamên wan ên ku veqeyiyabûn gulebaran kirin, yek hate kuştin û du kes jî birîndar bûn.
Bi ya min, bûyera qampa perwerdeya çekdarî li başurê Kurdistanê îstîsnayek bû pêk hat. Bûyerek nebaş bû, kurd bi destê kurd hate kuştin. Derbarê vê bûyerê de kesê ku birîndar bûbû ku nasnavê wî Welat e, nivîsek dirêj derbarê bûyerê de nivîsiye. Nivîs di pirtûka Memo Şahîn de cih girtiye. M. Şahîn negotiye ku wî ev nivîs jikur girtiye. Çavkaniya nivîsê nediyare. Ev bûyer 28 sal berê pêk hatiye. Memo Şahîn û ew kesê ku di bûyerê de birîndar bûye û vê nivîsê nivîsiye 28 sal in likur bûn ku hêj dinivîsîn. M. Şahîn şûjinê di kesên din de dike lê derziyê dixwe de nake. Dema ev bûyer bû ew jî endamê komîteya navendî a PSKê bû. Mesela kuştina endamê PSKê herweke ku bi xwestina K. Burkay û Mesud Tek pêk hatiye, lê di rastiyê de neweha ye. Van herduyan fermana kuştina wî endamî nedane û bûyer sportane ji ber xwe ve pêk hatiye. Yên ku bûyerê pêk anîne Newroz û Gernas in ez herduyan jî nas dikim bi bûyerê zanim. Ew bûyereke îstîsna bû pêk hat. K. Burkay bi kuştina fîllî na bi kuştina siyasî dixwest endamên xwe bikuje. Metoda wî yê ku veqete bê tecrîd kirin, bê bêîtîbar kirin, pê re neyê xeberdan, ji hêla siyasî û sosyal ve wî bi tenê bêhêlin bû. Weke tecrîta çepên klasîk û aforoza seyidên Alewiya kesên ji xwe veqetayî tecrît dikir, aferoz dikir. Metoda wî tecrît kirin û aferozkirin bû. Helbet ev helwesta wî tişteke xeyrî însanî bû, neexlaqî bû, nemirovî bû, naletî bû.
Memo Şahîn demeke di komîteya navendî de bi Burkay re kar û xebata rêxistinî kiriye. Dema Burkay êrişê kesên ku ji PSKê veqetiyabûn dikir, dema ji wan re digot ”Bozguncî” û rexneyên eletewş dikir, neheqî û heqaret li rahmetî Îhsan Aksoy, Zekî Adsiz û hevalên wî dikir, Memo Şahîn ew dem piştgiriya Burkay dikir.
Binêrin Burkay di bîranînên xwe de di cîlda 4an de ji bo Memo Şahîn dibêje”Memo Şahîn, jîr e, xwedî berpirsiyar e.” Pesnê wî dide. Burkay yek gotinek nebaş ji bo wî nabêje. Memo Şahîn çima vê pirtûka xwe bi tevahî li dijê Burkay nivîsiye? Çima ew ewqas tûj li Burkay rexne digre? M. Şahîn ewqas sal endamê PSKê bû û endamê komîteya navendî bû, yek ji birêvebirê PSKê li Ewropayê bû, ma qey wî qet şaşî nekir? Nebû şirîkê şaşiyên Burkay.
M. Şahîn dibêje: ”Piştê ku ji PSK û Komkarê veqetiyaye ji tirsa rêxistinê kes newêrabûye silav jî bide wî.” Ma dema ew PSKyî bû, ew wêrabû silav bide kesên ji PSKê veqetiyabû? Gelo wî silav didan Mehdî Zana, Îhsan Aksoy, Zekî Adsiz, Urfan Alpaslan û hevalên wan? Piştî veqetandina Zekî Adsiz û hevalên wî, broşura ku Burkay li dijê wan nivîsî ya bi sernavê ”Bozgunculara şans tanimiyalim” ku tê de heqaret li kesên veqetiyabû dikin, wan reş dikir, M. Şahîn jî ji Burkay re çepikan lêdixist, çentecîtiya abê xwe dikir. M. Şahîn û kesên din ên endamê komîteya navendî a PSKê ku paşê Burkay lingên wan jî tehisand û neheqî û heqaret li wan jî kir, dikaribû wê demê bigotana”Zekî Adsiz û hevalên xwe ji hêla îdeolojîk, siyasî û rêxistinê ve cuda fikirîn û veqetiyan, bi wan re minaqeşeyên ideolojik û siyasî bike neku heqaret û gotinên reşkirinê ji wan re bibêjî.” Werhasil M. Şahîn û endamên komîteya navendî a PSKê şirîkê şaşiyên Burkay in, ew jî ne bi qasê Burkay be jî gunehkar in, tawanbar in, sucdar in.
Memo Şahîn di pirtûka xwe de bi befrefehî qala hinek tiştan dike lê qala hinek tiştan jî berferehî nake. Ew behsa vekirina qanala televizyonê ku pere ji xelkê civandin û gotin em ê qanala televizyonê vekin lê pereyan di qumara borsayê de wenda kirin, zerar kirin nake. Ew dem herçiqas Memo Şahîn PSKyî nebû, bi meselê baş zanibû. Divê derbarê wê pirsgirêkê de jî agahdarî bidana xwendevanan.
Di pirtûka Memo Şahîn de cih bi cih hinek gotarê ku wî nivîsiye û rexne li Burkay girtiye hene. Dîtinên ku wî di wan gotaran/nivîsan de aniye zimên di sala 1982 ta 1990î de ji alî rahmetî Zekî Adsiz, Urfan Alpaslan û hevalên wan ve di pirtûk, broşur, rojname û kovara Vatan Guneşî/Îstanbul, Roja Welat /Almanya, Hêviya Gel/Swêd, Dengê Welat/Kurdistanê de dihatin weşandinê. Rastiyên ku Zekî Adsiz û hevalên wî anîbû zimên piştî deh salan ji alî Memo Şahîn û hinek endamên PSKê ve hatin fêm kirin.
Min di hinek cihên pirtûkê de şêweya rexneyên Memo Şahîn neeciband û bi a min divê weha nekirana. Ew ji bo sucek/tawanbariyek, ji bo xetayê yekê bi gelemperî gelek kesan dixe bin şik û gumanê. Ez du mînak bidim; dibêje; ”…kesêku diziya peran kiriye, pereyê partiyê xwariye dîsa kirine endamê komîteya navendî a partiyê. ” Niha li vir sucdar yek kesek e. Navê wî/kodnav yan jî nasnavê wî ê di partiyê de nade. Di komîteya navendî a partiyê de 7 kesên endam hene, ew hemû kes dikevin bin şik û gumanê, Gelo diz ji van 7 kesan kîjan e? Dema xwendevan vê îdîaya tawanbariya dizî a Memo Şahîn bixwîne, dê ji hemû endamên komîteya navendî bikeve şikê û dê meraq bike gelo diz kîjan e?
Mînakek din; M. Şahîn dibêje jinika bi eslê xwe çerkez bi du endamên komîteya navendî re têkiliyê wê hebûye. Vê îdîayê Burkay jî dibêje. Burkay jî û Memo jî tevahiya endamên komîteya navendî di bin şikê de dihêlin. (Keç û jinên çerkezan rind in, spehî ne, bedew in, kurdên siyasetmedar û rewşenbîr jî li pey wan digerin wan rindan dibînin. Ev rastiyeke ku di nav neteweyên cîhanê de ên ku bi biyaniyan re zewicîne herî pir kurd in. Gelek kurdên rewşenbîr jî bi biyaniyan re bi çerkez, tirkmen, azerî, farist û areban re zewicîne.)
Tişteke din jî bala min kişand û min da fikrandin; ev dijayetiya Memo Şahîn ya li hemberê Licîyan jikur tê? Lê divê ew zanibe ku K. Burkay ji wî pirtir dijê Lîceliyan e. Û Burkay herî pir jî li dijê herdu Bayramên Lîceyî bû ku yek ji wan endamê polîtburoya PSKê û yê din jî niha bû serokê PSKê.
Di meseleya ji hevûdu veqetandina PSK û Hak/Parê de M. Şahîn dibêje; ”Çima Burkay bêdeng maye, di bîranînên xwe de bahs nekiriye. ” Ma çima Burkay bêdeng nemîne. Yê ku bu sedemê veqetandina wan û ew ji hevûdu cuda kir Burkay bi xwe bû. Burkay çima behsa xirabiyên xwe yên ku bi PSK û Hak/Parê kiriye, bike. Sucdar ew bi xwe ye Ew bû sedem ku PSK û Hak/Par bibine ducî. Niha yên ku di Hak/Parê de mane Burkaycî ne. Yên PSKê re mane bi çavên rexneyî li Burkay dinêrin. Ji sala 1975 ta îro di hemû cudabûn û jihevûdu veqetandinên di nav OzgurlukYolu/ Riya Azadî/TKSP/PSKê de ango di veqetandinê berê ta niha de jî sucdar Burkay e. Masî ji serî de bêhn dide. Sebebê/sedemê hemû veqetandin, cudabûn û xirabiyên nav TKSP/PSKê de sucdar Burkay e.
Di pirtûka Memo Şahîn de behsa kar û xebatên ku kedkarên Komkarê kirine tê qal kirin. Di dema damezrandina Komkarê de navên Aydîn Uçar û Bekir Saydam, paşê navên Sertaç Bucak û Mahmud Çeşme û di demên din de jî navên Beko, Xaço, Memo dihatin gotin, bi keda wan Komkar bubû qada xebata siyasî, rêxistinî û birêvebiriya têkoşîna demokratîk û dîplomatîk li Almanyayê. Li Swêdê jî di serî de bi keda Salih Înce û Hanîfî Çeleblî kar û xebata Komkar Swêd hatibû meşandin, kovara Roja Nû hatibû weşandinê.
Memo Şahîn di pirtûka xwe de, di beşa duyem de cih daye dîtin û bersîvên hinek kesên ku berê endamê PSKê bûne, endamê polît buro û komîteya navendî bûne û bersîva Burkay dane, rexne lê girtine weşandiye.
Yek ji wan kesên ku bersîva Burkay daye û rexne lê girtiye Azîz/Bayram Ayaz e. B. Ayaz bi du nivîsên xwe; hem bersîva xwe ya ku dema bîranînên Burkay cîlda 2 derketiye de nivîsîbû û hem jî ji bo pirtûka Memo Şahîn nivîsa ku nû nivîsiye di nav rûpelên pirtûka Memo Şahîn de cih girtiye. Herdu nivîsên bersîvdayina B. Ayaz û rexneyên wî yên li Burkay baş in, hêjayê xwendinê ne. B. Ayaz di herdu nivîsên xwe de rastiyên dema çuyî û şaşiyên Burkay aniye zimên, herweha wî hesudiya Burkay neheqî û heqaretên ku li gelek kesan kiriye, dilreşî û heqareta ku Burkay li hemberê Zekî Adsiz kiriye qal kiriye û rastiyan raxistiye ber çavan.
Di herî dawiya pirtûka Memo Şahîn de daxuyaniya şexsiyetên/kesayetiyên kurd heye. Gelek kesayetiyên kurd li hemberê Burkay daxuyanî belav kiribûn û rexne li pirtûka wî a bîranînan anîbûn. Sernavê daxuyaniyê ”Kemal Burkay bi bîranînên xwe paşeroja me a hevbeş reş dike û dixwaze pêşeroja me reş bike.”
Di herdu rûpelên herî dawî a pirtûkê de kurtejiyana Memo Şahîn û lîsteya navên pirtûkên wî yên bi zimanê almanî, tirkî û kurdî hene. Bi navê ”Sozde Kardeşlîk” pirtûkek wî a bi tirkî û bi navê ”Kurdên Almyayê” pirtûkek wî ya bi kurdî hene.
Min tevahiya pirtûkê xwend û wek gotina dawî dixwazim vê bibêjim. Pirtûk bi gelemperî pirtûkek baş e, tê de rexneyên baş li K. Burkay hatiye kirin.
Herçiqas ez bi tevahî wek M. Şahîn nefikirim jî, min piraniya rexneyên wî eciband, di cih de dît. Helbet di hinek waran de ez wek wî nafikirim lêbelê pirtûkên weha rexneyî û şîroveyî pêwîst in. M. Şahîn baş kiriye ku vê pirtûkê nivîsîye û rastiya demeke xebata rêxistinî aniye zimên û li şaşiyên Burkay rexne girtiye. Pirtûkên weha ji bo pêşerojê, ji bo neslên nû belge ne, çavkanî ne.
Têbinî / Ji bo ku ez dosyayek derbarê pirtûkên bîranînên siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên kurdan de amade dikim, lewre jî pirtûkên ku weke pirtûka bîranînê derdikevin, dixwînim û derbarê wê de dinivîsim, dîtinên xwe pêşkêş dikim, li gor bîr û bawerî û zanîna xwe pirtûkê dinirxînim, şîrove dikim.
Yanî ez ji bo bi taybetî rexne li K. Burkay bigrim van nivîsan nanivîsim, Ez ji bo amadekirina dosyaya xwe dinivîsim. Lê ji bo ku di naveroka pirtûkên bîranînê de Burkay heye, loma behsa wî tê kirin.
Min li ser bîranînên Burkay dîtinên xwe nivîsiye û ew nivîsa min di nav rûpelên pirtûka bi navê ”Bîranînên Kemal Burkay û Rastî” Weşanên Nas de cih girtiye.