Armanc û mebesta gotarê
Bi vê kurtegotarê ez şanî xwîneran didim, ku Şivan Perwer (Ş) bi axaftinên xwe (binêr li jêr!) dijberî û pêşderaziyan teşene (=belav) dike û pê re zirarê dide têkiliyên Kurd û Kurd.
Ş bi huner û mijarên siyasî tê nasîn. Bi kêşeyên ayinî jî “lûtberz“ e. Mijara wî huner e û netewperwerî ye. Netewperwerî di beşekî civaka Kurd de zal (serdest) e û zor pêwiste jî. Lê divê bê zanîn ku di heman kêşeyê de kêmûkuriyên misilmanên Kurd “pir(r)in”!?
Axaftinên Ş û hinek bertekên girîng
- 13.04.2020: “Serê Kurdên Misilman jî kelereqî kirin e. Keçeke Êzdî hez kurdekî Misilman bike, dibêjin kuştina wê helal e. Ev ne faşîzm e!?… Me ev mirov in? Ne mirov in!” Kengî ruhaniyên Êzdiyan xwest in, hingê ew dibêjin, em ne Kurd in (Şivan).
- 18.04.2020: “Êzdi di nava pêşderaziya û xwe nasînê de” (Peyama komelên Êzdiyan yên navdewletî bi almanî di barê axaftina Ş de)
- Axaftinên vê dawiyê yên… Ş ez… ti carî jî rast nabînim (Gulistan Perwer, hevjîna Ş ya lewepêş)
- 21.04.2020: „Yê faşîst tu yî“ (Adnan Xêravayî, micêwrekî êzdî)…
- 24.04.2020: Çêra bi namûs û dayika min dikin… Ezê li dijî hemûya dozê vekim.. (Şivan).
- 01.05.2020: Ez lêborîna xwe ji Êzdiyan dixwazim, lê naveroka axafinên min rast in (Şivan).
Çend peyv li ser ayînên serdest
“Ayînên serdest” bi giştî ne yarîder in bo aştî û pêkvejiyanê. Hinek tund in, hinek aştîxwaz in (Êzdiyatî). Hinek rêberê xwe wek “kurê Xwedê” dinasin (Mesihî), hinek pirtûka ayîna xwe bi Xwedê ve girê didin (Îslam). Lê ayînên serdest “yên yekxwedayî” bi hinek rê û rêbazan “tovê dûbendî, çavreşî, sukayetî û dijberiyê” belav dikin. Nexwe zêdetir asteng in bo avedana komelgehan û herwiha bo zanistê jî.
Bîroke û nirxandin li ser axaftinên Ş (binêr li jêr!)
- Berovajî axaftinên Ş komelgeha Êzdî ne asteng e bo dewletbûna Kurd. Ayîn û rêbaza zal (serdest) li Kurdistan tenya Îslam e. Para ayîna Îslam di ne dewletbûna Kurd e bê sînor e!
- Bo pêkvejiyana Kurd û Kurd pêşbest (astebg) û hele ye, mirov komelgeheke kêmine û ayînî tenê li gor mercên netewperweriyê binirxîn e û tawanbar bike.
- Armanca sereke ya Ş sukayetiya Êzdiya ye. Bûyereke tak ku di 2007a de rûdaye û hîç jî ji aliyê nûnerên ayînî yên Êzdiyan ve nehatiye pejrandin, bi giştî dinirxîn e (binêr li jêr!).
- Ya rast, Ş pêşderaziyan di barê Êzdiyan de teşene (belav) dike, herwiha ji bîr dike ku para hinek mîrên misilmanên Kurd di ferman û komkujiyên Êzdiyan de heye.
- Êzdî “komelgeheke barketî” ye; êsta lawaz e, bîrînên komkujiya dawî hêj “ter” in! Di salên dawî de beşekî gewre ji ber heleyên Pêşmerge derbeder bûne, beşek jî hatiye kolekirin. Ş bi axaftinên xwe hêrîşî vê komelgeha kurdewarî, dilşikestî û têkçuyî dike.
- Ev axaftinên wî agirê dijberiya li ser Êzdiya gur(r) û pê re barê yekbûna Kurd qurs dike. Di wan de tolhildan, yeklayenî, reşkirina Êzdiya û bîrdoziya îslamî dertê pêş. Bes hinek têbinî û bîrokên Ş “objektiv” in (bê layen in) û hinek jî bêtir tevlîhev in. Mînak, rast e, ku serdema “şêx û mîrên derîn (kone)” derbas bûye.
- Di babet û mijarên wek mirovatî, aştîxwazî û xwezayî de binke û hemanên Îslam û Êzdiyatî wek reş û sipî cewaz in. Êzdiyatî kurdiya qedîm e, Îslam biyanî ye. Yek bi dirozên çakî û yarmetî, rojparêzî û siruştî hatiye xemlandin (Êzdiyatî) û ya din bi giştî bi tele, bedgoyî, buxtan, cinewpêdan (çêrkirin), şer û şur, reş û spî (Îslam). Zanistên ayînnas yên bê layen (objektiv) û bi wijdan vê yek hîç nikarin pişt guh bikin.
- Lê hinek merc, rêbaz û “baweriyên kevin (kone)” yên Êzdiya bo pêşvebirina komelgehê bûne asteng. Eynî “rê û rêbaz” bo civakê bûne hokara lawazî û metirsiyê.
- Ş di axaftina xwe de pêxemberê Îslam û zavayê wî bi berz di nirxîn e. Lê teşekrina (belavkirina) bîrdoziya îslamî, herwiha damûdezgehên di barê (rûyê) ayinî de karîger, “mamostên kevneperest” bi giştî hokar in bo ne dewletbûn û yekbûna Kurd. Heger Kurd vê rastiya yeklayîker jibîr bike qet nikar e bigihîje armanc û merema xwe, misogerkirina bîma û hebûna xwe, dewletbûna Kurdistan.
Çima Ş bi axaftinên xwe hem şaş û hem rast e?
Ş: Keçeke Êzdî hez kurdekî Misilman bike, dibêjin kuştina wê qanunî (yasayî) ye.
Ş bûyereke yekane bi rengekî giştî di nirxîn e. Herçend hinek “êzdiyên xişim” keçeke ku dilê wê ketibû xortekî Misilman bi kevira kuştin e jî, bingeh û binyata bûyerên wiha di qewl û dirozên Êzdiyan de tin e. Hîç jin-kuştin ji layenê nûnerên êzdî ve ne hatiye pejrandin. Qewl û dirozên Êzdiyan kuştina mirovan wek tawaneke qurs dinasin. Siza tenê li ser wan kesan heye yên bi endamên komelgehên xeyrî êzdî re dizewicin. Ew jî sizayê dabirînê (“tenhahiştinê”, dûrketina ji civakê) ye, ku vêga li Almanya bûye rabirdû (dîrok).
Di jor de hate gotin ku Ş komelgeha Êzdiya li gor pîvanên netewperweriyê di nirxîn e. Hate destnişankirin ku cewaza nava Îslam û Êzdiyatî bincîn (bingehîn) e. Lê Îslam wek lêkolerê kurdnas İsmail Beşikçi jî şanî me dide di mijara netewperwerî û dewletbûna Kurd de astengeke gewretirîn e. Herwiha “dewletên dagirker” yên dirawsê herçend weke pir(r)aniya Kurd Misilman jî, komkujiyên dirokî wek Enfal, Helebçe û Şengal na pejrîn in. Ew sedem û hokarên nehametiya Kurd in. Hêjayî lêkolînkirinê ye ku pir(r)aniya ´kurdên bakurî´ bûne xizmetkarên dagirkerên xaka Kurd. Hebûna ziman, çanda kurdî, doza serxwebûna Kurd yekcar piştguh kirin e!
Di rê û rêbazên îslamî de li gor nêrina serdest desthilatdarî û ayinî yek in.
Lê heman rêbaz û yasa di Êzdiyatiyê de nîye! Ayîna Êzdiyatî bi giştî oleke “siruştparêz” û “aştîxwaz e”. “Rêbazên” ol û ayînên din, heger ciyê gumanan bin jî, di pejrîn e! Loma dijberiya ti ol û netewa di Êzdiyatiyê de tine. Zanist li ser wê yekê kokin, ku ola Êzdiya “ayîneke bê diran e”. Renge ev ol di dervey welat de di katekî kurt de bibe rabirdû (dîrok)!?
Ş di axaftinake xwe ya 13.04.2020a de dibêje, ku di ti olan de kuştin tin e (binêr li jêr).
Di vir de dîyar e ku Ş di barê ola Îslamê de rastiyê berovajî dike. Lê em dizanin pêyv û tigeha “qital” di Quranê de 67 carî hatiye tomarkirin in. Dîsa(n) li gor Îslamê kuştina “kafira” mîna kuştina ajala yasayî ye, heger ew demildest Îslam ne pejrîn in. Bi taybetî ne dadmendî ya Îslam û beşekî misilmanên Kurd, ku li dijî dewletbûna Kurd in, ne ciyê gumana ye. Êzdîn Şêr Begî dîrokî tevî Şêx Cengî û Bafêl Talabaniyê serdemyane tenê hinek mînak in ji nepakên Kurd.
Ş destnîşan dike ku Êzdiya birayên xwe yên Kurd jî kelereqî kirine (binêr li jêr).
Nexwe Ş di barê Êzdîyan de hîç ne dirust e! Herçend Ş xwe wek dîrok- û ramannas destnîşan dike jî, lê di mijara Êzdîya da dirûye. Dibêje, ku Êzdiya brayên xwe (behsa Kurdên Sunî dike) li dijî xwe “kelereqî” kirine û loma bi tenê man e! Ew di vir de dijberiya xwe ya şexsî li dijî komelgeha Êzdiya bi şêwekî retorikî û dirûtî vedişêr e.
Ş û şîretên wî
Ş dibêje serdema şêx û mîra derbas bûye û divê perwerda olî bi “doktrîn” bê pêşkêşkirin.
Dikare bê gotin, ku doktrîna fêrkirina hemû wanê (ders) yên pergala ayînî li gor ´rêbazên serdemyane´ ye. Raste! Lê Ş dibêje, divê mîr û baveşêxên Êzdiya hem xwe û hem dûajoyên xwe perwerde bikin. Di vir de ew rastî û nerastiyê têkilî hev dike, dibêje, şêxên Êzdiya tovê nepakiyê dixwin nava Kurd û Kurd. Renge ku hinek şêxên Êzdiya bi rêyeke ne guncaw di barê Kurd de biaxifin. Lê Ş di vir de jî vedişêre, ku dinava şêxên Êzdiya de netewperwer û kurdperwer jî ne kêm in.
Nêrin û têbiniyê gotarnivîs
Eşkere ye ku hinek pirsgirêkên Ş yên şexsî bi Êzdiyan re hene. Di rabirdû de hinek Êzdiyên carekê hêrişî wî kirine. Egera sereke ku Ş Êzdiya bê cewazî bi “faşistî” bi nav dike renge ev hêrîş be!? Aya dixwaze biçukkirina “rêzanên Êzdiya” di rojevê de bihêl e? Mînak, di strana kirîvê de Ş feqîrên Êzdîya ne guncaw dide nasîn. Şêx û xasên wan biçûk dike. Dîsa jî mafê kesekî nîye, azadiya raderbirîn û hunerê bê yasayî bibire; cinêwpêdan (çêra) bi namûs û dawiya wî bike.
Divê teqez neyê jibîr kirin ku Îslam di nava komelgeh û civaka Kurd e zal e. Ev hem kêşeyeke gewre ye û hem asteng e bo yekitî û yekrêzîya Kurd. Bi taybetî di nava misilmanên Kurd de caş û nepak hene. Hîç guman nîye ku Kurd bi bîrdoziya îslamî nikare mafên hemû pêkhatan biparêz e. Cigeleweş hîç guman nîye ku Kurd nikarin bi Îslamê hemû taybetî û cewaziyên xwe bi parêz in û bibin hokarê pirrengî, ewlekarî, wekhevî û aştî yê!
Îslam mirova pareve dike ser ´bawermendên serdest´ (misilman), xwediyê pirtûkên ´pîroz´ (ehl-î kitab) û ´gawira´ (kafirun). Ev dadimendî ye? Îdolojiya li ser binka cîhad û serkeftina Îslamê, “doktrîna” ku tenê Îslam yekane ayîne, çewa dikare bibe bingeha komelgehên kurdîstanî? Nexwe divê di Kurdistan de hevsengîyeke serdemyane û guncaw di nava Êzdî, Elewî û Misilmanan de hebe. Bo Kurd û hemû kurdistanî dikaribin di ayînde (pêşerojê) de yektir bijîn. Loma divê pêkvejiyan, avedanî, aramî û ewlekarî para hemû pêkhatên kurdistanî be. Hem mafê hemû mirovan û hem mafê hemû pêkhatên kurdistanî li gor cewaziyên wan parestî be.
Lê diyare Ş xwe hertim baş pişkinin nake û di ser de jî bawer e ku di barê hertiştî de pispor e. Eşkere ye ku gotinên wek Êzdî “faşîstin” zirarê dide têkiliyên Kurd û Kurd. Şuna Ş dan bi tawanan bîne, rastiyê bi parêz e, kurdperweriya bê layen nîşan bide û dergê aştiya di nava Kurd û Kurd e veke, ´Êzdiyên barketî û herwiha bermayê fermanan´ handanî hev (=berdide hev) dike. Pêmwaye kurdperweriya Ş jî weke kurdiya wî ya lawez di bin karîgeriya bîrdoziya Îslam û zimanê erebî de maye. Ma kam (kîjan) kemîne yên navkirî wê ´netewperweriyeke yeklayen´ bi pejrîn e?
Derencam
Hate diyarkirin ku di axafinên Ş de tevlîhevî û rastî têkel in. Mirov dikare ta asteke bibêje ku ev têkelbûn sirûşt û taybetiya Ş ye. Hinek sedemên wî yên şexsî bo rexnekirina Êzdiyan hene (binêr li axaftinên wî!). Lê li Almanya rêjeya Êzdî yên bi ne Êzdiyan re zewicî ne zêde bûye. Tenê zewaca nava Êzdiya û Misilmanan ji ber kêşeyên dîrokî pirsgirêk maye. Gelo kî amadeye keçûkurên xwe bide endamên ayînekê ku ewende nehametî û karesat anîne serê Êzdiya! Ya girîng ew e, Kurd ji bîr nekin ku di rê û rêbaza Îslam de “bîrdoziyeke xwînrêjî” heye (“cîhada biçhûk”). Ev bîrdozî ji avedankirina pêkhatên kurdistanî yên wek Riya Rast, Elewî û Êzdî re nehametî û asteng e. Ma DAÎŞ bi navê Îslamê çi anî serê Êzdiya? Herçend qurse jî lê divê Êzdî jî xwe ji hinek gorankariyên pêwist û serdemyane re amade bikin. Heger na, pêvajoya koçberiya wan wê kotayiya “Êzdiyên barketî”, ayîna Kurd ya mejûyî, bîne. Ma mafê Ş heye bi mijarên pûç rojeva Kurd dagir bike? Barê Kurd ji xwe giran e, divê ew jî girantir neke!
Almanya 5/2020
* Der Autor untersucht in gebotener Kürze di medialen Auseinandersetzungen zwischen Şivan Perwer (hier Ş genannt) und einigen Êziden und stellt fest, dass letzterer Eziden weitgehend unbegründet diffarmiert.
* The essay briefly examines the media controversy between Şivan Perwer (here called Ş) and some Yezidis and finds that the latter diffuses Eziden largely without reason.
——————————————–
Dr. jur. Celalettin Kartal
Pisporê kêmina û kurdnas, mamostê lewepêş yê zankoya Hannover û Hildesheim, beşê ayîn û siyasî.
Çavkanî:
- Şivan Perwer 13.04.2020 – Bangek ji bo… nezanan 2020, binêr li YouTube*
- Heman kes 24.04.2020, binêr li YouTube
- FNDK: Em bi tundî êrîşên li ser Şivan Perwer şermezar dikin, binêr Rûdaw 01.05.2020
- Internationale Stellungnahme êzidischer Gemeinden, Verbände und Organisationen, Die Eziden zwischen Selbstverständnis und Vorurteilen: Wege des Dialogs
- Şivan Perwer, Kirivê, YouTube
- Hesen Huseyîn Denîz: Rojeva gelê kurd bi çewtiyên xwe dagir nekin!
Hinek berhemên gotarnivîs:
- Celalettin Kartal: Deutsche Yeziden: Geschichte, Gegenwart, Prognosen, 2016 (Êzdiyên Almanya – Mejû, serdemyane, pêşbînî)
- derselbe: Der militante Islamismus und seine sakralpolitischen Grundlagen – Vorbilder und Cihad, Norderstedt 2014 (Îslama tundrew û binkeyên wê yên siyasî – sermeşq û cihad)
- derselbe: Gottesrechte versus Menschenrechte, Norderstedt 2014 (Berhevkirina mafên qaşo Xwedê dane û mafên mirovan dirustkirin e)
- derselbe: Der Rechtsstatus der Kurden, Hamburg 2002 (Paya Kurda di serdema Osmaniya û Komera Tirkiyê de)
- DAÎŞ, komkujiya Şengalê û Êzdiyên Almanya 2014
Têdayên axaftina Ş ya 13.04.2020:
(Hemû peyv, hevok û bejê ji çavkaniyên jor hatine lêwergirtin. Axaftin û bûyer ji bo bê ronkirin hatiye kurtkirin û kurdîkirin. Peyv û bejeyên erebî ta astekê hatine pakkirin, gotarnivîs)
“Di ti ayinan da destura kuştina mirov nîye. Bê netewperwerî dewlet nabe. Divê doktrîna olê hebe (Kurdîkirina tekst: gotarnivîs). Kengî ruhaniyên Êzdiyan xwest in, hingê ew dibêjin, em ne Kurd in. Derewa li civakê nekin. We hiştiya Kurdên Êzdî şepirze bibin, ber bi fermanan bi kevin. Serê Kurdên Misilman jî kelereq kirin e. Kî be bila bibe, lê bila… rêya fêrkirina têgihiştî bikarbîne. Bila dibistanên wan hebin… Keçeke Êzdî hez kurdekî Misilman bike, dibêjin kuştina wê qanunî ye. Ev ne faşîzm e!?… Ma ev mirov in? Ne mirov in!… Pêdiviya Kurdistan bi mirovên têgihiştî heye! Dema şêx û pîra derbas bûye! Şêxên wan dijî Kurdan di axifin!… Hunerê min welatperwerî ye!
Axaftin ya 25.04.2020:
“Di Êzdatiyê da jinkuştin nîye! Çend şêxikên wan yên derewîn hene! Ne hiştina ku brayên wan yên Kurd yarîder bin… Êzdayetî xistine rengekî ku xizmeta şêx û mîra dike. Şêx û mîra mirîd ji xwe re xistine kol e!… Ez rastiya Kurd û Kurdistanê dibêjim. Çêra bi namûs û dayika min dikin… Bila mîr û bavêşêx hem xwe û hem duajoyên xwe perwerde bikin! Jin namûs e, divê rêz lê bê girtin! Namûsa te welatê te ye, azadiya te ji dest çuye. Tu dibêjî namûsa min û bi kevira dikujî! Namûs ked, welat, ax e! Şêxîtiya te bê nirx e!… Ezê li dijî hemûya dozê vekim… Elî xizmetkar bû, xwende bû. Çima hate kuştin. Pêxember Mihemed şivan bû!”
Hesen Huseyîn Denîz:
“ Dewleta Tirk her roj jin û zarokên kurd dikuje qey rojekê te negot ev çi felsefeye, ev faşîzm a musilmanan e… Gelekî şûr li ser serê wî be, tu çareserkirina pirsgirêkên civakî nikarî jê bixwazî.”