Ez dilopek ji ava behrê bûm. Li ser min re asîman, di bin min re bêj bi bêj masî û heywanên avî.
Di rojek havîna germ de tirîjên rojê ez mest kirim. Bi germahiyê re giraniyek ket ser min û ketim xewek kûr. Çi bû di wê xewê de bû. Min wer dizanîbû xewn e, tiştên ku ez dibînim. Meger yên min dîtin e, ne xewn bû ye, serpêhatiyên min bû ne.
Bi hilmê re ez ji xwe ve çûm. Ruhê min mîna balonekê hêdî hêdî berbî asîmanan bilind bû. Di serî de li kîjan aliyê dinêriyam her der av bû. Ava şîn mîna çarşevekê her dewer por kiribû. Pêlên avê mîna sura bahê qulbê çarşeva şîn a girûgerî vedişand. Lotikên masiyan ji min re mîna pilqikên ava dikelî, dixwiyan.
Herî ez bilind dibûm behr ji min re aramtir dibû. Çend keştiyên li ber çavên min mîna pîneyên piçûkên li çarşevan dihatin dîtin. Girava pêşina min dît wek qulek bi bizotên agir hatiye holê xwe diyar dikir. Her ku ez bilind dibûm asoyên li ber çavên min berfirehtir, tiştên min didîtin muxlaqtir dibûn.
Bi bilindbûnê re hewa ji min re hîniktir dibû. Radeyek hat êdî di cihê xwe de mam û hêdî hêdî qerisîm. Dema hişyar bûm min dît ku hîn pir hevalên mîna min, dest dane hev û ewrek ava kirine. Ewr li asîmanan mîna pembo spî û gewher bûn. Erd di biniya me de dûr, mîna xalîçekî raxistî çîn bi çîn dixwiya. Min êdî hêvî nedikir ku ezê rojeke dîsa bizivirim ser rûyê erdê. Em çiqas li wir man, ez nizanim. Dema bahozê em dan ber xwe êdî cîh li me belû nebû. Geh çep, geh rast; geh berjêr, geh berjor cîh nema em lê geriyan. Deşt û zozan, çiya û banî di biniya me de rojên xwe dibihurandin. Dema em rojekê rastî sar û seqemekê hatin em hemû ricifiyan, serûbin bûn. Mîna hilhatina me ya ji rûyê erdê daketina me jî wek xewn bû. Ewrên bergirtî û bargiran nedixwestin êdî me hilbigirin û bihewînin. Dema hejiyan û guriyan xof ket dilê me. Vejandina birûskê qidûmên me şikandin. Ewrên ku em mîna beroş di xwe de diparistin îcar mîna parzûn em reşandin ser rûyê erdê. Bi daketinê re herî ku em cemidiyan weqas jî bedew bûn. Nav li me kiribûn „kulîlkên berfê“. Me hemû kulîlkan bi hev re govendek darxist û bi reqsê daketin jêr, berbî erdê weşiyan.
Bi rastî min pir mereq dikir ku ezê li kuderê werim xar û min nedizanî hîn çi were serê min. Xwedê dizaniya, dema ez li tapikê çiyakî bilind, serî bi mij û duxan bimama, ka çend sal li wir bi cemidî rawestiyama. Min nedixwest di cihekî de rawestim, dixwest tim biguherim.
Min carekê tama guhertinê girtibû. Bi zehmet û muşkîlat be jî serpêhatiyên bi guhertinê re kelecaniyek pir bedew dixist dilê min.
Xwedê kir tiştên ku ez jê ditirsiyam nehatin serê min. Li hevşoya xaniyekî du qat de bi hevalên xwe re daketim rû erdê. Şevek tarî bû. Bêyî ewtina kûçikan tu tişt nedihat bihîstin. Em hemû heval ketin paşila/paxila hev û benda avabûna rojê man. Dema hewa germ bibûya, ez dîsa biheliyama û bibûma dilop, ango dilopek av.
Bi ronahiyê re me li derûdora xwe temaşe kir. Her der mîna şîr, spî bû. Îcar jî her der bi çarşevek spî û gewher hatibû porkirin. Ez bi xwe jî parçeyek wê çarşevê bûm. Roj helatibû, lê hewa sayî û sar bû. Em demekê li wir man û li wir min dikarîbû însan hinekî baştir temaşe bikim. Tiştên ku ez di derheqê însan de dixwezim bi kurtayî bibêjim wusa ne:
Dema were axaftinê hemû kes peyvên xweş û bedev bikartînin. Lê kirinên wan bi ekseriyet ne gor gotinên wan in. Tiştên ji bo xwe dixwezin ji bo kesên din naxwezin. Qet naxwezin xwe gor gotinên xwe biguherînin û her dem li benda guherandina kesên derûdora xwe ne.
Ez naxwezim di derheqê însan de pir serê we biêşînim û dîsa dixwezim bizivirim serencama xwe.
Rojekê gelek baran barî, her der ber şilî û şepeliyê ket. Berf heliya û lehî ra bû. Ez dîsa qulipiyam dilopek av. Dema bi avê re gihîştim neqewekê êdî pê hesiyam ku tenê herikandin dikare min bigihîne armanca min. Divê ku hûn bi mereq ji min bipirsin; ma gelo çiye armanca min?
Bi rastî min pir bîra behrê kiriye. Dixwezim dîsa bizivirim û bibim behr. Ji min re aşîkar bû ku ez di behrê de behr bûm. Kengê ez ji behrê veqetiyam bûm dilopek av.
Stuttgart, 18.03.2019