Serxwebûn rûmet e. Eger mirov an neteweyek dixwaze xwedî rûmet be û rûmet û kesayetiya xwe biparêze, pêwîst e serbixwe be. Kesên ne serbixwe ango kesên bindest û mehkûm nikarin xwedî rûmet bin. Kesên bindest nikarin erd, mal, can, şeref, namûs û rûmeta xwe biparêzin. Parastina van nirxên mirovî ên herî bi qîmet girêdayî serbixweyiya mirovan e. Eger mirov ne serbixwe be dilê dagirker û serdesta kînga bixwaze dikare we ji van nirxên mirovî bêpar bihêlîne.
Eger kesên ji van gotinan bawer nakin hene bila li dîroka Kurdistanê a 200 salên dawî binêrin û jê îbretê bigirin. Bila binêrin ku dagirker û serdesta çawa axa kurdan dagir kirine, çawa li Kurdistanê kuştin û talan pêk anîne, çawa kurd ji şeref, namûs û rûmetê bêpar hiştine û ev nirxanan binpê kirine.
Bila kurd li serok û rêberên ku li sêdarên dagirkeran hatin kuştin binêrin ên wek Şêx Ebdusselam Barzanî, Şêx Seîd û Seyîd Riza, Qazî Mihemed. Bila li serok û rêberên ku di zindanên dagirkeran de riziyan binêrin.
Bila li xirapkirina gund û bajaran binêrin li 4 hezar gundên Bakur û 4 hezar gundên Başûr. Bila li Kurdistanê bigerin û guhê xwe bidin serpêhatiyên kurdan ka çawa namûs û rûmet hatiye tinekirin.
Bila bînin bîra xwe ku namûsa kurdan li Şengalê çawa hat binpêkirin.
Bila kurd Zîlanê bînin bîra xwe, bila Enfalê bînin bîra xwe, bila Helepçeyê bînin bîra xwe, bila Roboskiyê bînin bîra xwe, bila Kobaniyê ji bîr nekin.
Doza serxwebûnê doza hemû kurdan e. Ne doza kes, rêxistin û partiyan e. Her kurdê ku dixwaze xwedî rûmet be divê li doza serxwebûnê xwedî derkeve.
Ji bo ku kurd êdî nerin sêdaran, Bijî Serxwebûn.
Ji bo ku 10 hezar gundên din ên kurdan neyên wêrankirin, Bijî Serxwebûn.
Ji bo ku namûsa kurdan neyê binpêkirin, Bijî Serxwebûn.
Ji bo ku bi 100 hezaran jinên kurdan jinebî nemînin, Bijî Serxwebûn.
Ji bo ku zarokên kurdan sêwî nemînin, Bijî Serxwebûn .
Ji bo ku kurd di zîndanên dagirkeran de nerizin, Bijî Serxwebûn.
Ji bo ku Ûxir û Ceylan û Şervan bijîn, Bijî Serxwebûn.
Ji bo ku Helepçe dubare nebe, Bijî Serxwebûn.
Ji bo ku Roboskî dubare nebe, Bijî Serxwebûn.
Ji bo ku Kobanî dubare nebe, Bijî Serxwebûn.
Ji bo ku Şengal dubare nebe, Bijî Serxwebûn.
Ji bo ku kurd wek kurd bimînin û xwediyê Kurdistana xwe bin, Bijî Serxwebûn.
Ji bo jiyaneke bi rûmet, Bijî KURDISTAN.