Fîlozofê mezin Platon peyva ‘’Dewlet’’ê wanî pênase dike: ‘’Çavkaniya çêbûna Dewletê tebîeta mirov e, mirov hebûneke ku pêwîste bi civakî bijî û pêdiviyên xwe bi cî bîne. Platon bextewariya mirov bi jiyaneke civakî pêkan dibine û dibêje mirov ancax dikare di jiyana civakî de pêdiviyên ku têre xwe bike pêk bîne. Dewlet ji mecbûriyeta jiyaneke hevbeş pêk tê.’’
Sokrates jî dibêje ku di bingeha dewletê de mirov heye û armanca vê dewletê ew e mirovan bextewar bike û lûtkeya xweşbîniya jiyana wan bilind bike.
Di îslamiyetê de jî dewlet li ser bingeha edalet û pêkvejiyanê hatiye avakirin da ku millet bextewar bibe. Peymana Medîneyê jî a ku di navbera misilman, cihû û fileyan de hatibû îmzekirin li ser esasê edalet û pêkvejiyanê bû da ku bikaribin pêk ve jiyaneke bextewar bijîn.
Mirov dikare bêje di hemû bingehên fikrên dewletê de mirov heye û hêmana dewletê a yekem jî mirov e. 3 hêmanên bingehîn ên dewletê hene:
- Mirov : Pênaseya hêmana mirov wek gel an millet tê bi navkirin. Tevahiya mirovên ku li ser axekê li ser nirxên hevbeş û vîna pêk ve jiyanê dijîn hêmana dewletê a bingehîne. Wek mînak mirov dikare nirxên hevbeş ên kurdan ziman, çand, dîrok û ax bi nav bike. Ev hemû nirxên kurdan ên hevbeş in û nirxên ku kurdan dikin milletek cuda ji milletên din jî ev in. Ji bo avakirina dewletekê hejmareke mirovan nehatiye diyarkirin, hebûna nirxên hevbeş û vîna pêk ve jiyanê ji bo avakirina dewletekê têr dike.
- Welat : Axeke hevgirtî ku ji bo wê sînorekî diyarkirî hebe. Pêwîst e sînorê erdnîgarî diyarkirî be, nabe ku sînorên erdnîgarî ne diyarkirî be. Mirovên ku li ser vî welatî dijîn pêwîst e xwediyê nirxên hevbeş ên me’newî bin û vîna pêk ve jiyanê hebe. Ger nirxên hevbeş hebin û vîna pêk ve jiyanê nebe ew welat ji bo hemû hemwelatiyan nabe welatek, mînak Koreya Başûr û Koreya Bakur çiqas xwedî nirxên hevbeş bin jî ji ber ku vîna pêk ve jiyanê tine ye welatê Koreyiyan bûye welatekî du perçe.
- Desthilatdarî : Yek ji hêmanên dewletê jî mirovên ku li ser wî welatî dijîn xwediyê desthilatdariya siyasî bin. Wateya wê ew e ku mirovên ku li ser axa xwe dijîn ji aliyê siyasî ve jî xwe bi rê ve bibin. Li ser axa xwe serdestî û li der ve jî wek serbixweyî tê bi nav kirin.
Kêmasiya milletê kurd ji van her sê hêmanan tenê desthilatdarî ye. Di her du hêmanên dewletê ên ewil de kêmasiya kurdan tine, lê hezar mixabin ku em dikarin bêjin ku bi sedan salane ji desthilatdariya axa xwe bêpar mane. Ji bo ku kurd hêmanên dewletê temam bikin pêwîst e hêmana desthilatdariyê jî temam bikin. Mixabin kurd îro li çar parçeyan jî li ser axa xwe ne desthilatdar in. Heta desthilatdariya siyasî bi cî nebe hêmanên dewletê temam nabin.
Hêmana bingehîn a dewletê mirov in û mirov jî ji bo armancekê dewletan ava dikin. Ev armanc li ser daxwaza domandina hebûna mirovan û xweşbînîkirina jiyan û bextewarkirina mirovan tên diyarkirin.
Armancên avakirina pergala dewletan ev in:
1 – Parastina millet ji êrîş û gefên derve
2 – Xweşbînîkirina jiyana millet û domandina hebûna mirovan
3 – Cîbicîkirina ewlehiya millet li ser axa xwe
Armanca avakirina pergala dewletê ya bingehîn ew e ku ew pergala her dem gelê xwe ji êrîşên madî û me’newî biparêze, aramiya navxweyî cîbicî bike û jiyana hemwelatiyên xwe xweş bike.
Kurd bi sedan salane li ser axa xwe bi awayekî şerpeze dijîn, tên kuştin, welatê wan tê wêrankirin, tên sirgûnkirin û tên tinekirin. Sedema van bûyeranan jî tinebûna pergala dewletê ye. Pergaleke dewletê ya kurdan tine ye ku gelê kurd ji êrîş û gefan biparêze û jiyana wan xweş bike û ji bo domandina hebûna milletê kurd bibe garantor. Herwiha tinebûna pergala dewletê li ser kurdan metirsiye û dibe sedem ku kurd xwe li ser axa xwe ewle hîs nekin.
Ji bo jiyaneke bextewar û aram hewceyiya kurdan bi pergala dewletê heye. Ango eger kurd dixwazin bi awayekî bextewar bijîn pêwîst e tavilê dewleta xwe ava bikin da ku armancên avakirina dewletê ku me li jor nivîsandin ji bo gelê kurd jî cîbicî bibin.
27.12.2017
Mihemed Emîn Demîr