Çend roj berê Malpera Rojevakurd ji min ra sê pirs şandibû. Min bersiva wan da. Bersivên min du roj berê, www.rojevakurd.com da hate weşandin, wan bersivên xwe bi xwendevanên navkurd’ê ra parva dikim…
İkram Ogu
1- Li Bakurê Kurdistanê piştî pêvajoya ”çareseriyê” têkçû, şerek dijwar dest pê kir. Gelo berjewendî û zerera tevgera kurd û gelê kurd li Kurdistana Bakur di vî şerî de çîye?
– Berî her tiştî ez dixwazim bibêjim, ew şerê ku ji sî û pênc sal e didome, şerê ji bo maf û azadîya Kurdan nîne. Şervan Kurd in, yên tên kuştin û dikujin Kurd in, yên mala wan xirab dibin û ji axa bav û kalên xwe kocber dibin Kurd in, gund û bajarên heta roja îro hatin xirabkirin û şewitandin, gund û bajrên Kurd in, lê yên ku biryara vi şerî dane û didin, dê û bavên wan kurd bin jî ew bixwe ne Kurd in, ne jî daw û doza Kurdistanê dikin. Ne ku tenê ji bo Kurdistana Bakûr, ji bo çar parçeyên Kurdistanê jî tu tiştekî naxwazin. Heta li dijberê daxwazên dewletbûnê yê ji bo wan parçeyan jî derdikevin û şerê wan dikin. Sedemê têkçûna pêvajoya çareserîyê jî, sedemê şerê xendeqan jî, rêvebirîya PKKê bi xwe ye û, ji xwe ew jî dixwazin ku li seranserî Kurdistanê mala hemû Kurdan xirab bikin û dikin jî…
Zirar û zîyana gelê Kurd gelek zêde ye û bi tu reqaman jî nayê îfade kirin. Bi dehan bajar, bajarên ku tê da hê Kurdên wek bi dirûşmên Kurd û Kurdistanê dijîyan, xirab bûn. Di nav çend mehan da milyoneke Kurd ji axa xwe koçber bû. Îro ji sê kurdan du Kurd ji axa xwe dûr û li rojavayên Tirkîyê dijîn. Ne tenê ji axa Kurdistanê, roj bi roj ji bingeha kurd û kurdyetîyê jî dûr dikevin.
Gelê Kurd, di salên dawîyê da PKK/HDP wek partîyên Kurd hesiband û piştgirîya wan kir. Bi navên kurdan û li ser pişta kurdan 80 Kurdên zimantirk û birayên wan ên Tirk bûn parlamenter. 101 kes jî wek şaredarên bajaran hatin hilbijartin. Rêvebirîya herêmî ket destê PKK/HDPê. Wan çi kirin, li parlamentoyê daw û doza hîmê kemalîzmê kirin, ji bo xatirê biratîya gelan, rêvebirîya sed bajaran bi destê xwe teslîmî dewletê kirin…
Zirar û zîyana Tevgera Kurd çî ye? Gor raya min li Kurdistana Bakûr tevgereke Kurd û Kurdistanî. Bi dehan partî û rêxistin henin, ew jî tenê bi nav û daxwazên xwe yên pûç û vala ji PKK/HDPê cûda nin. Ji wan çavê hinekan li berjewendîyên dewletê, rûyê hinekan jî li Qendîlê ye. Dewlet îşaretek bide, xwe diavêjin ber lingê dewletê, Qandîl li rûyê wan bikene, ew xwe diavêjin nav zozanên Qendîlê…
2- Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?
– Ji bo sekinandina şer, hêzekî Kurd û Kudistanî û bi quwet pêwîst e. Ew jî îro ne li Bakûr he ye, ne jî ji dûr va dixuyê. Jiber ku şer, şer Kurdan nîne. Navê hêza ku şerê dewletê dike bi Kurdî be û ew kêsên ku şer dikin û tên kuştin Kurd bin jî, ev şer, şerê ji bo malxirabîya Kurdan e. Heta ku hezeke Kurd û Kurdistanî dernekeve û gele Kurd azad nebe, ev şer jî naqede. Îro li Bakûr, dibek û sibe li Başûr an jî li parçeyek din û bi awayeke din wê bidome…
Yek jî pirsgireka Kurd, pirsgirekeke navdewletî ye. Şerê ji bo azadîya gelê kurd jî, şerê ji bo malxirabîya gelê Kud jî, êdî şerekî navxwe û herêmî nîne. Îhtimaleke mezine ku, heger li Başûr û li Rojava, pêşketinek çê bibe, di warê dewletbûnê da gaveke dîrokî bê avêtin, bêguman ev yek tesîreke mezin wê li Kurdên Bakûr jî bike.
3- Di baweriya we de cardin pêvajoyek bi navê çareseriyê dikare dest pê bike? Eger dest pê bike dê çewa be?
– Pêvajoyeke nû her dem mimkûn e. Lê pêvajoyeke çawa û ji bo kê û ji bo çi? Alîyê dewletê dibêje ”pirsgirekên Kurdan nema ye”. Alî yê ku ji xwe ra Kurd dibêjin, ew jî ji bo Kurdan tiştekî naxwazin.
Di derbarê vê yekê da nîyeta xwe her roj, bêtir eşkere dikin û dibêjin. ”Em ji bo gelê Kurd jîyaneke bê dewlet û bê jin û mêr dixwazin…”
Maneya vê yekê çî ye? Ne hewceyeke miro kûr û dûr bifikire. Ev camêr rasterast dibêjin, ”Heta ku mala kurdan ji himê wê da xirab nekin, dest ji şer ber nadin…”
Sedem vê yekê ji heger bi navê ”çareserîyê” pêvajoyeke nû dest pê bike jî, ew tu car nabe pêvajoya çareserîya pirsgireka Kurd. Ew di pêvajoya çareserîya ji bo pirsgireka Tirk û birayê Tirkan…
Ji bo biratîya gelan, biratîya ku tê da Kurd cih nagre, an jî ji bo quzilqurt a Rojhilata Navîn tiştek dest pê bike, di encama wê da jî, weke şerê xendeqan ji para Kurdan ra tenê mirin û malxirabî dikeve…
ikramoguz@navkurd.net