Fîlozofê navdar ê Slovenyayî Slavoj Zizek mêvanê Rûdawê bû. Pêşkêşkar Zana Kayanî dipirsî, Zîzek jî bersiva pirsên wî dida…
Gotinên ku Zîzek ji bo kurdan tîne ziman, hêjayî xwendinê ne. Temamîya hevpeyvînê di Rûdawê da hatîye weşandin…
Rûdaw: Profesor, silav û dem baş. Spas ji bo amadebûna te. Ez şanaz im ku vê hevpeyvînê bi te re dikim. Pêşî, ez dixwazim em ji Doza Kurd dest pê bikin. Hûn heta radeyekê ji Doza Kurd haydar in. Te çawa Kurd nas kirin?
Slavoj Zizek: Nasîna Kurdan ne ji ber wê yekê ye ku ez car caran hatime vexwendin ku li ser biaxivim û tew min carekê gotarek ji bo Zanîngeha Rojavayê jî pêşkêş kir. Bi baweriya min, dibe ku rewşa Kurdan wê xitimîna ku em hemû tê de ne, bi awayê herî baş nîşan bide. Ji ber ku siyaseta kolonyal û herwiha lîstika hemû neteweyan, lîstika pîlangeriya dewletên neteweyî yên li derdora Kurdan, careke din ew yek şênber kirin ka kîjan tişt di cîhana me de çewt e.
Bibore, bila ez zelal bikim.
Yekem tiştê ku divê mirov bizane ew e ku ev kîna berçav li [welatên] Rojavayê girêdayî hinek romanên kevin ên serkêşiyê ye ku romanên serkêşiyê yên navdar in û Kurdistan di wan de navçeyeke hovane (wehşî) ye, [behsa vê dikin] dibe ku ew mirovên qehreman û rastgo bin lê hov in (wehşî ne) û filan û bêvan in. Tişta ku bi taybetî bala min kişand, wek mînak, gotûbêja balkêş û hizirî û mêjiyê ronakbîr ê mirovên Kurd e.
Herwisa, pêşmerge û şervanên we yên jin hene. Cihê diltengiyê ye ku ji ber vê tevliheviya kolonyal, hûn bi kêmanî li ser çar welatan hatine dabeşkirin. Ew jî Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiye ne. Ti kes naxwaze otonomiya rasteqîne û tevahî bide we lê bi nêrîna min hûn hêjayî wê ne.
Ez hîna jî gelekî matmayî me. Divê zilhêz û hêzên cîhanî zêdetir piştgiriya we bikin. Bi dîtina min, cureyekî yekîtiya hemû Kurdan, dibe ku ne welatekî bi temamî serbixwe be jî, li şûnê navçeyeke bi temamî otonom aramiyeke zêdetir li wê navçeyê derxîne holê. Di navbera welatên cuda de, dê bibe weke berbendeke parastinê.
Li gorî min, hêmana xemgîn li vir zilhêz in. Herwisa, divê hûn pişta xwe bi zilhêzan girêdin ji bo ku fişarê li hêzên navçeyî yên li derdora we bikin. Wek mînak, tevî ku ez ne Çomskî me ku pir dijî min e, lê ez di xalekê de bi wî re hemfikir im ku ew bi giştî dijî destwerdanên Amerîkayê ye. Lê bila li bîra te be, berî çend salan, dema ku Trump serok bû, ferman da û hêzên Amerîka, ne şaş bim, ji bakurê Sûriyê kişandin. Ev biryareke kambax bû, xasma li cihê ku divabû Amerîka bimîne, hêzên xwe kişandin. Loma, encama ku ez ji vê yekê gihîştimê ew e ku mafê tu kesî nîne wisa li we bike hûn hest bi tawanbariyê bikin.
Ez nizanim, gelo hûn pişta xwe bi alîkariya Amerîka girêdidin an jî xizmeta emperyalîzma Amerîka dikin an tiştek din…Divê hûn xwe ji bo tu kesî nekin qurbanî.
Rûdaw: Ligel vê dabeşbûna Kurdan li ser navçe û cîhanê, faktorên mana Kurdan çi ne? Kurd çi bikin ji bo ku nola miletekî sax bimînin?
Slavoj Zizek: Tişta pir nexsweş ew e ku, li gorî min, tu garantiyek nîne. Bi nêrîna min, em li cîhanekê dijîn, cîhana îro ku bi eşkere ji hêla tu çarenivîseke bilind ve nayê rênîşankirin an tew bi wateya wê ya Marksî jidestdana gelemperî ya pêşketinê ye.
Pêkan e ku tişt bi tevahî xera bibin. Hûn mehkûmî serxwebûna xwe ne. Ne pêkan e hûn pişta xwe bi tu hêzeke mezintir girêdin da ku we biparêzin. Ez dubare dikim, ji ber vê yekê, li gor min; bi her hawî mafê we heye hûn vê lîstika jeopolîtîk a biguman red bikin ku ji we re dibêjin „Hûn xizmeta emperyalîzma Amerîkî dikin … Hûn xizmeta berjewendîyên Rûsya yan berjewendîyên îslamî yan yên her kesê din dikin.“ Na, bi her hawî mafê we heye hûn her tiştî bikin ku ji bo garantîkirina mana we pêwîst be. Hûn bi tiştekî ne deyndarên tu kesî ne. Lê peyama nexweş ew e ku tu garantiyek nîne.
Rûdaw: Sedema ku Kurd heta niha nebûne dewlet çi ye? Sedem ew bi xwe ne yan girêdayî jeopolîtîka axa Kurdan e?
Slavoj Zizek: Bi dîtina min, di gelek rewşan de ku komek mirov di rewşeke weke rewşa Kurdan de bin, tu dikarî tawana van mirovan bi xwe jî destnîşan bikî lê ji bo Kurdistanê ne wiha ye. Hûn dizanin trajediya we çi ye. Ez wisa dibêjim, şaş ji min fêm neke, ez ne dîn im. Min carekê gotarek li Stenbolê pêşkêş kir. Min pir bi miqateyî û haydarî pesinê Tirkiyeya kevin a siltanan heya dawiya sedsala nozdehan da.
Min got ‘Ev heta radeyekê ji bo mana we baş bû, çimkî hûn dizanin ku Tirkiyeyê heya dawiya sedsala nozdehan gelekî zêdetir pir-navendî bû. Rê dida otonomiya rêjeyî ya deverên cuda. Di demekê de, bi nêrîna min, trajedî ji bo we û ji bo pêkhateyên nijadî yên din ên Împeratoriya Tirkiyê, mîna trajediya Ermeniyan, ji wê yekê dest pê dike gava Tirkên Ciwan [peyda bûn] û Tirkiyê xwest ku bibe welatekî neteweyî yê nûjen.’
Ha bêtara we ev bû. Bi kurtasî, di vî welatî de tu cihek ji bo we [Kurdan] nebû. Ez dizanim ku Ataturk hewl da çareseriyeke gumanbar ferz bike, dema ku wiha radigihand ku hûn Kurd ‘Tirkên Kurd in.’
Eşkere ye ku ev sergihayî nebû. Loma ez dubare dikim, bobelat ne ew bû ku Tirkiye, Îraq û Sûriye dewletên bingehîn bûn, nexêr, ew jî neman lê trajediya we, wê çaxê dest pê kir gava van dewletan xwest ku bibin dewletên neteweyî yên yekreng û nûjen.
Rûdaw: Te behsa welatên kolonyal kir. Bila em ji Doza Kurd herin mijara şerê Rûsya û Ukraynayê. Ez dipirsim, gelo wekî ku Rûsya dibêje, welatên kolonyal Ukraynayê bi kar tînin?
Slavoj Zizek: Ez dizanim ku ev darazeke cemawerî ye. Tew di nav hin derdorên çep ên li Rojavayê de jî [heye], lê bi dîtina min, ev helwesteke pir hovane ye li hember Ukrayniyan dema ku dibêjin ew şerên bi wekalet dikin. Na, bibore, ev ne şerê bi wekalet e. Ew bi wateya rastîn şer dikin da wekî netewe bimînin.
Dijbera wan, Rûsyaya destdirêjker, ne tenê dixwaze wan stûxwar bike û bike beşek ji tiştekî fena Yekîtiyeke Sovyetê ya nû, na, li şûnê bi eşkereyî hebûna wan dide mandelê. Dibêjin ‘Ukraynî nînin.’ Putîn çend caran gotiye ku ‘Ukrayna dahênana Lenîn e’ û balkêş e ku wî rexne li Lenîn girt. Bêguman, Ukraynî her demekê bikarin alîkariyekê peyda bikin, dê lê bigerin. Lê bi baweriya min, li şûna ku em şerê wan biçûk bikin wekî şerekî navçeyî yê bi wekalet di navbera zilhêzan de, wê demê çêtir e ku em bi wan matmayî bibin.
Ukrayniyan tiştekî balkêş kir. Tê bîra min dema ku şer dest pê kir. Hemû zilhêzan, hêzên rojavayî û hemû welatên rojavayê Ewropayayê jî çaverê dikirin ku Ukrayna zû winda bike.
Rûdaw: Tiştê ku niha li Ukraynayê diqewime, şerê manê ye yan şerê bi wekalet e?
Slavoj Zizek: Armanc saxmayîn e. Bêguman, destê welatên din jî tê de heye, lê ma ev ne darîçav e? Balkêş e ku Putîn bi berdewamî vê tekez dike. Armanca wî celebekî vejandinê ye. Ne ya Yekîtiya Sovyetê, lê vejandina Împeratoriya Qeyserî ye.
Ew pir zelal û eşkere dibêje û dubare dike. Hewce nake mirov pişt wateya gotinan bixwîne da bibîne ka di serdema Qeyser de çi bûye. Di wê serdemê de, xeleka bandora Rûsya ji Finlenda, Polonya û her wekî din pêk dihat. [Dixwaze] careke din ew di bin desthilata Rûsyayê de dê bi tevahî neçalak bibin.
Rûdaw: Di vî şerê ku niha diqewime de, dron tên bikaranîn. Mîna şerê dronan tê nasîn. Rola teknolojiyayê di vî şerî de çi ye?
Slavoj Zizek: Rast e. Ev aliyekî din e, lê ev jî rast e ku şer zêdetir û zêdetir dibe tiştekî bê leşker. Leşker kêm û kêm dibin. Her çiqasî leşker hîna jî di qada şer de roleke girîng dilîzin lê niha şer bêtir ji aliyê wan kesan ve tê kirin ku li cihekî nola navenda biryarê yan taqîgehê rûniştîne. Tew, carinan bi hezaran kîlometreyan dûrî qada şer in, bi rêya ekranekê li şer dinêrin û destên xwe li bişkokan dixin.
Ev pêşeroja me ye û em nikarin jê birevin jî. Dibe ku ev bibe pêkenok lê xewna min tenê ew e ma gelo ne baş e ku aliyên şer li hev bikin li ser ku cihekî cîhanê ku biyabana tevahî be yan cihek be ku neyê bikaranîn û mirov lê nebin, hilbijêrin û herin li wir şer bikin? Bila em wisa pênase bikin ku zeviyek ji bo hevrikiyên wan be û êdî ziyanê negihînin kesî.
Ji aliyekî din ve, şer zêdetir bûye şerê dronan û şerê teknolojîk û her ku diçe rola leşkerên rastîn kêmtir û kêmtir dibe. Ji hêleke din ve jî, tişta nexweş derbarê bikaranîna dronan de ku armanc bêtir bi awayekî ye ku tew bi qasî ku kesên sivîl ên li pişt çeperên şer tên armanckirin, leşker nayên armanckirin. Wekî ku Rûsya niha dike û bi awayekî sîstematîk li rojavayê Ukraynayê û nêzîkî Romanyayê û li ser sînorê Romanyayê saylo û çavkaniyên dexlûdanê bombebaran dike.
Bi baweriya min, ev tengijîneke xofdar e. Bi taybetî … eger tu bihêlî ez vê jî bibêjim…nemaze derbarê rewşa Afrîqaya Navîn de, li wir di mehên borî de çend derbeyên leşkerî çêbûn li Malî, Nîjer û Burkîna Fasoyê ku bi alîkariya Rûsyayê hatin kirin, [bi alîkariya] Koma Wagnerê û leşkerên Îslamî yên navxweyî.
Vêga Rûsya van serhildanan wekî xebata dijî kolonyalîzma Rojavayî rave dike. Hinek rastî di vê de heye. Welatên ku Fransa ew berê dagir kiribûn, hîna di bin serdestiya Fransayê de ne, Fransa wan bi kar tîne. Lê, gelo ev ne rewşeke pir nexweş e ku cîgir derbeyeke îslamiyan e?
Ev pêwendiya di navbera îslamîstên radîkal û artêşa taybet a Rûsyayê de kabûsa herî nexweş e. Ev ji bo min rewşeke pir xemgîn e ku hilbijartin di navbera xirab û xirabtir de ye, di navbera kolonyalîzma rojavayî û dîktatoriya navxweyî ya pir tund de ye.
Rûdaw: Pirsa min a dawî. Yek ji hêviyên te ew bû ku tu pirtûkeke hezar rûpelî wekî pirtûka (less than nothing) binivîsî, tu dê vê pirtûkê kengî binivîsî?
Slavoj Zizek: Niha “Kêmtir ji netiştî” berdest e. Nizanim çend sal e ku heye. Lê tu dizanî çi hat serê min. Biryar bû ev karê temenê min be. 1000 rûpel e. Dema ku min ev pirtûk qedand, ji ber ramanên ku di vê pirtûkê de, ez di çi de bi ser neketime, ez di xewnên xwe de asê mabûm. Ji bo van heft-heşt salên dawî, ez tenê hewl didim tiştê min nikarîbû di wê pirtûkê de bikim, sergihayî bikim. Lê tiştê ku dibe ku sûda wê bêtir ji we re hebe ew e ku min niha, vê dawiyê, du pirtûkên nû kuta kirin.
Yek meha bê diweşe ku li ser “azadî”yê ye. “Hizira azadîyê çiqasî berevajî ye?”, “Tê çi wateyê ger tu vê serdemê bi awayekî çalak azad bî?” têgihîştina neolîberal a azadiyê rexne dike. Navnîşana pirtûka duyem dibêje “Her tişt bêbaweriya Xirîstiyantiyê ye.” Ez lêborîna xwe dixwazim ger ez hinekan ji we bêzar bikim, ez bi xwe bêbawerî me.
Bi dîtina min, pêwîstiya bêbaweriyê jî bi tiştekî heye ku meriv dikare jê re bibêje “ezmûna îrfanî ya olî”, ezmûna lawaziya me, ezmûna kendalan an valahiya ku em bi tevahî tê de niştecî ne. Bêyî vê bingehê, çi navî lê dikî bike: Ezmûna îrfanî ya ruhanî. Em bêyî vê bi rastî ne mirov in. Niha ez bi vê yekê mijûl dibim. Hinekî têkildatî wê yekê ye ku ez pîr bûme û di vê temenê pîrbûna min de, êdî meriv dest bi pirsîna van pirsên bingehîn dike.
Rûdaw: Birêz Slavoj Zizek, fîlozofê Slovenî, ez bi gotûbêja ligel te kêfxweş bûm spas ji bo vê derfetê…kerem ke
Slavoj Zizek: Ez dikarim hevokekê zêde bikim? Hin hêviyên min ên veşartî hene. Berî çend salan, berî vîrusa koronayê, berî tundûtîjiyên nû, bername hat danîn ku ez serdana Bakurê Sûriyê yan Rojava bikim. Serdana Zanîngeha Rojava. Ez nikarim navê wê baş bilêv bikim.
Rûdaw: Rojavayê Kurdistanê?
Slavoj Zizek: Erê. Min dixwest serdana hin beşên Kurdistanê bikim. Çimkî tiştê ku bala min dikişîne ew e, dema ku ez ciwan bûm, li gor nêrîna hin rojavayiyên ku li deverên çiyayî yên Kurdistanê pirtûk nivîsandibûn, hûn wekî mirovên dînik û serewtayî hatibûn behskirin. Lê, nexêr ne wisa ye. Hûn li Rojhilata Navîn ji aliyê hizirî ve gelekî pêşketî ne. Hûn mûcîze ne. Hûn dikarin bibin mînakeke, ne tenê ji bo welatên derdora we, lê ji bo hemû cîhanê ku çawa miletekî bêpar dikare di warê hizirî de geş bibe. Ez hêvîdar im mûcîze biqewime…dibe ku yek ji hêviyên min…dibe ku ez xewnê bi Kurdistanê bibînim…
Mebesta min ji Kurdistanê hemû parçeyên wê ne ku Kurd lê dijîn. Bibe cîhekî mîna Bangalora Hindistanê. Tu dizanî, program û navendên dijîtal ku tiştên baş ên şaristaniya îro ne, dikarin rasterast ber bi wan biçin bêyî çûna ber bi pîşesaziya kevin. Loma, ez dubare dikim ku yek ji hêviyên min ên herî dawî ew e ku ez serdana Kurdistanê bikim, çi beşa wê be. Ez tenê dixwazim li wir bim. We tekez kir ku hûn çiqasî baş dikarin kar bikin. Rast e ku ne pir çepgir e, lê xasma li bakurê Îraqê ku li Îraqê alozî heye lê beşa wê ya Kurdî tekane cih e li Îraqê ku bi awayekî normal bi rê ve diçe. Her wisa, ew beşa we ya li bakurê Sûriyeyê pir rewşenbîr in. Divê xelk fêrî vê bibin û pê bizanin. Hûn ne ew eşîrên seretayî ne ku em Ewropayî bixwazin we biparêzin.
Rûdaw: Profesor, ez spasiya te dikim û hêvîdar im hûn rojekê ji rojan serdana Kurdistanê bikin û em we ji nêzîk ve bibînin, dîsa spas ji bo vê derfetê.
Slavoj Zizek: Ez serbilind im ku her dem ji bo we biaxivim. Gelek spas.