Her du suwar hatin nêzik hatin. Hemo dît ku ew, birayê Zeynê yên mezin, Zinar û Reşo ne. Hemo li meydanê hazir û nazir, ji bo bersîva erişa wan xwe amade kiribû.
Zinar û Reşo silav li Hemo nekirin. Bê xatir û bê wîcdan xuya dikirin. Ji nêzîk va hinek seyîr hev kirin. Kesî qise nedikir. Her sê hesp jî rastî hev hatibûn û erşanî dikirin. Belkî jî wan dizanîya ewê şer bikin. Hesp bi gem û hevsaran zor dihatin zevtkirin. Herdu birayên Zeyne nedixwastin waxta xwe wenda bikin. Dixwastin ji demek zû da şer dest pê bike û ew jî karê Heme xilas bikin. Lê rastî jî Hem ne loqmekî sivik bû. Di carekî da Hemo nedihat daliqandin. Ew î lawê bawê xwe bû. Jîyan timî aqil, firset û şans e… Firset û şans ne li gel Hemo bû.
Lê belê aqilê Hemo li cîh bu. Dîsan jî nedixwast rîskêk giran bistîne ser xwe. Wî dixwast, bi rêyeke aşitîyane vê meslê safî bike.
Hemo carek din, bi dengekî zelal û zelûl bang li herdu birayên zeyne kir…
Zeynê xîwşka wa ye, evîna Hemê ye, pir dilsoz e
Bê şer teslimî we nakim, nav min û wê da, heye soz e
Zinar axa, suwarê hespê şînboz e
Emir mezin, bejn direje û piştxuz e
Gelek bi hêrs e, pir jî bêkêf e, bi lêv û poz e
Çimên hespê wî ji erdê derdixine dûman û toz e
Dibijî di guhê wan da tê lêdan zurne û saz e
Direqise li hember Hemê, çiqas jî narîn û naz e
Dibêjî suwarê wan bes, bûne berbû û qîz e
Ketîye dîlanê, di serî govendê da dilîze
Erdê kevir û kelmeyê, kaş û nawal e, ne jî dûz e
Zerî ketîye, deşt beleke, dibêjî qey hatîye payiz e
Erçel û erşanîne qey xwarine (zîllotî) varcoxa binî gûz e
Hatine hember Hemê, dibînin çi daw û çi doz e
Qimiş nabim eriş bibim, suwarê ser wî, pir heja û ezîz e
Herdu birayên Zeynê bi du hespên çûst, erşan û erçel eriş anîbûn ser Hemo. Hemo qayt kir ku xilasbûna wî ji dest birayên Zeynê tune. Hespê xwe, ber bi baxirekî ajot û çu. Pişta xwe da baxir (zinar). Di demên berê da, bav û kalan timî ji wî ra gotîbûn “lazime di şerda tu pişta xwe bidî pîyê zinaran”. Li paş Hemo Zeyn û baxirek, li hember wî jî du kehêlen erçel û du suwarên cavbixwîn, Zinar û Reşo axa. Hespên herduyan jî pir erşanî û how bûn. Li dor Hemo dihatin û diçûn. Rewşa Hemo zor û ew di xeterê da bû. Hemo bang li Zeynê kir û got
Hespê Reşo axa reş û sor e
Histûda morî mircan dor bi dor e
Enîya xwe jî sipî ye û bor e
Suvarê wî kose û ocax kor e
Qezîya pêşîn şirîn e başî tim şor e
Ez şivanim, li ber derê axan mamê kol e
Ser me da hatîye, wa çi hukim û zor e
Nahêlin safi bikim, em bibînin ji xwe ra rê û çar e
Ketime tengasîyê, laşê min da tê xûya kirin mirin çiqa jî sar e
Zeynê axin bike, birayên te qehêlan bila bînin xar e
Zora wan nebim, ditirsim tu ji min ra nebî bermalî û yar e
Kuştina min ji bo birayê te, tune çi fayde û ne jî çi kare
Herdu birayên Zeynê û Hemo hatin hember hev. Hemo, bêdil û bêçare li benda erişê wan bu. Bi rastî wî nedixwast li gel wan şer bike. Loma bêdil û bêçare bû. Brayê Zeynê, Reşo bi kilamek bang li Hemo kir û got:.
Ay lo lawo ay lo lawo, Hemo li ber derê me Şivan e
Te dile me şikandîye, gelek bi êş û jan e
Nanê ku te xwarîye, li gel me û li derê odane
Alifê gundê me, li te ra bibe heram e
Nimeta mala me, te kor bike bi herdu çavan e
Xarina me te kud bike ji herdu nigan e
Te çer qiymiş me kir, revand xwîşka me sê birane
Em rezil bûn di nav aşîrê Hîzolan û Gondê Budan e
Te çima Zeyn rewand anî deşta Gewran e
Navê me baha bu, te ew kir pîr erzan e
Te agir berda nav malbata me hemûyan e
Em nehatine canê te bigirin, ne jîbo qelind, pere û pulan e
Bersîva me bide mîna camêr û mêran e
Rabe bide cava darê rimê me herdu biran e
Eger tu mêranîyekî derxinî ji naw van erdan e
Emê bi xwe bibirin qelind û fermana te, bi destan e
Eger te nekir, emê dil û cigerê te bikin naw cîzman e
Bavêjin ser xalidang û ser sergoyan e
De rabe Hemo hêrsa dilê min sar nabe, xemgînîya me giran e
De rabe Hemo, qet ji me ra mekê bahîs û qezîyan e
De rabe Hemo bersîwa me bide mina mêran e
Fîstaneke rengîn, ji rengên kesk û sor û şîn li Zeynê bû. Fîstanê wê bi gulen zer ê çînçînik bejna wê ya tenik xemilandî bû. Li er zinarekî piçûk rûniştî bû. Hiş û aqile wê û cawên wê li ser Hemo bû.
Bejna Zeynê ya bi hemû rengên Kurdistanî xemilandî, li deşte Gewran mîna gulek bedew û rengîn xûya dikir. Bi xemgîni li ser davîya şer û li ser qedera xw û Hemo difikirî.
Ji xemginîyê histûyê xwe xwar kiribû, bi çaw gîrî li ser tam û eşqa xwe û Hemo dikilkilî û li Hemo mêze dikir.
Xewna wê rast derketibû. Herdu gurê nerên ku di xewna xwe dîtibû, Zinar û Reşo bûn. Dawîya vî şerî da kî bi ser dikeve? Herdu birayên wê yan ji Hemo? Ew hê xûya nebû!
Kî biser bikeve jî, ew wenda dike. Zeynêvê yekê baş dizanîbû.
Li pîyekî Zinar û Reşo yê birayên wê, li pîye din jî destgirtî û evîndara wê Hemê Şivan.
He hine li tilîyên wê yî direj û narin neketibû, porê wê yê reşxelek û gulîyên wê yên hunandî bi ava gul û rihanan nehatîbû şûştin. Xêlîya kesk û sor û zer neavêtibû serê xwe û bûktîya xwe piroz nekiribû. Li alîyê din, hê di tilîya zavayê teze Hemê Şivan da gustîla Kurdî ya ji zêr û zîvên gilower tune bû. Dilê wê di nav du agiran da mabû. Di dilê xwe da digot rewşa ku ez tê da me, bila Xwedê neyne serê tu evindaran.
Hemê dûr û direj, li Zeynê mêze kir û dest bi kilamek kir û ji herdu birayên Zeynê ra got:
Axano!
Zeyn bermalîya min e ew ji min ra dibê can e
Evina wê diêşîne dilê min ji gelek salan e
Hemê şivan e disa li ber pezê we û karan e
Min pir xwarîye nanê ji destê we axan e
Nanê we min kud meke bi nigan e
Bila kor meke ji herdu çawan e
Ya min ne ji cebrê ne jî ji zor û zerpan e
Çi he ji êşqa rehmetan û evîna dilan e
Disa di derîyê we da Hemê şivan e
Daxilê we biran û hemû Budan e
Min daxîl bigirin, ezê bibim ji we ra gavan e
Zinar li Reşo vegerîya jê ra got:
Va teresa dixwaze bi qezî û misletan me bixapîne. Lêborîna wî tu car qebul neke. Em tenê canê wi dixwazin. Wekî din tu şert û şûtê me tune. Careke din herdu bira wegerîyan ser Hemê. Dû ra Zinar dest pê kir û ji Hemê ra got:
Ay lo, ay lo Hemo tu şivanê dewar û pezan
Tu nikani me bixapini, bi peyvan û sozan
Em ne zarok in tu dîkî mislet û qezîyan
Em canê te bistînîn û laşê te bavên, paş wan rezan
De rabe Hemo de rabe bigre li hember me ref û hêzan
Zinar gotina xwe birrî, îcar Reşo bang li Hemo kir û ji Hemo ra got:
Qezî û şorên te bê fayde ne. Kerema xwe li hember me biskine û cawa me bide, ku em ji bikaribin li gel te rehet şer bikin. Qanuna şer ew e ku tu li hember me şûrê xwe bikişînî.
Rabe cawa me bide li koşekî deştê Gewran
Eger tu mêranîyekî derxinî ji naw me hersêyan
Emê bi destê xwe ji te ra bibirin zêr û zîwan
Milanekî dermexinî, emê berdin xwîna te ser herdu qêzêwan(pîlan)
Laşê te ji erdê bilind bikin û têxin nav cîzman
De rabe Hemo, berxwe bidê, li ser erd û li bin ezman
Hêrsa me sar nabe, heya xwîna te dilop dilop nerijîyan
Lazime em ruh û canê te bistînîn heya roj neçûye avan
Rabe bigre li hember me ji xwe ra şûr û mertalan
Hemê çawa kir, dîsa jî ji dest herdu biran nikarîbû xilas bibe. Hemû derî li ser wi hatîbûn girtin. Teselîya wî ketî bû. Hemû rê û dirp li ber wî hatîbûn birrîn. Deşt bêdeng bû. Tenê dengê xuşina ava Çemê Pirê û weqeweqa beqan di nav kanîye da dihat guhê Hemê.
Herdu birayên Zeynê gavêk pêşta dixwestin, zora Hemê bibin û di deşta Gewran da cezayê wî bînin cîh. Hem û Zeyne bê hevî bûn û ketibûn qisaweteke mezin… Lê jiyan tim li axan guhdarî nake carcaran jî ji şivananra rê vedibe û ew ji rûken dibin…
-didome-