Seyit Huseyn Kilavuzê Balanî
Gundê Balan bê te wêran e.
Ew di nav gel da wek Sey Husênê Balanî dihat nasîn.
Sey Huseyn ji sê lawê Seyîd Hesen yê ortê bû. Yê ji wî piçûktir Safî, yê ji wî mezintir jî Duzgun Baba bû ku ew di 38an da hatibû dardakirin.
Sey Huseyn di sala 1901an da li Mêzgirê, li Goma girêdayî gundê Canikê tê dinê.
Ew jî wek bavê xwe bavê sê lawan e û navê wan jî Îmam Huseyn, Hesen û Duzgun in.
Ji wan Hesen Klawuz, hîn jî li dervayî welêt dijî û di nav Civak a Kurdên Elewî da bi xizmetên xwe yên qedirbilind tê naskirin.
Goma Balan, di nav Newala Karê da hatîye avakirin. Di navbera Kar û Canikê da cîh digre û hişinayî ya wî gelek zêde ye. Malbata Kilawuz li ew Goma şêrîn da dijî.
Sey Huseyn mirovekî zana û bi axaftina xwe ya bi Kurdî û Tirkî jî mirovekî xweşsohbet bû. Jîyana xwe bi çandîyarî û ajaldarîyê derbas dikir.
Bi taybetî ji hinek parêzvanên mezheba Elewîyên Qizilbaş ên li Dersimê, bi taybetî jî ew ên wek seyît dihatin binavkirin, xwe bi Tirkan va girê didan. Bawerîya xwe bi Tirktîya xwe dianîn.
Bi rastî bi vê yekê jî xwe dixapandin û xwe ji zerara ku ji dewletê dibînin, diparastin. Ev yek jî ji alî herkesî va dihat zanîn.
Ev propaganda ya qirêj a ji alî devletê va dihat kirin, piştî salên 38an li Dersimê bêtir zêde bû.
Dema ku ev Mersîye ya Sey Huseyn ket destê min û min guhdarî kir, ez têgihîştim ku ew mirovekî çiqas Kurdperwer e. Heger ku hûn jî bixwînin, hûn e jî kurdeperwerîya wî bibînin.
Sedema zilm û zordarîya li Kurdan hate kirin, wek heremên Kurdistanê yên din, Kurdên ji Goma Balan jî koçber bûn û ji axa bav û kalên xwe dûr ketin.
Goma Balan îro xêncî kesên ku li xerîbîyê dijîn û di mehên havînê terin tên, gomekî vik û vala ye, gomekî wêran e.
Sey Huseyn di dema Komkujîya 38an da tê girtin û di girtîgeha Elazîzê da 5 salan dimîne. Di hemandemê da birayê wî yê mezin Duzgun Baba jî tê girtin. Dest û pîyên wî bi qeyd û lelê girê didin û berê wî didin Mêzgirê. Li wir bê pirs û lêpirsîn darda dikin.
Piştî berdana ji girtîgehê Sey Huseyn ji Elazîzê peyatî bi rê dikeve û tê gundê xwe. Li gund dibîne ku mala wan ji alî eskerên Tirk va hatiyê şewitandin û hilweşandin.
Ji ber wê dîmenê, bi jan û êşa xortên Dersimê û Duzgunê birayê wî yê hatîye dardakirin jîyana xwe derbas dike.
Ji bo sotandina ruhê xwe yê birîndar, kîn û xemgînîya xwe bi deng û lêxistina tembûrê va tîne ziman.
Sey Huseyn tembûrvanekî behredar, hostayê lawje û peyvan e.
Beste û mersîye yên wî hestên mirovan dilerizîne û merîya dibe salên komkujîya Kurdan. Yên ku guhdarîya wî dikin, dibêjin gelo têlên tembûrê çawa ji heybeta lêxistina wî naqetin. Hela ku gotinên wî, li dil û gurçikên merîya tesîr û xemgîn dike.
Heger ku hûn Mersîye ya wî bixwînin û fam bikin, hûnê jî bibînin ku ew mirovekî çiqas zana û welatperwer e.
Di sala 1980yî da kasêta wî kete destê min û min ew bêhêjmar guhdarî kir ku, ew kasêt hîn jî li ba min e. Piştî guhdarîkirina kasêtê, min û Nuran Xan a ji gundekî nêzikî Goma wan, me xwest ku serlêdana wî bikin. Mixabin piştî darbeya 12ê îlonê ez jî hatim girtin û daxwaza me jî nehat cîh. Bi vî awayî min îmkana naskirina wî ya bi şexsî nedît. Jiber ku heta ez ji girtîgehê derketim, jîyan xwe ji dest dabû û çûbu ber dilovanîya xwe.
Di zarokatîya xwe da dema berhevkirina kivkarkan da, min Apê Huseyn nas kiribû. Mirovekî xwedî tesîr û bi heybet bû.
Kalemêrekî ji gundê me bi Kurmancî ji me ra digot; „dema ku em kar bûn me têr şîr venexwar, dema ku em bûn bizîn wê demê jî pelên dara mazîyê têra me nekir.“
Di vê erdnîgarîyê da me jî îmkana naskirina mirovê xwe yên hêja û zana nedît. Sedema bêçaretî û feqîrtîya me bêdewletîye û ew jî hîn didome.
Her roj çand û nirxên neteweyî ya me, cêribandin û danehêvên me jî bi bav û kalên xwe girtine, bi wan winda dibîn û dikevin bin erdê.
Min Mersîye ya Sey Huseynê Balanî, ew mersîye ya ku komkujîya dersimê tîne ziman, ji nûva serrersat kir û hinek jî berfireh kir. Hêvîdarim ku yên bixwînin û guhdarî bikin, ewê careke din lanetê li wê komkujîyê bikin.
Sey Huseyn di sala 1982an da, di dema zilm û zordarîyê da, bi bîranînên xwe yên bi êş û jan ji nav me qetîya.
Li Goma Balanê, li cîhê ku hatibû dinê û pirr jê hez dikir, li wir jî çavê xwe girt û dinya xwe guhart.
Hêvîdarim ku hemû Kurd jî weke wî li ser axa bav û kalên xwe, jîyan xwe ji dest bidin û li wir werin veşartin.
Bila Xizirê ku wî bawerîya xwê pê dianî bi nûr a xwe va şa bike.
Axa me û Sey Huseyn yek e.
Em rêwîyên yek rêkî ne.
Îsyana me hîn didome.
Kurdistan hîn di rengê Kerbelayê da ye.
Wek dema Dêrsimê, gazî û hawara me hîn nayê bihîstin.
Kurdistan hîn di rengê Kerbelayê da ye.
Û Goma Balan bê te bêtir wêran e.
Mersîye ya Li Ser Dêrsimê
Hewakik vê biharê tê dilo wiy de hewakik çi sar e.
Li dinyayê lo hewakik çi sar e wîy, ax çi sare.
Biray min Dizgun birine, Mêzgirê avêtine dar e.
Penc salê min tijî bûye, ji hepsa Elazîze derketime der e.
Ketime rîya kengerîyê, divê binê lingê min teqîyane Xwedêo.
Junî ye min dêşin bira nikarim herim mal e wîy.
Ezê bandikim imdada min da bê yêkî can sivik.
Rebê alemê jorin Xizirê Kal e.
Min bikşine xwe ra bibê mal e wîy.
De nabî nabî nabî nabî.
Derdê jana biratîyê giran e.
Xadêo, caran derdê biratîye qe ji birnabî.
De bila li dinyayê bihar bî bihar bî.
Bila sê caran biray min ra bihar bî.
Erde Dersimê min û tera wêran e.
Bila nedostên me têra xwe li me şabî.
Go ezê derketim diyarê şewitîya lo Balan e.
Go bihar e dar û ber hêşin bûne liminê liminê çilopan e.
Binê lingê min teqîyan ê.
Nikarim herim ser lingan e.
Dikişim bi ser destan e.
Hatim ser qonaxa birayê xwê Dizgun.
Qonax şunêdê tunê xan û wêran e wîy.
Qonaxa biraye min bê kes e.
Qonax şunêda tune xan û wêrane.
De bira îsal sal gerîya hatîye sala pêncan e.
Bi min û te eyan bû, birayê te.
Husên ji mapisxana Elazizê derketîye der e.
Li ser pagê te danîye şin û şiwane.
Êrdê Balan pênc sal e bê min û te ma ye.
Ketîye bin destê esyetega jinan e.
De dilo dilo dilo wiy dilêmin bi êş û jan e.
Îro li min dişewitî ciger û can e.
Ketîye hundirê min girtîye kul û jan e.
Digerim li hekîm û loqmanan bira.
Çara wi derdî nabînim îlac û derman e wîy.
Xadê şalan dawa yê me bibînî ûlû diwan e.
Rebê alemê mehêlînî yê ku bûye sebeban e
Go înî înî em komkirin birin roja înî.
Bihar e pepûk derketîye qoynan xwe ra dixwinî.
Ax bira Duzgun tu serê xwe ji erdê Mêzgirê derînî.
Biray min bê sûc û bê gune bû.
Xadê tala dawayê te tew dawayê.
Husênê Gazi li Kerbelayê serê xwe da.
Tewl dawayê deşta Kerbelayê bihevînî
Îro sê ro ye dora qonaxa birayê xwe têm û terim.
Qê ber çavê min wanda nabî.
Go Balan dipirsî dilo dilo dilo wîy.
Newal û aşe pîkik Canigê, pîkik jî Kar û kaş e.
Dibê derdê Dersimê girtîye û ketîye Husê Balan pir nexwaş e.
İsal pênc sal e birayê min çû ye neçû ye.
Ser qonaxa wi da dixwinin çûçikên reş e.
Bila Xadê warikî berde mala Romê.
İla jî mala qumandanê Baki Demîr Paşa.
De nabî nabî nabî nabî.
Derdê 38ê pir giran e.
Qirkirina Dersime qe ji bîr nabî.
De hayê hayê hayê sê caran hayê.
Xade tala warikî berde mala qeymeqamê Mêzgirê.
Îlam îlam mudurê wê nexîyayê.
Andêra Mêzgirê kirine hesenqela zemanê berê.
Kîjan Kurd virda diçe wê da jî qe xweş nayê.
Îsal çend sale ser me da vedijinî brûsk û pûkê reş e.
Çemê Munzur diherikî xuş û xuş e.
Ez qayt dora xwe dikim hemû der laş e.
Nizanim tuj me çi dixwazi bênamûsê Kemal Paş e wîy.
Li Dersimê xelk girêdane bi şiritan.
Dixwazin navên me derînin ji xaritan.
Tuj bo mezelê xwe bostik cîh nebînî qumandan.
Çima dukujî xortan û bukan.
İhsanek neînsan fermanê dixvinî.
Destê wî girêdane Rizoyê Dersimî.
Porê sere wî bûye gijik rû bûye gunî.
Berê wî dane meydana şire xwinî.
Dilo dilo ez ne poşman im.
Nuha tu bi çavê xwe bibînî.
De hayê hayê hayê sê caran hayê.
Hedûra dilê min çûye carek din şûva nayê.
Pergala vê dinê digere bi bayê.
Dinyakek heye ji sîya darê
Tim û tim Romê ra nayê.
Tim û tim kesî ra nayê.
Têbinî: Nivîsa min ji alî İkram Oguz va ji Tirkî hatîye wergerandin.
Dîyar Budak