Dema mirov li dewletek an jî li neteweyek dinêre, pêwîste li dîrok û pêvajoya damezrandina wê dewletê bizanibe. Zihnîyeta damezranêrên wê neteweyê, bi dîrok û bi nirxên civakî û siyasî were fehmkirin.
Piştî hilweşandina Împeratorîya Osmanî, gelo bi kîjan zihnîyetê û çewa Komara Tirk ava bû?
Gor gelek daneyên fermî, felsefeya damezranêrên Komara Tirk bi awayekî zelal nîşan dide ku ew bi tevahî li ser zihnîyeta nîjadperestî û monîst(tekparêz) hatiye avakirin.
Mesela, we dizanibû ku berî rêjîma Hîtler li Almanyayê bibe desthilatdar, di salên 1930da, li Tirkîyê Kemalîstan tasa serê 64.000 kesan pîvandine?
Yekem pîvandina tasa serîyan li Tirkiyê di sala 1929 da ji alîyê dîroknas Afet Înan û yekem antropologê serdema Komarê Dr. Şevket Azîz Kansu, profesorê hiqûqê Yusuf Ziya û gelek doktoran hatîye kirin. Di derbarê serê 25 jin û 25 mêran lêkolîn kirine û biryar dane ku ew Tirkin an na.
Wê demê Mahmut Esat Bozkurt ku yek ji kesayet û îdeologên CHPê yê bibandor e, di wê dema da wiha dibêje.
„Efendîyê vî gelî Tirkin. Kesên din tenê, xweddî yek maf in, ew ew jî xulamtî û koletî ye.” (Rojnameya Son Posta ya 21 Îlon 1930)
Dîsa Afet Înan, keça Atatirk a manewî û damezrînerê Cemîyeta Dîrokî ya Tirkîyê ye, ew di bîranînên xwe da dîyar dike ku wê Tirkîye bi deh herêman beş kirîye û bi deh tîman jî pîvan û xebata li ser (qapax)tasa serîya jî bi xwe kirîye.
Afet Înan, di derbarê pîvandina tasa serîyan da wiha dibêje: “Di sala 1936 da min ji Atatirk xwest ku ez li seranserê welat lêkolîneke antropometrîyê ya mezin bikim. Wî gotinê min baş dît û min teşwîq kir. Wî ferman da ku ez vê yekê ji hikûmetê daxwaz bikim. Min ji serokwezîrê wê demê Îsmet Înonû pirsî, wî jî ji bo vî karî, talîmat da Wezîrên Parastine û wezîrê Perwerdeya Neteweyî û wezîrê Tenduristîyê ku ew ji min ra bibin alîkar.
Li gorî encamên lêkolînê di pirtûkê da tê gotin ku li Tirkîyê, bêyî Laz, Kurd û Çerkez, ‚yekîtîya nîjadî‘ heye û derûnîya gelê Tirk ‚brakîsefal‘ serkinik (ser piçûk) û karîna serê wan kesan û pîvana ji sedî 80ê kêmtir nikarin bibin Tirk. Li gorî encamên lêkolînê ev Tirk in. “Piraniya kesên ku li Tirkî yê dijîn bejna wan navînin û serê wan gindor (brakhî) hene. Çavê wan birêkûpêk in. Bandora Mongolît jî hindik heye. Pozê wan rast in. Çermê wan kêmcaran pir tarî ye. Çav vekirî ne, pir caran pir vekirî ne. Piranîya porê wan ango rengê şembelot (kestane)e. Ji ber vê yekê gelên Tirkîyê bi giştî ji nijada spî ya mezin a Ewropayê ya bi navê ‚Homo Alpinus‘ e.“ http://www.habervakti.com/?page=news_details&id=32950 (son erişim tarihi: 17 Eylül 2012.
Rast û eşkereye ku pêşengên van xebat û lêkolînan, ewê dest pê daye kirin Atatirk e. Afet Înan, bi awayekî eşkere û gelek caran dîyar kirîye ku hemû xebatên girêdayî dîrokê û ziman, bi fermana Atatirk hatine kirin.
Tirk jî bi vê zihnîyeta nîjadperest û yekserxwaz a dîrokî ya çêkirî, bi qasî 100 salan hatine perwerde kirin. Ji ber vê yekê, îro gelek siyasetmedar, dîplomat, akademîsyenên bi navê profesor, oldar, kesayetîyên çepgir û rastgir hemû bi hişmendîya nîjadperest, despot û leşkerî tevdigerin. Ji ber wê yekê ye ku ji van rêveber û xwendekarên ku heta roja îro hatine, gerek ji wan tu tiştek neyê hêvîkirin.
Wekî tê zanîn, ji kesên ku her roj bi slogana ‚Ne mutlu Türküm diyene‘ ew ên bi vê pergala perwerdeyê mezin dibin. Gelo hêvîkirina demokrasî û biratîyê, ewê ji wan bi kîjan zimanî û bi kîjan zihnîyeteyî çewa were xwastin.
Îro li Tirkîyê di polîtîka navxweyî da jî, di nav her sazîyên Tirkîyê da, neyartîya Kurdan pir zelal tê xuyakirin. Ji ber vê yekê divê Kurd, li hemberî kadroyên bi zihnîyeta nîjadperest ku bi salan e dewleta Tirk birêve dibin bêtir hişyar bin. Ji bo vê yekê ne hewce ye ku em biçin dîroka kûr û dûr.
Dema mirov rojane medya Tirkîyê dişopîne wê rastîyê baş dibîne. Edî peyvên wanê bi derew û xapînokên li ser biratî û olî jî tu nirxên wan namîne.
Bi kurtasî, ji bo Kurdan îro jî prensîbên damezrandina Komara Tirkîyê mîna yên doh ne. Jibo vê yekê tenê li rûpelên rojnameyên rojane binêrin, hûne dijminatîya nijadperestîya li dijî Kurdan bibînin.
Dema ku peyva Kurdistanê û miletê Kurd tên gotin, ew dîn û har dibin.
Ev jî nîşan dide ku Tirk hîn jî ji serdema Mahmut Esat Bozkurt derneketine û hîn jî bi wê mêjûyê dîrokî û nîjadperestî dijîn….
Ew kesayet û partîyên dixwazin Atatirk û Komara Tirkîyê, bi Kurda bidin hezkirin, bi sîyaseta şaş û xeletî xîyaneta herî mezin dikin…
08.06.2024
siracoguz@web.de