Sazîya Serokatîya Karên Dîyanetê (DIB, Diyanet Işleri Baskanligi), di 3ê meha adarê di sala 1924 da di şûna (Şeriyye û Evkaf Vekaletî) yê da hatîye avakirin. Ew bi emrê Mistefa Kemal û bi qanuna 429an, di meclîsê da tê qebûlkirin û Serokatîya Karên Dîyanetê (DIB) dîrek dikeve bin emrê Serokwezîr.
Serok û rêvebirên Dîyanetê wek memûrê dewletê tên tayînkirin. Xwedêgiravî li ser ola îslamê, qaşo milet daha baş bidin fehmkirin.
Di dema damezrandina komara Tirkîyê, dîsa bi emrê Mistefa Kemal, bi taybetî hemû mezheb û medresên olî, li Tirkîyê tên qedexe kirin. Mezheba henîfî tenê qedexe nabe û ew dibe mezheba fermî û mezheba dewleta Kemalîst.
Yanê misilmanî, sûnîtî û henîfîtî ji bo komara Tirkîyê, dibe mezheba fermî. Mezheba henîfîtî yê yanê bi sebeba muktesebatîyê dikin hîmê navenda olî. Sed sale li Tirkîyê bi destê memûrên dewleta kemalîst, misilman jî di ware olî da, bi wan mele û memûran tên perwerde kirin.
Li Tirkîyê heta sala 2023an hêjmara mizgeftan ji 90 hezarî derbas bûbû. Di sala 2023da hêjmara xebatkarên dîyanetê nêzîkî 250.000 e. Loma Serokê Karûbarên Diyanetê, (DÎB) li Tirkîyê îro xwedî erkekî herî payebilin de.
Mistefa Kemal Atatirk, bi taybetî ji bo miletê Kurd hinek qanûnê nû derxistibû. Bi wan qanûnên nû, ol, zimanê Kurdî, mezheba Şafîî û medreseyên Kurdan qedexe kiribû. Ji bo ku, bi wan qanûnan Kurda ji ziman û netewa wan bide durxistin.
Piştra li ser hîmê mezheba Henîfîtî yê bi sedan terîqet dane damezrandin. Ji bo Kurdan jî kontrol bikin, bi navê terîqeta naqşîbendî, bi dehan terîqet ava kirin. Ewên herî bi nav û deng, bi nave nûrcîtîyê li seranserî Bakurê Kurdistanê birêxistin kirin.
Miletê kurd sed sal e, ji ber qedexe kirina mezheb û zimanê xwe, bêçare di mizgeftin dîyanetê û li pêaş memûrên kemalîst îbadet dikin.
Bi sedan Mele û dîndarên Kurdan digotin li pê memûrê dîyanetê limêja Kurdan nabe. Lê mixabin Kurd jî, ji ziman û ol û mezheba xwe dûr, bi telîmat û xutbeyên dîyanetê li rojên înê, di mizgefta da li pê wan memûrên Kemalîst limêj dikin.
Divê sîyaset û dîn ji hev cûda û ci hev dûr bin. Heger dewlet bi rastî xwedî erkê laîq û demokrat be, dîn jî ewqas ji bo wê milet û dewletî wê demê azad e. Dîn (ol) di navbera qûl û Xwedê da ye, eleqedera dewlet û sîyasetê gerek bi olê tune be.
Li welatên Ewropayê, dîn û dewlet ji hev cûda ne. Keşîş û kesên xizmet û karê olî dikin, ji dewletê meeş nagrin û memûrê dewletê nînin. Ji bo alîkarîya Dêran, ji hemû xebatkaran, bac tê girtin. Ew jî heger ew kes bixwaze ji meaşê wî tê birîn. Di her kolan û taxan da Dêr tunin. Çêkirina Dêr û mal û dergehên olî jî hema hema tunin.
Li ber piranîyan Dêran ji bo mirovên xizan û feqîr cîhên xwarin û kincan hene. Di kampên penabera da alîkarîya zarok û malbatan dikin. Ji bo herkesî, dema hemîletîya jinan da, ji bo zarokên virnî jî angorî hewcebûnê alîkarî dikin.
Bi navê Dêra Ji bo alîkarîya aborîyê û rêvebirîyê wan Dêran, sazîyên girêdayî wan wek nexweşxane, krêş û waqif û malê kal û pîran hene.
Ol û bawerî tiştek şexsî û di navbera qûl û xwedê da dibînin. Sîyaseta û propoganda wan li ser ol û Dêran nayê meşandin. Loma, dibêjin demokrasîya Ewropayê.
Lê li welatên misilman, sîyaset û rêveber, partî û oldarên wan hema hem û antî demokrat in. Ya rastî ewe ku, ew ne ji mirovatîyê ne jî ji Xwedê hez dikin. Bi şiklekî olperestî, sîyasetê bi navê xwedê dikin. Bi navê îslamîyetê bêqanûnî tevdigerin, mirovên yobaz û kedxwarin. Lê belê ew nedemokrat ne jî oldarên durist in. Li hemû welatên misilmanan, di Mizgeftekî da ji bo xizan û zarokan alîkarî qet tune ye.
Li welatên bi şerîetê tên birêvebirin ji bo wan tu pirsek tune ye. Ew şerîetê wek huqûqa dînê Îslamê dibînin. Ew wek dema welatên bi rejîma kominîst û dîktatorî tên rêvebirin. Ji ber ku di şerîetê da cîhê laîqî û demokrasîyê tune.
Lê dewletên wek Tirkîyê, xwedêgiravî xwe laîq û demokrat dibînin, di rastîyê da ew ola Îslamê ji bo berjewendîyên miletê Tirk bikartînin. Li Tirkîyê sed sale bi yek mezheb û bi yek ziman û bi nave miletê Tirk û îslamê, li ser miletê Kurd olperestîyê dikin.
Mixabin, ji bo 30 mîlyon miletê Kurd, ji bo ol û mezheba wan qet tiştek tune. Di Dîyanetê da, navê Kurdan û Mezheba Şafîtîyê derbas nabe. Di nav 90 hezar Mizgeftî da bi bo zimanê Kurdî waiz nayê dayîn. Di nav 250.000 xebatkarên dîyanetê da yek kadro kî bi nave Kurdan tune ye.
Lê ew exmeqên çep û rastgir, dema dibêjin em wek hev û birê hevîn, mirov ji bo wan gotina jî, encax şaş û metel dimîne.
24.05.2024