Nivîskar Têmûrê Xelîl, diyar kir ku neyar dikarin li ser kaxizan binivîsînin ku neteweya me Êzidî ye lê em Kurd in û ti kes nikare DNAya me biguherîne.
Li Parlamentoya Îraqê 182 parlamenteran îmze dan hev da ku Kurdên Êzidî ji Kurdan bên cihêkirin û wekî neteweyeke cuda bên qebûlkirin.
Nivîskar û lêkolîner Têmûrê Xelîl ku bi xwe jî Kurdekî Êzidî ye li ser hewlên Parlamantoya Îraqê ji Rûdawê ra axivîye û di axaftina xwe da wiha dibêje:
“Ermeniyek dikare xwe Rûs bihesibîne, Azeriyek dikare xwe Gurcî bihesibîne.
Ji ber ku Ermeniyên ku tevaya jiyana xwe li Rûsiyayê ma ye, bi çanda wan mezin bûye, zimanê jiyana wî êdî bûye Rûsî. Eynî tişt jî bo Azeriyekî jî derbas dibe.
Ev normal e, ji ber ku Ermenî dixweze xwe wekî miletekî din hesab bike, ango xwe Rûs dibîne
Ji ber ku miletê Rûs heye. Eynî cûreyî Azeriyek dixwaze xwe wekî Gurciyekî bibîne, ji ber ku miletê Gurcî heye.
Hîç Kurdek, heta hîç miletekî din nikare bibe beşek ji miletê Êzidî, ji ber ku miletê Êzidî tune.”
Têmûrê Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi eşîrên hevbeş ên Kurdên Misilman û Kurdên Êzidî jî dike û wiha dibêje:
“Binêre tu dikarî nimûneyên din jî bibînî. Ez bi eşîra xwe va Rojkî me, ango ji eşîra Şerefxanê Bidlîsî me.
Bi hezaran Rojkiyên Misilman hene û bi hezaran Rojkiyên Êzidî hene lê em hemû merivên hev in. Koka me yek e, bavê me yek e.
Eynî tişt jî bo eşîra Sîpikiyan jî derbaz dibe. Begê Sîpikiyan Evdilmecît Beg Misilman bû, lê ew begên Êzidiyên Sîpikî jî bû.
Dijmin dikare miletiya li ser kaxezê binivîse ku filankes Êzidî ye lê dijmin nikare DNAyên min û te biguhêrîne ku ez û te jî ji bavekî ne.”
Kesayetê Kurd ê Êzidî Seîd Cerdo jî li vê ser nîqaşê wiha dibêje;
“Ew kes hewl didin komkujiyên li ser Kurdên Êzidî veşêrin. Armanc ew e ku komkujiyê perdepoş bikin û dixwazin Êzidî ji nasnameya xwe ya neteweyî dûr bikevin.
Dixwazin derzekê li dîwarê kurdayetiyê bixin û Êzidiyan ji kurdbûn û Kurdistanê dûr bikin.”
Herwiha Berdevkê Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê Serhan Îsa jî diyar kir ku ew qebûl nakin ti kes nasname û neteweya û baweriya Êzidiyan bikeve bazarê.
Serhan Îsa dibêje ku eger ew parlamenter rastgo ne, bila herin û îmzeyan kom bikin ku DAIŞê wekî rêxistineke terorîstî ya li hemberî Êzidiyan û Kurd û Kurdistanê ragihînin.