Îro di nava gel û sîyasetmedarên Kurdan da, tişta herî zêde tê gengeşî kirin, pirsgirêka bi nave îradeya gel e.
Gelo îradeya mirov û an jî ya gel çî ye?
Gelo îradeya miletên bindest, di hilbijartinên bi destê dagirkeran tê kirin da, pêk tê?
Dema mirov li welatê xwe yê serbixwe da bijî, bi îrada xwe û bi wezîfeya hemwelatî, di hilbijartina da jî dibe xwedî îrade.
Lê dema bê dewlet û bê nasnama xwe ya neteweyî bikevî hilbijartinên dagirkeran, ew jî ji bo miletê bindest tiştek îfade nake.
Ji ber ku desthilatdarî û her tişt di destê sazîyên dagirkeranda ne. Ew ji bo berjewendîyên miletê xwe çewa bixwazin bi angorî qanûnê xwe bi rêva dibin. Angorî şert û mercên qanûnê xwe dest didin ser îrada miletê bindest.
Helbet miletê wek mîna kurdan bindest û serwerîya welatê wan nebe, îrada wî miletê jî ne neteweyî ne jî bi şexsî tune û nabe.
Berî her tiştî ji bo miletbûn û îradê ya gel, gerek hinek şert û mercên wî miletî jî hebin.
Bi kurtasî ew jî, ji çend xalan ew in, miletê xwedî îrada xwe, gerek xwedî dewleteke serbixwe be. Di nav welat û derweyî welat da xwedî erkên neteweyî be. Li welatê xwe da xwedî hêzên parastinê û desthilatdar be. Bi her avayî li ser erdê welat, xwedî îrade û wek her dewlet û miletî bi hukimran be.
Heger neteweyek bi temamî azad û serbixwe be, wê demê dibe xwedî îrade.
Îro rewşa miletê Kurd rava dide ku li çar parçê Kurdistanê rewşa wan ji hev cûda ye, îrada miletê Kurd tune.
Li Başûrê Kurdistanê bi yasayên nav netewî û bi yasayên Iraqê Kurdistan Federal dewlet e. Lê ne xwedî serwerî û hukimranîya îrada gelê Kurdistanê ye. Ji ber ku parlamento û dadgeha bilind ya Iraqê çi qerarî bigre, dikarin li ser Kurdistan a Federal bi cîh bînin.
Wek mînak, hikûmeta Iraqê bi biryarek dema hilbijartin û endamên Parlamentoya Kurdistanê guhart. Ambargo da ser firotina pêtrola Kurdistan ê. Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, komîsyona bilind a Iraqê li ser hilbijartinê qerara didin û birêve dibin. Her çiqas federal be jî îradeya miletê Kurd li wir jî tune ye. Heger li Başûrê Kurdistanê îradeya gel heba, piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê, îro Kurdistan dewletek serbixwe bû.
Mixabin piştî referandûmê, Iraqê dest da ser îrada kurdan, Kurdistan tarû mar kir.
Li Rojavayê Kurdistan ê, rêveberîya xweser qerar û rojên hilbijartinê tayîn kir. Lê Tirkîye û hinek dewleta nexwestin hilbijartin çêbe. Dema hilbijartinê şûnda hatin avêtin. Gelo hilbijartin çê biba gelê Rojavayê Kurdistanê dibû xwedî îrade? Helbet na, ji ber ku Rojavayê Kurdistanê jî xwedî îrade û dewleteke serbixwe nîne.
Li Îranê jî çend salan carê hilbijartin çê dibin. 15 mîlyon Kurdên Rojhilata Kurdistanê dengê xwe didin. Bi dehan parlamenterên Kurd dişînin Tehranê. Lê rojane bi dehan Kurd tên dardakirin. Gelo ew parlamenter û şaredarên bi navê kurdan tên hilbijartin, ew çiqas xwedî îrada gelê Kurd temsîl dikin. Rewşa îranê li berçavayê…
Li Bakurê Kurdistanê, bi sedhezaran Kurd di zîndanê dewleta dagirker da ne. Kurd wek bi ziman û netewa xwe bi fermî nayên naskirin. Lê dema hilbijartin li Tirkîye çê dibin, bi dengê kurdan bi sedan şaredar û parlamenter tên hilbijartin. Dema dewlet bixwaze hemû şaredara ji karên wan dûr dixe û di şûna wan da qayîman tayîn dike. Dewlet dema bixwaze serokê partî û parlamenterên kurdan dike zîndanê û dide cezakirin. Zimanê 30 mîlyon Kurdî hê bi fermî qedexeye. Hê jî hinek Kurd dibêjin em xwedî îrade ya gel û azad in.
Helbet Kurd gerek bikevîn hilbijartina lê ew nayê wê wateyê ku ew xwedî îrade û azad in.
Bi sond û selawat û bi meeşê dewleta dagirker qet parlamenterek nabe îradeya gelê Kurd û Kurdistanê.
Dema di mêjûyê miletekî da hiş û feraset tune be, gotin û dîtinê rast qet wextekî feyde nake!
Parlamentoya dagirkeran û wekîlên wan tu wext nabin wekîl û îradeya miletê Kurd!
Kî çi dibêje bila bêje, part û sîyasetmedarên kurdan ji dewletên dagirker û ji kujerê xwe hezdikin!
25.06.2024