Serokê Amerîkayê got, “Em pêşbînî dikin Îran dê di demeke nêzîk de êrişî Îsraîlê bike.”
Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser zanyariyên ku dê Îran di nava 48 saetan da êrişî Îsraîlê bike daxuyanî da. Biden di daxûyanîya xwe da hişyarî da Îranê ku ew êrişî Îsraîlê nekin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden li New Yorkê li ser gefên Îranê bersiva pirsên rojnamegeran da.
Joe Biden di kongreyeke rojnamegeriyê da wek bersiva pirsa ku rojnamegerek jê pêrsîbû, ku, “Gelo dê Îran kengî êrişî Îsraîlê bike?” da û wiha got:
“Min dixwest zanyariyeke cihê baweriyê bistînim lê ez li hêviyê me ew êriş niha dikare pêk were. Îran dê êrişî Îsraîlê bike.”
Dû ra Serokê Amerîkayê Joe Biden hişyarî da Îranê û got:
“Em ji bo parastina Îsraîlê pabend in û em dê piştgiriya Îsraîlê bikin, ku Îran bi ser nakeve.
Em ji bo parastina Îsraîlê amade ne, li dijberî her êrişê ku Îran li Îsraîlê bike.”
Joe Biden di berdewamiya gotinê xwe da jî got:
“Em ji bo parastina Îsraîlê pabend in û em dê di her warî da piştgiriya Îsraîlê bikin.”