Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Bexdayê beşdarî Foruma Navenda Diyalogê ya El Rafîdeynê (RCD) bû.
Bafil Talebanî di axaftina xwe ya di forumê da ji bo PKKê wiha got, “Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne dijminê me ye. Li Herêmê Kurdistanê dijminên me nînin.
Em piştgiriyê nadin ti grûpên çekdar lê dîsa jî êrişên Tirkiyeyê yên bi dronan didomin.”
Li ser êrişên Tirkiyeyê Bafil Talebanî ji bo diyalogê bangî Tirkiyeyê kir û got, “Divê Enqere çalakiyên xwe yên ewlehiyê binirxîne û me wekî dijmin nebîne. Divê Hikûmeta Îraqê dikare derbarê êrişên Tirkiyeyê de roleke baştir bilîze.“
Serokê YNKyê Talebanî di derbarê hebûna hêzên Amerîkayê û yên din ên li Iraqê bi cîh bûne axifî û got:
“Tim behsa hêzên Amerîkayê yên li Îraqê tê kirin, lê ti kes behsa hêzên Tirkiyeyê nake.
Amerîka li Îraqê ne dagirker e. Niha em di qonaxeke hestiyar ra derbas dibin û divê em pêwendiyên xwe bi Amerîkayê ra xurttir bikin.”