Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bersiv da Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û got, “Îsraîl dê ji Erdoganê ku Kurdan qir dike, weazên exlaqî wernegire.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan do li Stenbolê beşdarî bernameyekê bûbû û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin bi gotinên tund rexne kiribû.
Erdogan di axavtina xwe de gotibû, ku Netanyahu û rêveberiya wî bi sûcên li dijî mirovahiyê yên li Xezeyê dikin, wekî Naziyên îro navên xwe li kêleka Hitler, Mussolini û Stalin nivîsîne.
Netanyahu jî li ser hesabê xwe yê Xê bersiv da Erdogan û wiha ji bo wî wiha got:
“Îsraîla gor qanûnên şer e tevdigere. Erdogan piştgiriyê dide qatil û tecawizkarên rêxistina terorê ya Hemasê. Herwiha Erdogan qirkirina Ermeniyan înkar dike. Ew li welatê xwe Kurdan qir dike, zextê li rojnameger û mixalîfên rejîmê dike. Em ji kesekî wusa weazên exlaqî wernegirin.”
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsrael Katz jî piştgirî da Netanyahu û di derbarê Erdogan da wiha got:
“Kuştin û sûcên zayendî yên ku Hemasê li dijî Cihûyan û Dewleta Îsraîlê kirine, di dîrokê da yek ji kiryarên herî mezin ên zordestî û antîsemîtîzmê ne. Li cîhanê û piştî Îranê Tirkîye piştgirê herî mezin ê terorê ye.”
Li aliyê din Serokê Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Îsraîlê Benny Gantz jî ji ber piştgiriya Hemasê Erdogan şermezar kir û wiha got:
„Sekna Erdogan a bi Hamasê ra, wî dike alîgirê sûcên li dijî mirovahiyê. Muqayesekirina wî ya ku Serokwezîrê Îsraîlê bi dîktatoran ra dike yek, lûtkeya durûtiyê ye.
Îsraîl di şerê li dijî kesên ku îspat kirine ku mirovatiya wan tune ye jî dê bi qanûnên navneteweyî ve girêdayî be.“