Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê Ebdulemîr Şemerî, li Bexdayê beşdarî Foruma Navenda Diyalogê ya El Rafîdeynê (RCD) bû.
ragihand, “15-20 kîlometre axa Îraqê di bin kontrola Tirkiyeyê de ye.”
Ebdulemîr Şemerî di axatina xwe ya di Forumû da got, ku 15-20 kîlometre axa Îraqê di bin kontrola Tirkiyeyê da ye.
Şemerî di axaftina xwe da qala têkilîyên Hewlêr û Bexdayê kir û got; „Di navbera Hewlêr û Bexdayê da hevahengiyeke baş heye. Demen dawiyê da hêzên Îraqî li hinek deverên Herêma Kurdistanê hatin bicihkirin, ku ew girêdayî Fermandariya Nobedarên Sinor in.“
Ebdulemîr Şemerî ji bo hêzên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê jî wiha got:
“Ji ber rewşa heyî û midaxeleya Tirkiyeyê ya li Dihok û Hewlêrê, 15-20 kîlometre axa Îraqê di bin kontrola Tirkiyeyê da ye.
Bi Herêma Kurdistanê hevahengî hatiye kirin ku divê ew xal (xalên leşkerî) ber bi sînor va bên birin.
Me dest pê kiriye ku em bi kordînasyona li gel Tirkiyeyê xeta sînor asêtir bikin.
Ji bo vê yekê dem pêwîst e, jiber ku herêmeke zehmet û dijwar e û deverên çiyayî ne.
Niha ji Xaneqînê heta Helebceyê kontrolên sînorî gelekî baş in û derdora 80 xalî hatine çêkirin.
Hin jî nêzîkî 200 kîlometreyî maye ku divê were asêkirin.”
Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê amaje pê kir ku ji ewlehiya li herêmê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsyar e.