Di ser Komkujiya Helebceyê ra 36 sal derbas bûn.
Roja 16ê Adara 1988an bi fermana Sedam Husên bombeyên kîmyewî ji asmanên li ser Helebceyê hatin xwarê.
Di wê komkujiya giran da herî kêm 5 hezar kesan canê xwe ji dest da, zêdetirî 10 hezar kesan jî birîndar bûn.
Îro salvegera 36an Komkujiya Helebceyê ye ku di dîroka Kurdan da ev roj bûye roja reşgirêdanê.
Komkujiya Helebceyê piştî Hîroşîma û Nagasakiyê, di dinyayê da wekî êrişa kîmyewî ya herî mezin tê pênasekirin.
Ji zêdetirî 5 hezar kesên ku bi çekên kîmyewî hatibûn şehîdkirin, piraniya wan jin û zarok bûn.
Di komkujîya Helebceyê da firokeyên şer hatin bikaranîn, ku bi navê “Komkujiya Helebceyê” di dîrokê cîh girt.
Dema ku ew êriş dest pê kir, bêhneke xurt belav bû.
Kesên ku bûne şahidê wan kêliyan dibêjin ku gaza bi “bêhna sêvan” di bombeyên ku bi ser bajêr da ketibûne, dihat, ku ew bêhn di nava çend deqeyan da li seranserê bajêr belav bû.
Şêniyên Helebceyê yên ku bêhna gazên weke xerdel, sarîn û VX yên di bombebaranê de hatine bikaranîn çû wan, yek bi yek ketin erdê.
Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO), ev êrişa kîmyewî heta niha bûye sedema mirina zêdetirî 43 hezar û 753 kesan û seqetbûna zêdetirî 61 hezar kesan.
Tîma Pizîşkên Sînornenas ku di destpêkê de gihîştin cihê bûyerê, bikaranîna gaza xerdelê piştrast kir.
Tîma bijîşkên Belçîkayî û Holendayî ragihandin ku îhtimale, di nav jehrên ku hatine bikaranîn da siyanur hebe.
Jiber ku hin birîndarên komkujiyê bi nexweşiyên domdar va rû bi rû mane.