Efrîna Rojavayê Kurdistanê 6 sal berê di roja 18ê Adara 2018an hat dagirkirin.
Di nav 6 salan da li Efrînê binpêkirinên ku ji aliyê grûpên çekdarên biTirkiyeyê va girêdayî hatine kirin ev in: Talankirina mal û milk, kuştina kurdsan û guhertina demografiyê ye.
Di encama êrişên giran û dagirkirinê da bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.
Herçiqas ji alî Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî va verin şermezakirin jî, dawî li dagirkerî û tawanên hovane yên li bermaberî Kurdên Efrînê nayê.
Li gorî raporeke Encûmena Parêzgeha Helebê ku girêdayî mixaletê ye, berî dagirkirina Efrînê 800 hezar niştecihên resen lê hebûne lê piştî dagirkirinê niha derdora 100 hezar şêniyên resen lê mane.
Li gorî zanyariyên ku bi dest ketine, heta niha zêdetirî 700 hezar Ereb û Tirkmenên hawirde li herêma Efrînê hatine bicihkirin.
Piraniya Kurdên Efrînê ji ber binpêkirinên hovane yên dagirkeran koçber bûne, ku nêzikî 100 hezar koçberên Efrînê niha li navçeya Şehbayê dimînin.
Berî 2018an hejmara Kurdên Êzidî yên Efrînê 35 hezar bû, niha tenê hezar Kurdên Êzidî li ser axa xwe mane.
Erebên hawirde ne tenê li malên kurdan hatine bicihkirin herwiha grupên çekdar li ser zeviyên cotkaran avahiyan ava dikin.
Piştî 6 salan zêdetirî 20 avahiyên komelî li Efrînê hatine avakirin û Erebên hawirde li wan deran hatine bicihkirin.
Niha plana avakirina 38 komelgehên niştecîkirinê heye da ku Tirkiye, Ereb û Tirkmenan li Efrînê bi cih bikin.
Ji roja Efrîn ji alî Tirkîyê va hatîye dagirikirin, girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, destdirêjî, birîndarkirin, kuştin, revandin û îşkenceyên li hemberî kurdan berdewam dikin.
Çekdarên di kontrola Tirkiyeyê da, rojane darzeytûnên xelkê dibirin. Dar û berên Efrînê talan dikin.
Dagirker bacên cuda cuda li ser xelkê ferz dikin da ku ji ew mal û milkên xwe bihêlin û ji Efrînê derkevin.
Dîsa dagirker hewl didin ku nêhelin Kurd li pey kevneşopiyên xwe jî herin.
Wek tê zanîn di Newroza sala borî da komkujiyek çêbibû.