Li cîhanê cara yekem, derketina dewletê û navê dewletê ya bi navê Sumeran e. Cihê derketina Sumeran nayê zanîn. Lê nêzîka 5000 sal berî zayînê li başûrê Mezopotamyayê di navbera çemên Dicle û Feratê da tê damezrandin. Li gorî dîroknasan, Sumer kevintirîn şaristanîya cîhanêye. Li gorî dîroknasan li vê herêmê da Sumerî şaristanîyeke pir pêşketî ava kirine.
Îro li cîhanê dewleta nû ya herî dawîyê jî, di sala 2011da bi navê Başûrê Sudanê hatîye damezrandin. Li cîhanê 208 dewlet hene, lê mixabin hê jî dewleteke kurdan tune ye.
Pirsgirêkâ miletê kurd ewe ku, berî her tiştî gerek bibe xwedî dewlet. Yanê, ha partî û rêxistin ha bi şexsî mirov gerek daxwazîya dewletê bike. Ji bo hebûn û berdewamîya ziman û çanda miletê kurd, dewlet ewzele. Daxwaza dewletê jî mafek xwezayîye.
Îro hinek îdelojî û paragdîgmayên bêbingeh li dijî malbat û dewletbûna miletê kurd derdikevin. Hinek rêxistin, bi ferman û bi destê dagirkeran bi hevparê xwe yê çepgir û îslamîst di nav miletê kurd û li Kurdistanê bi zanayî bêdewletîyê diparêzin.
Doza sî mîlyon kurdî kirine doza xwedêgiravî, jin, jîyan û azadîyê. Ew gotinê anarşistan e. Ji ber ku ew li dijî hîyerarşîya dewlet, ol û malbatê ne.,
Loma li dijî dewletbûnê derketin, anarşistî ye. Mirov dikare bibe anarşîst û wê îdeolojîyê biparêze.
Mirov dikare bi şexsî li dijî malbatê jî derkeve, lê encax bi navê xwe tenê raste rast dikare biparêze.
Tu kes nikare bi navê 50e mîlyon miletê kurd, bêje em dewletê naxwazin. An jî li dijî hebûna malbatê sîyaset bikin û daxûyanîya bidin. Ji ber ku, di nav heqê mafên mirovan da, mafê her miletê bindest he ye ku doza serwerî û dewleteke serbixwe bike.
Wek mînak, namzetê şaredarîya Amedê û piranîya rêveberên PKKê û DEMê dibêjin“ dewlet û malbatî sazîyên herî paşverûn in.“
Madem ku ew kesên vê paragdîmayê diparêzin, gelo hinek ji wan çima xwedî malbat û zarok in.
Îro li bakurê Kurdistanê PKKe û DEM, parastina komara Tirkîyê û hevalbendê wan dikin. Li dijî dewletbûna kurda derdikevin. Ew bi paradîgma Apo û bi angorî wî û bi gotinê wî tevdigerin. Ew jî ji bo miletê kurd belengazî û perîşanîya herî mezin e.
PKKê bi doza serxwebûna Kurdistanê dest bi şer kir. Çil sal şûnda, piştî kuştina bi deh hezaran cîwanê kurdan û bi girtina serokê partîyê, îro doza komara demokratîk a Tirkîyê dike.
Heger li dijî hemû dewletan û dewletbûnê derkevin, helbet ewê di parastina xwe da jî li ser wan daxwazan mafdarban.
Lê durûtîyê dikin û sade li dijî dewletbûna kurdan derdikevin. Wek mînak li dijî dewletbûna Tirkîyê û dewletên dagirker dernakevin. Serwerîya dagirkeran qebûl dikin. Dikevin parlamentoya tirkîyê û bi yasa û qanûnê dagirkeran tevdigerin. Di bin zirxê parlamenterîyê da dibin serokê parlamentoyê dikevin komîteya wezîr û rêveberîyê, mûtçê avadanî û leşkerîyê.
Bi pasaportê sor û dîlomatîk bol maaş û îhaleyên dewletê digrin û bi du siloganê bêfeyde kurdên xwedî şehîd û girtîyan dixapînin.
Ji ber van kirinê xwe şerm nakin. Li dijî malbat û dewletbûna kurdên belengaz derdikevin.
Îro li bakurê Kurdistanê belkî şert û şûrtên dewletek serbixwe tune, lê ew jî nayê wê wateyê ku bila kes doza Kurdistanek serbixwe neke.
Di nav beyannamêya gerdûnî ya mafên mirovan da dibêje, herkes li herderê dikare doza serwerî û ji bo netewa xwe daxwazîya dewletek serbixwe bike.
05.03.2024