Şaredara Navçeya Bazîdê Yildiz Acar piştevaniya xwe ji bo kampanya dersa bijarte ya Kurdî nîşan da û ragihand ku ew dê weke şaredarî bursê bidin xwendekarên ku dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin.
Seferberîya ku, di çarçoveya dersên hilbijartî yên li dibistanên navîn ên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê da zarok dersên kurd hibijêrin, berdewam e. Ji bo vê yekê piştgiriya saziyên Kurdî ji bo dersa Kurdî û teşwîqkirina xwendekaran her ku diçe zêdetir dibe.
Şaredara Navçeya Bazîdê Yildiz Acar jî beşdarî kampanya hilbijartina dersa zimanê Kurdî bûye. Acar radigihîne, ku ew dê weke şaredarî bursê bidin xwendekarên ku dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin.
Acar d derbarê vê piştgirîyê da bang li malbatên xwendekarên Kurd dike û dibêje: “Zimanê me hebûna me ye. Bi hilbijartina dersa Ziman û Wêjaya Kurdî ya ku di sala perwerdehiya 2022-20223an da ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê va di mufredata dibistanên navendî de cih girtiye, hilbijêrin. Bi vê yekê em dikarin pêşî li wendabûna zimanê xwe bigirin û jiyana zimanê xwe berdewam bikin. Divê em bi hemû îmkanên xwe va seferber bibin, da ku zarokên me dersa kurdî hilbijêrin. Em jî wek Şarederîya Bazîdê piştgirîyê didin kampanya dersa bijarte ya Kurdî û ji malbatên me tevan daxwaz dikin ku ji bo zarokên xwe dersa Kurdî hilbijêrin.”