Tîma CPTyê ragihand ku Tirkiyeyê îsal 230 carî êrişî Herêma Kurdistanê kiriye.
Gor Endamê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Osman, Tirkîyê di nav salekî da ev êriş lı Başûrê Kurdistanê kirine:
Ji 1ê Kanûna Paşîna 2024an heta 1ê Adara 2024an, Tirkiyeyê 230 êriş li Herêma Kurdistanê û 4 êriş jî li parêzgeha Nînowayê.
Ji 234 êrişan 12 bi dronan, 194 bi balafirên şer û 28 jî bi topbaranê hatine kirin.
Li gorî parêzgehan, 35 êriş li Silêmaniyê, 109 li Dihokê û 86 jî li Hewlêrê hatine kirin.
Ji Tebaxa 2015an va 152 sivîl di encama êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê da canê xwe ji dest dane û 228 sivîl jî birîndar bûne.
Endamê CPTyê da zanîn ku ji destpêka îsal ve heta niha 2 sivîlan li Herêma Kurdistanê ji ber êrişên Tirkiyeyê canê xwe ji dest daye.