Serokê PDKê Mesûd Barzanî bi minasebeta salvegera 33yemîn a Raperînê peyamek belav kir.
Xelkê Ranyeyê 5ê Adara 1991ê li dijî rejîma Beasê serî hilda.
Piştî vê serhildana ku wekî “Raperînê” hat binavkirin piraniya axa Başûrê Kurdistanê ket destê Kurdan.
Piştî Raperînê bi salekê, 19ê Gulana 1992yan cara ewil hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê hatin kirin.
Serok Barzanî di peyama xwe da Raperîna gelê Kurdistanê pîroz kir û wiha got:
“Ez bi boneya salvegera 33yemîn a Raperîna gelê Kurdistanê malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qahreman, hemû niştimanperwer, têkoşer, azadîxwaz û hemû gelê Kurdistanê pîroz dikim.
Raperîn encama xebatên bi dehan salan e. Raperîn berhema berxwedêrî, cehd, xwîna gel û xebatkarên Kurdistanê bû. Ew di jiyana gelê me da bûye hêvîyeke nû.“
Barzanî di dumahîka peyama xwe da qala helwesta gelê Kurdistanê jî kir û wiha got; „Berxwedana gel a li dijî damûdezgehên zilimkar û dagirkeran peyameke gelekî zelal bû, ku îradeya jiyaneke bi serbilindî û îradeya azadiyê tim di dilê xelkê Kurdistanê de hebûye û dê tim jî bimîne.
Destkeftiyên Raperînê milkên gelê Kurdistanê û nifşên nû ne. Em di salvera raperînê da cextê li vê yekê dikin ku pêwîst e destkeftî û armanc û bihayê Raperînê bilind bimînin, bên parastin û bên bihêztirkirin. Nabe ku di bin ti şert û mercan de werin jibîrkirin an windakirin.”