Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarte yên ku di sala perwerdeyê ya 2024-2025an da li dibistanên amadeyî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên dayîn, di 30ê Kanûnê da dest pê kir.
Serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Zazakî yên kurdî dê heta 12ê Sibatê berdewam bikin.
Li dibistanên fermî yên girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di nav dersên bijarte da zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî jî hene.
Xwedekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarên heta 12ê Sibatê dersên Kurdî hilbijêrin.
Li dibistanên navîn, pêvajoya hilbijartina dersên bijarte yên sala perwerdeyê ya 2024-2025an di 30ê Kanûna Paşîna 2024an da dest pê kir.
Li gorî daxuyaniya Birêveberiya Giştî ya Perwerdeya Bingehîn a Wezareta Perwerdeya Tirkiyeyê eger herî kêm 10 xwendekar dersa Kurdî hilbijêrin, dê dersa Kurdî li dibistanan were dayîn.
Di salên derbasbûyî da yek ji astengiyên li pêşiya dersên bijarte yên Kurdî nebûna mamosteyan wekî hincet dihat nîşandan.
Li gorî daxuyaniya wezaretê eger li dibistanekê dersek were hilbijartin û mamosteyê wê dersê li wê dibistanê tinebe, dê ji dibistaneke din mamoste bê dabînkirin. Eger ev jî ne pêkan be dê mamosteyek bi pere were erkdarkirin.
Xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarin heta 12 Sibatê bi rêya online an nivîskî serî li dersên Kurdî bidin û hilbijêrin û li ser sîstema e-okulê bê tomarkirin.