Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vexwandineke fermî, duh gihîştibû Washingtona paytexta Amerîkayê.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken îro pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şandeya ligel wî kir.
Antony Blinken berî hevdîtinê ragihand ku Amerîka hevkariyeke wê ya hevbeş a dirêj bi Herêma Kurdistanê re heye.
Blinken wiha got; “Amerîka li ser berdewamiya hevpariya xwe ya li gel Herêma Kurdistanê rijd e û piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê jî didomîne.
Ji bo Amerîkayê giring e ku Herêma Kurdistanê serkeftî be û gelê Kurd yekdeng û yekrêz be.”
Mesrûr Barzanî jî kêfxweşiya xwe ji bo piştevaniya Amerîkayê nîşan da û wiha got; „Herêma Kurdistanê şanaz e ku xwe wek hevpara Amerîkayê dibîne.
Armanca me ji vê civînê ew e, ku gotûbêjkirina kêşe û pêşhatên Êraq û herêmê û pêwendiyên dualî ne.“