Li parêzgeha Wanê, 24 saziyên sivîl di çarçoveya xebatên “21 Sibatê Roja Zimanê Dayîkê” da bi pêşengiya DEM Partiyê meşiyan.
Li Wanê 24 saziyên sivîl bi pêşengiya DEM Partiyê ji bo roja zimanê zikmakî çalakî li dar xistin. Çalakvan li ber Navenda Kar a Aydin Perîhanê civiyan û ber bi avahiya Navenda Lêkolînê ya Ziman Çand û Hunerê (ARSÎSA) va meşiyan.
Çalakvanan bi pankartên wek, “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê”, “Kurd, Kurdî, Kurdistan” û “Zimanê me rûmeta me ye” heta ber avahiya ARSÎSAyê meşîyan.
Li ber derê ARSÎSAyê Hevserokê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar axifî di axaftin axwe da got; “Yek ji wan zimanê ku di bin metirsiyê da ye zimanê Kurdî ye ku zimanê bi dehan milyon Kurdan e.
Bêyî zimanê Kurdî, Kurd û Kurdistan nabin. Kurd, Kurdî û Kurdistan yek pare ne û nikarin ji hev bên veqetandin.
Yek bêyî ya din nabe. Azadiya zimanê Kurdî azadiya Kurd û Kurdistanê ye.
Bîr, hişmendî, zanebûn, tekoşîn û xebatên parastin û zindîkirinê, pêşketina zimanê Kurdî jî zêdetir kiriye.”
Heval Dilbihar di axaftina xwe da dîyar kir, ku desthilat dixwaze bi rêya zext, astengkirin û dorpêçkirinê zimanê Kurdî tune bike.
Ji bo rêlibergirtina vê yekê jî wiha got; „Divê zimanê Kurdî li hemû welatên ku Kurd li wan dijîn bibe xwedî statu û di hemû qonaxan da bibe zimanê perwerdeyê.“