Parlamentoya Federal a Almanyayê, pêşnûmaya ku ji aliyê Wezîra Karên Navxwe Nancy Faeser ve hatibû amadekirin û tê de lezkirina pêvajoya dersînorkirina kesên ku serlêdana wan a penaberiyê tên redkirin, qebûl kir.
Bi vî awayî qanûna bi navê “Qanûna Başkirina Vegerandinê” ket meriyetê.
Qanûna ku bi erêkirina Parlamentoya Federal ket meriyetê, rayeya lêgerînê ya polîsan jî berfireh dike.
Herwiha li gorî heman qanûnê dema desteserkirina kesên li navendên beriya dersînorkirinê ji 10 rojan derket 28 rojan.
Armanca vê pêkanînê ew e ku kesên ji bo wan biryara dersînorkirinê hatiye dayîn nerevin.
Rêzikname dersînorkirina tawanbar, kesên xeternak, endamên komên sûcên organîze û qaçaxçiyan jî hêsan dike.
Tê plankirin, ku endamên biyanî yên rêxistinên tawanê bêyî pêvajoya darizandina kesane bên dersînorkirin.
Bi qanûna nû ra dê alîkariya ji bo penaxwazan bê kêmkirin û kesên ku mecbûr in li navenda pêşwaziyê bimînin dê li şûna neh mehan piştî şeş mehan bikaribin kar bikin.
Jixwe Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz û Wezîra Karên Navxwe Nancy Faeser jî bal kişandibûn ser wê yekê ku divê dersînorkirin bên lezkirin.
Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser di parlamantoyê de axaftinek kir û got:
“Ev pêşnûme li ser du xalên sereke ye, ya yekem nûvekirinên girîng dihewîne, em dê di pêşerojê da rê li ber wendakirin û sirgûnkirina mirovan bigirin.
Ya duyemîn jî em ê wan nas bikin û li şûna sirgûnê nasname bidin wan.”
Bi yasaya nû ra dema dayîna hevwelatîbûnê jî hat guhartin, ku ji 8 salan daket 5 salan.
Di rewşa „serkeftina guncandina/întegrasyona taybet“ da jî ev heyam dikare heya sê salan jî dakeve.
Yên ku ji hemwelatîtiyek zêdetir hemwelatîtiyên wan hebin, zarokên wan li Almanyayê jidayik bibin dê piştî pênc salan bikaribin hemwelatiya Almanyayê wergirin.
Wezîrê Dewletê yê Almanya yê Koçberî û Entegrasyonê Reem Abali Radvan got, “20 milyon kes biyanî ne. Em dê li vir bimînin û ev der jî welatê me ye.”
Li aliyê din mixalefeta Almanyayê dayîna hemwelatîbûnê bi tundî rexne kir.
Mixalefetê diyar kir ku divê Almanya jî wekî Fransayê qanûnê tund bike.