Siyasetmedarê Kurd û hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş di parastina Doza Kobaniyê da bi 7 maddeyan rêbaza çareseriya pirsa Kurd pêşniyar kir.
Rûniştina Doza Kobaniyê ku hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş jî di nav da bi tevahî 108 kes tên darizandin, doh li 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi rê va çû.
Selattin Demîrtaş bi rêya SEGBÎSê beşdarî rûniştina dozê bû û parastina xwe ya dawiyê kir.
Demîrtaş beşeke zêde ya parastina xwe ji bo pirsa Kurd û rê û rêbazên çareseriya wê veqatand.
Demîrtaş ragihand ku PKK di encama polîtîkayên dewleta Tirkiyeyê da derketiye holê û got, “Hêvîdar im di demên pêş da pêvajoyek dest pê bike û em jî bibin beşeke wê.
Di keşûhewaya şer da pêkanîna vê yekê helbet zehmet e. Destpêkê divê çek bên danîn.”
Hevserokê berê yê HDPyê destnîşan kir ku di demên berê da Komara Tirkiyeyê bi xwe dawî li pêvajoya çareseriyê aniye û di derbarê vê yekê da wiha got:
“Eger careke din pêvajoya çareseriyê pêk bê divê alî di bin garantiyê da bin. Ev derseke ku me di pêvajoya berê da wergirtiye.”
Demîrtaş di berdewamiya parastina xwe da ji bo rêbeza çareseriya pirsa Kurd 7 pêşniyar kir, ku ew jî ev in:
-Divê mixatab li hev bikin û têkoşîna çekdarî bi dawî bibe.
-Divê hemû astengiyên li pêş siyaseta demokratîk bên rakirin.
-Cihê çareseriya pirsa Kurd parlamentoya Tirkiyeyê ye. Hemû partî berpirs in. Di bingeha xwe da bi destûreke sivîl û demokratîk ne tenê pirsa Kurd, cihê çareseriya hemû pirsan e.
-Divê bikaranîna zimanê Kurdî bi awayekî azad di hemû qadên civakî da, berfirehkirina çand û dîrokê, rêxistina nerîtan bi modeleke îdarî ya lihevkirinê di destûrê da bê garantîkirin.
-Divê êş û tawanên demên berê, bên lêkolîn û rastiya wan derkeve holê.
-Divê di perwerdeyê de ferzkirina îdeolajiya fermî û fêrkirina dîroka fermî bi dawî bibe û derbasî perwerdeya rexneyî û pedagojîk bibin.
-Divê ew dozên ku di çarçoveya pirsa Kurd da hatine vekirin bên hilweşandin û Yasaya Rûbirûbûna Terorê (TMK) bê rakirin.