Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî di derdora saet 23:30î da bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir. Ji wan pênc mûşek li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.
Di êrişa Îranê da Pêşrew Dizeyî û keça, yek jî karsazê Îraqî yê Xirîstiyan Kerem Mixayîlê, ku di dema êrişê da mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye canê xwe ji dest dan.
Keça Pêşrew Dizeyî, Jîne ya ku di êrişa Îranê da hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûya yek salî.
Her wiha di heman êrişê da, dronek li Pîrmamê, yek ji li Behirkeyê ketîye.
Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Zanyariyan Ebdula Hemereşîd dide zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina asmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ev êrişên Îranê bi tundî şermezar kirin.
Berdevkê berê yê Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) Joe Bochino jî piştî êrişan axifî û got:
“Li gorî min, Îran dixwaze bi rêya van êrişan li herêmê, bi taybetî jî li Îraqê kaosê ava bike.
Heta niha Îranê ev kar bi rêya grûpên Şîe dikir. Suprîz ev e, ku vê carê ne bi rêya grûpên nêzîkî xwe, rasterast bi artêşa xwe êriş kir.”
Herwiha Dijeterora Kurdistanê jî ragihand, ku sê dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bûye, hatine xistin.
Hedefa wan dronan hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Balafirgeha Hewlêrê bûn e.