Li gorî rapora Platforma Çavdêriya Azadiya Hunerî (SOZ), li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala 2023yan di warê hunerê de herî zêde Kurd û jin bûne armanc.
Platforma Çavdêriya Azadiya Hunerî, rapora xwe ya bi navê “binpêkirinên azadiya raderbirîna hunerî” ya sala 2023yan eşkere kir.
Li gorî raporê, di ware hunerê de herî zêde Kurd û jin bûne armanc û mafên wan hatine binpêkirin.
Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyeyê, di sala 2023an da û di warê hunerê de ceza da 13 rêzefîlm, 3 klîpên muzîkê, bernameyeke radyoyê û pirtûkekê.
Herwiha di heman salê da 91 kes ji ber çalakiyên hunerî hatine desteserkirin û 2 ji wan hatine girtin.
Di derbarê 7 kesan da lêpirsîn hatîye destpêkirin û 34 kes hatine darizandin.
Li 10 hunermendan cezayên girtîgehê û pereyan hatîye birîn.
Herwiha di sala 2023an da gelek bername, çalakî û fîlmên hunerî hatine qedexekirin û astengkirin.
Li gorî raporê, 31 konser û festival, 2 pêşangeh, 2 çalakiyên edebî, 2 fîlm, şanoyek û pêşangeheke pirtûkan hatine qedexekirin.
Muzîkjenê Kurd hat kuştin
Muzîkjenê Kurd Cihan Aymazê ku li kolanan distra li Stenbolê hat kuştin.
Dîsa 6 hunermendan ji ber ku nikaribûn vîzeyê wergirin konserên xwe hilweşandin.
5 hunermend hatin dersînorkirin û qedexeya derketina derve li hunermendekî hat birîn.
Piraniya biryarên ceza, qedexe û astengkirinan bi hinceta “parastina yekitî û yekparçeyiya civakê” û “li dijî çalakiyên ku rewiştê ciwanan têk didin wergirtina tedbîran” hatine wergirtin.
Hunermendên Kurd, Ermenî û Rûs bi hinceta “hesasiyetên neteweyî û menewî” ji aliyên saziyên fermî û siyasî ve rasterast û bi şêweyên din hatin hedefgirtin.