Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu baregeheke leşkerî ya li başûrê Îsraîlê ziyaret kir û li ba wan di derbarê şer da axifî.
Netanyahu di axaftina xwe da wiha got, „Em dê heta dawiyê bidomînin. Heta serkeftinê, heta hilweşandina Hemasê.“
Herwiha Netanyahu bi rayedarên leşkerî yên artêşa Îsraîlê, ew rayedarên ku êrişî Xezeyê dikin ra jî bi têlefonê axivî.
Netanyahu di axaftina xwe ya di telefoina ê da ji wan ra jî heman tiştî tîne ziman û wiha dibêje; „Ez ji we dixwazim ku hûn heta leşkerê dawî dewam bikin. Em dê heta dawiyê dewam bikin, heta serkeftinê, heta hilweşandina Hemasê. Digel zextên navneteweyî divê em êrişên xwe yên li Xezeyê bidomînin. Divê tu tişt rê li ber me negre û em heta dawîya şer bikin û ranewestin…“