Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu bersiv da Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganê ku ew dişiband Adolf Hîtler.
Netanyahu dibêje, “Erdoganê ku Kurdan qir dike û rojnamevanan dixe girtîgehê, kesê herî dawî ye ku dersa exlaq bide me.”
Kurd û Filîstînî bûne du kartên sereke ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li dijî hev bi kar tînin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro derbarê erişên li ser Xezeyê de rexne li Netanhayu girtibû û karên ku Netanyahu dike şibandin karên Adolf Hîtler.
“Yê ku Kurdan qir dike nikare dersa exlaq bide me”
Netanyahu li ser heseba xwe yê Xê da li dijberî gotinên Erdogan bertek nişan da bû û wiha gotibû:
„Erdoganê ku Kurdan qir dike û rojnamevanên dijî rêveberiya xwe dixe zînadanan, ku di vê mijarê da rekor bi dest xistîye, kesê herî dawî ye ku dersa exlaqê bide me.
Hêzên Çekdar ên Îsraîlê artêşa herî biexlaq a cîhanê ye ku şerê terorîstên herî dilreq û zalim ên cîhanê dike û wan ji holê radike.
Ew terorîstên rêxistina Hemas-DAIŞê ne ku Erdogan pesnê wan dide û mêhvandariya serkirdeyên wan ên di asta bilind de dike.“