Ji bo dabînkirina sîstemên parastina esmanî li Îraq û Herêma Kurdistanê were bicîhkirin, dê Wezareta Parastinê û ya Karên Derve yên Amerîka heta 1ê Sibata sala bê planeke hevbeş amade bikin.
Herwiha divê hêzên Amerîkayê ji bo bikaranîna sîstema parastinê, hêzên ewlehiyên Îraqê û Pêşmergeyan perwerde bikin.
Di projeyasayê da tê xwestin ku Pentagon piştî 90 rojî ji amadekirina wê planê dest bi bicihkirina sîstema parastina esmanî bike. Wezîrê Parastinê jî dê di nîvê salê da derkeve pêşberî Kongreyê û ji bo pêkanîna planê agahdariyê bide.
Pêşnûmeya ku ji aliyê Kongreyê va hatiye qebûlkirin, divê ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden va jî bê îmzekirin.
Herwiha di meha tîrmehê da ji aliyê komîteyeke Kongreyê ve bang hatibû kirin, ku sîstema parastina esmanî ji Herêma Kurdistanê ra were dayîn.
Endamê Kongreyê yê Komarî Don Bacon, ku bi piştevaniya xwe ya ji bo Kurdan ra tê nasîn, di meha Hezîranê da ev mijar anîbû rojevê.
Bacon wê demê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî dabû û wiha gotibû; “Pêwîst e Kurdên Îraqê, li dijî êrişên mûşekî û dronên Îranê xwedî sîstemeke parastina esmanî ya baştir bin. Divê ji bo vê yekê em bibin alîkar.”