Her du welat, her du erdnîgarî ji hevdu pênc hezar, şeş hezar kilometre dûr in. Katalonya heya 1975an koloniya Ispanya bû, paşê piştî rûxandina dîktatoriya Franco bû otonom. Kurdistana Başûr jî koloniya Iraqê bû, piştî 1992an pêwendiyên xwe ji Baxdayê birî, qutkir û Kurd bûn serwerê welatê xwe, lê bê statûyek navnetewî. 2003an piştî dîktatoriya Saddam rûxiya û 2005an zakmagonek li ser esasên federalîzmê hat qebûlkirin, Kurdistan bû xwedî statûyek zagona bingehîn û navnetewî.
Her du welat jî dewlemend in. Katalonya motora, dînamoya ekonomiya Ispanya ye. Kurdistan jî di her alî de dewlemend e û Kurdistan di nav sî salên dawî de gelek pêşket, lê ev bîst sal in problem û pirsgirêkên bîngehîn hên jî çareser nebûne.
Gelek serokwezîr hatin û çûn. Nuri al-Maliki, Haider al-Abadi, Adil Abd al-Mahdi, Mustafa Al-Kazimi û Mohammed Şia‘ al-Sudani bi piştgiriya, bi dengên parlamenterên Kurd bûn serokwezîr.
Bo damezrandina hukûmetê danûstandin û bazarî her car bi mehan ajot. Soz dan Kurdan, lê li soza xwe xwedî derneketin. Ev bîst sal in ku, ne pirsgirêka butçeyê, ne şandina mûçeyên memuran, mûçexaran, ne firotina petrolê çareser bûn, ne jî heremên ku bin destê Baxdayê ne, gora zagona bingehîn û xala 140an, çarenûsa xwe diyarkirin.
Hem li Katalonya hem jî li Kurdistanê di payiza 2017an referendumên serxwebûnê pêk hatin. Hem gelê Katalan hem jî gelê Kurd pişgiriya xwe bo serxwebûnê diyarkirin. Di dawiyê de rêberên Katalonya wek terorist hatin bi navkirin, hinek rewiyan, 1.400 kes jî ev şeş sal in, di zindanê de ne. Li Kurdistanê jî artêşa Iraqê êrişî Kurdistanê kir û gelek heremên ku di bin kontrola Hewlerê de bûn, dîsa ketin bin nîrê Baxdayê.
Li her du welatan jî zewaca bêdil berdewam e. Ne Madrîd ji Barselonê razi ye, ne jî Barselona ji Madrîdê. Rewş û pêwendiyên Baxda û Hewlêrê jî wek ya Katalonya û Ispanya ne.
Çar meh berê li Ispanya hilbijartin pêk hatin û serokê Partiya Karkeran a Sosyalîst Pedro Sánches dixwaze dîsa bibe serokwezîr û hewceyê piştgiriya parlamenterên Katalonya ye. Bazarî, danûstandin û mûzakere destpêkirin. Partiyên Katalonya doz û daxwaza azadî û serbestberdana girtiyan, wegera serokwezîrê xwe yê berê ku rewiyabû Belçîka û mafê referandûma serxwebûnê dikin. Gor medya û çapemeniyan ew daxwaz ji aliyê Partiya Karkeran a Sosyalîst hatine qebûlkirin û dawiyê de îro (16.11.2023) Pedro Sánches bi dengên parlamenterên sosyalist û ya Katalonya bû serokwezirê Ispanya.
Partiyên me jî ji 2005an pêve bi Baxdayê re danûstandin, bazarî û mûzakereyan dikin. Ev 18 sal in ku rojeva partiyên me wek xwe mane û pêşketinek çênebûne. Mijarên butçe, mûçe, firotina niftê û heremên nakok ev 18 sal in ku hên li ser masê ne. Paşveketin heye, lê pêştaçûyînek mixabin pêknehatiye.
Min li jor serokwezirên ku hatin û çuyine bi nav kir. Gotinek heye, dibêje: Bona ku şorbûna şorbeyê bê famkirin, ne heweceye ku meriv heya dawiyê bixwe. Bi kevçiyekî jî meriv têdigê ku şorbe şor e an na.
Dem hat û derbaz bû. Pêwiste Kurd ji vê siyaseta berhewa dest berdin û carek jî be, destên xwe li masê xin û bêjîn, êdî bes e!
Gelê Kurd çaveroya bîryar û siyasetek ûsa ye. Rêberên Katalonya her çiqes hatin girtin û sûrgin bûn jî, ji siyaseta serxwebûna welatê xwe destnekişandin. Carek jî be, rêberên me jî restek bikşînin û bêjin, ger mafên me yên bingehîn ku di zagona bingehîn de cih digrin, neyên qebûlkirin, em ne bi we re ne û di riya xwe de dimeşin!