Erdogan hat Almanya û di nav rojekî de dîsa wegeriya welatê xwe. Li gor plana pêşîn ya geşta Erdogan ber bi Almanya, du roj hatibûn tayînkirin. Ger Erdogan li Almanya du roj mayîbûya, divê beşdarî maça futbolê ya Almanya û Tirkiyê jî bibûya. Almanya piştî rûdanên li İsrail û Filîstînê û her ûsa êrişên Erdogan li hemberî İsrailê de, rojeva bernameya herdu serokwezîran gûhert. Almanya ditirsiya ku stadyum bibe arena û platformek piştgiriya Hamas û Erdogan.
Her geşta Erdogan li Almanya bala raya giştî ya vî welatî dikşîne. Lê ev geşta ku di roja 17.11.2023an pêkhat, ji her demî cûdatir bû. Piraniya gelê Alman nedixwest ku Erdogan bê Almanyê. Lê hem hikûmet û hem jî muxelefet (CDU û CSU, her du partiyên Xiristiyan) ji ber mijarên navxeyî xwestin ku Erdogan bê û bi giranî li ser penaberên ku tên Almanya bi hevra bişewirin û çareyek bibînin.
Mijarên hevditîna Scholz û Erdogan
Hamas
Êrîşa Hamasê ya hovane û terorîst li dijî sivîlên Îsraîlê û cûdahiya şiroveya her du welatan tê zanîn. Erdogan Israilê bi terorê tawanbar dike û Hamasê wek rêxistinek netewî ya Filistînê dibîne. Hamas û Erdogan ji heman qûmaşî ne. Her du jî girêdayî İxwanê Mislûmîn, Biraderên Misilman in. Heya demek berê ofisa Hamasê li Istanbolê bû û serkeşên wê rêxistinê hên jî li Tirkiyê ne.
Almanya bi tûndî li dijî qetliama Hamasê derdikeve û piştgiriya İsraîlê dike. Her du serokwezîr jî ditînên xwe dubare kirin. Lê dîsa jî li komîsyonan de ji Tirkiyê hat xwestin ku Erdogan pêwendiyên xwe li gel Hamasê bikarbîne û bo azadkirina însanên ku hatine revandin, bişewire û dîl bên serbestberdan. Lê Qatar jîr derket û ev rola han ji destên Erdogan girt.
Erdogan beriya ku bê Almanya beşdarî civîna 57 dewletên Ereb û Misûlman bû. Di vê Konferênsê de Hamas û Birayên Misûlman, ku Erdogan jî ji heman ekolê ye, ne wek nûnerên gelê Filîstîn hatin nasîn. Ev rol dan Tevgera Rizgariya Filîstinê (PLO) û Erdogan dîsa dest vala ma û xeleka ku dora vî bû, her diçe teng dibe.
Piştî vegera Erdogan, Balyozê, Sefîrê İsraîlê Ron Prosor li paytaxta Almanya derket pêşberî çapemenî û medyayê. Prosor got: „Erdogan terorîstan dihevîne û fînansorê Ixvanê Muslimîn e. Erdogan dixwest ku biçe Gazzayê, lê Misir dijderket û rê neda ku Erdogan biçe Gazze.“
Piştî vê daxûyaniya Balyozê İsraîlê medyaya Almanya dosyayê Erdogan vekir û got; „Erdogan pereyên kirêj pak dike, dişo û ûsa jî li ser bankayên xwe rexistina Hamas a terorist fînanse dike.“
Niha gengeşeyek li ser zext û qedexeyên rêxistinên Kurd giran giran derdikeve pêş û hinek dibên çîma qedexeya rêxistina PJAK ku li Rojhilata Kurdistanê li hemberî İranê şer dike, nayê rakirin. Yên din dibên çima li dijî êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê nayê derketin û çima piştgiriya otomiya Kurdan nayê kirin?
Ger hebûya rêxistinek me ya çalak û jîr, Kurd dikarîbûn ji vê firsenda ku derketiye pêş, sûdê werbigrin. Lê mixabin.
Peneberên ku ji Tirkiyê tên
Armanca sereke ya serdana Erdogan mijara penaberên ku tên Almanya bû. Hem hikûmeta Almanya hem jî opozisyon (CDU û CSU) li ser vê mijarê yek in, wek hev difikirin. Ber ku penaberên ku tên Almanyayê zextê li partiyên navendî dikin û wan lawaz dikin.
Îro li Almanya 84,5 milyon însan dijîn. Ji wan çarikekek zêdetir (% 28), ango 23,8 milyon kes, di van 50 salên dawîn de hatine Almanyayê û li vir bi cih bûne. Îro ji her 10 zarokên ku diçin dibistana seretayî çar bi eslê xwe koçber in. Û ev hejmar her sal ji sedî du (% 2) zêde dibe. Li dibistanên hinek taxan de şagirt bi temamî nebin jî ji sedî 90 (% 90) zaroyên koçeberan in, ango biyanî ne.
Di deh mehên 2023an de 287 hezar însan wek penaber hatine Almanyê. Her wiha her sal, her meh, her hefte hejmara kesên ku ji Tirkiyê direvin û tên Almanyayê jî zêde dibe. Ji Çileya 2023 heta Cotmeha 2023an ji Sûriye 85 hezar, ji Tirkiye 46 hezar Kurd û Tirk, ji Afganîstanê 45 hezar û ji İraqê jî 10 hezar kes reviyane û serî li penabertiyê de ne. Tirkiye niha di rêza, pileya duyemîn de ye. Dîsa ji Tirkiyê her meh 30 hezar penaberên Surî, Afgan û yên welatên din xwe davêjin deryaya Egeyê û derbazî Yuwnanîstanê dibin û ûsa jî berê xwe didin Almanyayê. Bi gotinek din, Tirkiyê bûya termînala penaberan.
Ev rastiya han jî partiyên populist, rast û nijadparêz xurt dike. Ger îro li Almanyayê hilbijartin çêbibe, wê Partiya Xiristiyan Demokrat CDU: % 31, Partiya Alternatif a Almanya AfD, ku partiyek populîst û nijadperest e: % 22, Sosyaldemokrat SPD: % 15 û Kesk: % 15, Partiya Lîberal (FDP) % 5 û Partiya Çep % 4 dengan bidest bixin.
Erdogan di xirecireke aborî de ye, pêdiviya wî bi pereyên germ heye û bêhna pereyan jî standîbû. Di sala 2016an de bi vekirina deriyan, zêdetirî yek milyon penaber dersînorî Almanyayê kir û ser de jî bi 6 mîlyar Euro hat xelatkirin.
Niha bi peymaneke mîna sala 2016an hewl dide ku dîsa çend mîlyar bi dest bixe. Karbidestên Alman û Yekîtiya Ewropî ji bo pêşîlêgirtina penaberan li paytextên Ereb û Afrîqayê digerin û ji Tirkiyê jî heman tiştî dixwazin. Beriya ku Erdogan bê Almanya, hikûmet û opozîsyona Almanya ev niyeta xwe jî eşkere kirin û amade ne dîsa çend mîlyar Euro bidin Tirkiyê. Niha komîsyonên her du dewletan li ser vê dixebitin. Erdogan hem penaber ixraç dike û hem jî tê xelatkirin. Dinya, ev dinya ye!
Kirîna balafirên şer
Ev çend sal in ku Tirkiyê berê xwe daye Rusyayê û sîstema berewaniya ezmanî S-400 ji Rusyayê kirî. Ji ber vê û ji hinek sedemên din wek şerê li Rojava û Suriyê û vetoya Tirkiyê bo endamtiya Swêde li Nato têkiliyên Amerika û Tirkiyê ev çend sal in ku sar in. Di kirîna balafirên şer ên F16 û F35 de bi Amerikayê re pirsgirêk hene. Ji ber vê yekê Tirkiyê li alternatîfan digere. Tirkiyê dixwaze 40 balafirên şer (Eurofighter) bikire û hewceyê soza Almanya ye. Almanya hên jî Okay nedaye, erê nekiriye û wer xûya dike ku ev mijar di demên pêş jî di rojevê de bi. Ger Tirkiyê endamtiya Swêdê li Natoyê qebûlbike, îhtimal e ku ev mijar jî li gor dilê Erdogan çareser bibe û Almanya vetoya xwe li ser firotina balafirên şer rake.
Xalên din jî hebûn, wek destpêkirina muzakereyên bi Yekitiya Ewropa re, sistkirina vîzeyê, nûkirina peymana gumrikê û her wekî din…
Erdogan hat û wegeriya, lê destvala neçû. Di nav mehên pêş me de Almanya û Yekitiya Ewropa wê dîsa bi mîlyar Euroyan Erdogan xelatbikin. Lê Erdogan wê wek berê sinorên xwe vekirî bihêle û penaberan ber bi Almanya û Ewropayê bişîne, ixraç bike. Ev hemû mijar û mînak jî didin xûyakirin ku ne Almanya ne jî Yekitiya Ewropa Erdogan naskirine!