Pêwendî û têkiliyên her du dewletên Almanya û Tirkiyê gelek kûr in. Em dikarin van pêwendiyan bi gelemperî di bin sê xalan de kom bikin: Leşkerî, siyasî û aborî.
Leşkerî
Her çend dem bi dem di têkiliyan de pirsgirêk derkevin jî, pêwendiyên her du dewletan pir kûr in û ji du sedsalan zêdetir in.
Ger em ji Mareşal Moltke dest pê bikin, dîroka têkiliyên her du dewletan digêhêje 200 salan. Dikare bê gotin ku Kurdek tune ye ku navê Helmut von Moltke nebihîstibe û haya wî ji nameyên wî yên li ser Tirkiyeyê tune be, ji ber ku destên wî bi xwîna Kurdan sor bûne.
Di şerê yekemîn ya cihanê de her du dewlet bi hevra û hevpeyman bûn.
Di sala 1915an de Almanya bi milyonek mevzer û bi dehan milyon cebilxane û gûlle piştgirî da qetlîama Ermeniyan.
Di sala 1937an de Almanya 30 balafirên şer da Kemalistan û Sabiha Gokçen wek pîlota balafirên şer perwerde kir. Û bi 20 ton gaza jehrî beşdarî qetlîama Dersimê bû. Di vê jenosidê de dora 70-80 hezar Kurd hatin kûştin.
Û Kîmyabarana Helebce ku di roja 16.03.1988 de pêk hat û di encamê de ji zêdeyî 5.000 Kurd hatin kuştin û deh hezarên din jî birîndar bûn. Gazên kîmyewî ku hatin bi karanîn Made in Germany bûn. Navê Almanya carek din û dubare, bû “Händler des Todes” (Bezirganên Mirinê/Kuştinê).
Her du dewlet endamê NATO ne.
Almanya di navbera 1970 û 1990’î de bi buhayê 15 milyar mark çek firot Tirkiyê an jî wek diyarî dan wê. Piştî hilweşîna Sîstema Sosyalîst di despêka salên 1990î de gelek çek wek diyarî pêşkeşî Tirkiyê hatin kirin. Bermahiyên DDRê (Almanyayê Rojhilat), çekên sivik û giran, di nav de 250.000 kalaşnîkov, bi dehan panzerên BTR 60, bi hezaran roketavêj, bi sedhezaran roket û bi milyonan gûlle teslimê Tirkiyê hatin kirin, hem jî bê pere.
Ev çek li hemberî gelê Kurd, li dijî gundiyên Kurd û gerillayên PKK hatin bikaranîn. Dema ku hevalek min, bi heyetekî ve wek çavdêr çûbû Kurdistanê, suretên, resmên BTR 60an ku li hemberî gundiyên Kurd hatibûn bikaranîn, kişand û me li Almanyê belav kir, Wezîrê Parastinê Stoltenberg neçar ma ku îstifa bike.
Û dinya û alem pêdizane ku panzerên, tankên Leopard di dagirkirina Afrînê de rolek mezin lêyîstin û hên jî li Afrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ne.
Xeynî van kiryarên kirêj di navbera Almanya û Tirkiyê de di warê îstîxbaratê û perwerdahiya polîsan de hevkarî û bernameyên hevpar bê navber dajon.
Almanya bûye cih û warê 6000 ajanên MÎT’ê. Girêdayî Diyanetê 1000 mizgeft hene. Her komele, her mizgeft, her saziyên ku nezikî AKP û dewleta Tirk in, ji dil de xizmeta dewleta xwe dikin, ango wek konsulxane û sixûrên dewletê tevdigerin.
Siyasî
Têkiliyên siyasî jî piralî û kûr in. Cihê jeostratejîk a Tirkiyê rolek mezin û sereke dilîze. Nirxê cografya û erda Tirkiyê gelek bûha û bi qîmet e. Welatên derdor bêîstîkrar û bi pevçûnan re mijûl in: Sûriye, Iraq, Îran, Azerbeycan, Ermenistan, Lûbnan, Lîbya. Pirsgirêkên bi Yewnanîstan hên jî hal nebûne. Qibris ev 50 sal in ku dagirkirî ye. Şerê Ukrayna, niha jî şerê Îsraîl û Hamasê di rojevê de ne. Dirêjkirina lîsteyê pêkan e, lê ne hewce ye.
Me got her du dewlet endamê Nato ne û her ûsa endamê konseya Ewropayê ne. Tirkiye bi pêşniyara Almanyê ji Kanûna 1999an û vir ve namzetê Yekîtiya Ewropayê ye. Ligel ku Tirkiye Krîterên Kopenhagê veguherand krîterên Enqereyê, ji sala 2005an û vir ve muzakereyên endamtiyê tên kirin, her çend dem bi dem dikevin cemedanek sar jî.
Tirkiye ji salên 1950î û vir ve ji ber nirxê erd û cihê xwe yê jeostratejîk her tim di rewşeke bi îmtiyaz de ye. Xaçerêyên Bakûr û Başûr, Rojhilat û Rojava li wê derbaz dibin. Heya destpêka salên 1990î li ber deriyê Sowyetê nobedar bû. Û her wiha deriyê alema Îslamê jî li wê ye.
Ji ber sedeman han pêwendiyên Ewropayê bi Tirkiyê re tim taybet bûn û Tirkiyê jî ev wek derfet û firsend bi karanî. Ûsa jî Tirkiyê zext kir ku, siyaseta Kemalîstan li hemberî Kurdan ji aliyê endamên Nato ve wek berdêl bê qebûlkirin. Bi gotinek din hinek endamên Nato soz dan ku çawên xwe li ser kuştina Kurdan, walakirina gund û bajaran, nefîkirina gelê Kurd bigirin, nebînin û neynîn rojevê, serda jî li Ewropayê Kurd herdem di bin kontrolê de bin.
Bona vê jî Kurd li Almanyê wek girse û grûbek cuda ya koçber nehatin naskirin û Kurd li ser hesabê Tirkan hatin hesibandin. Kurd hên jî di hînbûna zimanê xwe li dibistanan de bi dezavantaj in. Heya sala 2000an Almanya bona ku navên Kurdî bên qebûlkirin, heweceyê erêkirina Konsolosxaneyên Tirkiyê bû. (Me wek Dialog-Kreis kampanyeyek destpêkir. Min navên Kurdî komkir û me serî li wezaretên derwa û ya hûndir da. Piştgiriya Unesco jî me stand. Paşê jî xeynî Bavyera 15 Eyalet soz dan ku navên Kurdî di daireyên nifûsê de qebûlbikin. Û wilo jî ev qedexe pûç bû û ji rojevê derket.)
Di sala 1993an de PKK hat qedexekirin û gelek komel û sazî hatin girtin û ev qedexe hên jî berdewam e: Kurd tên girtin, komele tên qedexe kirin, dest davêjin ser sazî û dezgehên wek rojname, televizyon û weşanxaneyan jî.
Li hemberî serokê PKK Ocalan bîryara girtina wî ji aliyê Dadgeha Federal di rojevê de bû. Dema Ocalan di payîza 1998an hat Ewropa, Almanya bîryara girtina Ocalan danî aliyekî û ûsa jî Ocalan teslimî Tirkiyê hat kirin. Vê demê hikûmeta Almanya ji Partiya Sosyal Demokrat a Almanyê (SPD) û Partiya Keskan pêkdihat. Di Mijdara 1998an em du kes çûn navenda SPD. Me re hat gotin ku, Norveç û Swîsre amade ne Ocalan qebûl bikin, lê pêwîste Almanya piştgiriya wan bike û garantiyek bide. A.N. ku endama Diwana Serokatiyê bû, got, Serwokwezîrê Almanya, Schroder, naxwaze vê garantiyê bide û têkiliyên Almanya û Tirkiyê xirab bin. Ger Almanya garantî bida Norveç û Swisra, an jî Ocalan li gor bîryara Dadgeha Federalî bigirta, Ocalan li Ewropayê dima û pirsgirêka Kurd jî di rê û olaxek din de dimeşiya, lê nebû. Almanya carek din gîhişt cara Tirkiyê û Kurd jî bûn qûrbana pêwendiyên her du dewletan.
Helwesta Almanya li hemberî parçeyên din ên Kurdistanê jî di hêlanê de ye, li gor konjûkturê tê û diçe. Wek tê zanîn her sal Civîna Bilind a Ewlekariyê li bajarê Munchenê tê pêkanîn. Di konferansa Sibata 2017an de Serokê Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di nav axaftvanan de cih digirt. Di demekê de ku ne dem ne jî rojev guncaw bû, wezîrê derve yê wê demê û serokê niha ya Almanya, Steinmeier, bi coşeke mezin tweetek belav kir û ji Enqerê re ragihand ku Almanya li dijî serxwebûna Kurdistanê ye. Li ser vê yekê kek Mesud bertek nîşan da û ev geşta ku berê hatibû plankirin, betal kir û nehat Almanyê.
Dîsa di bihara 2017an de rojnamevan û çalakvanê aşitiyê Andreas Zumach di bernameyeke televizyonê de diyar kir ku Steinmeier li ser daxwaza Tirkiyê rê li ber beşdarbûna Kurdên Rojava di hevdîtinên Cenevreyê de girtiye û nexwestiye ku Kurdên Rojava beşdarî civînên navnetewî bibin.
Niha, di meha Mijdara 2023an de 62 hemwelatiyên Almanya li Tirkiyê di zindanan de ne. 65 hemwelatiyên Almanya nikarin ji Tirkiye bên Almanya, Tirkiyê rê li ber wan girtî ye. Ger ew 127 însan Almanên porzer bûna, ev krîzek dîplomatîk bi xwe re dianî, lê ber ku piraniya wan Kurd in, Almanya jî rehet e, ne krîzek derdikeve ne jî xwedîtiya wan dike.
Kî dengê xwe derdixe, kî behsa mafên bingehîn dike, kî bo maf û azadiyên gelê Kurd têdikoşe, Tirkiyê du roj şûnda bûltenek dişîne Interpolê û wan bi alikariya terorê tawanbar dike.
Ev çend mînak jî diyardikin ku siyaseta Kemalistan li beramberî Kurdan, bi daxwaza Tirkiyê kêm an zêde li Almanya jî bi awayekî tê meşandin.
Aborî
Pêwendiyên her du dewletan di aliyê aborî de jî kûr in. Ne heweceye ku em biçin kûrahiya dîrokê. Di sala 2022’an de Tirkiyê bi nirxê 24,5 mîlyar Euro tişt û kelûpel firotine Almanyê. Li hemberî vê jî Almanya dora 27 mîlyar Euro tişt û alav firotine Tirkiyê. Bi gotinek din hecma bazirganiya nav her du dewletan de salane zêdeyî 50 mîlyar Euro digire.
Şirketên Alman ku şax, tesîsên hilberînê û kargehên wan li Stenbolê tune bin, kêm in. Divê em teşwîqên aborî yên dewleta Alman ji bo van karsazan ku li Tirkiyeyê dixebitin jî jibîrnekin.
Tirkiyê her sal ji fonên Yekîtiya Ewropayê û Wezareta Geşepêdanê ya Almanyê li dora mîlyarek Euro alîkarî werdigire.
Li aliyê din li Almanyayê 100 hezar kargehên mezin û biçûk yên Kurd û Tirkan hene. Li gorî hejmarên fermî herî kêm nîv milyon kes li van kargehan de dixebitin. Cîroya wan a salane bi awayekî fermî 60 milyar Euro ye. Dema em kar û barên nefermî jî li van reqeman zêde bikin, bi qasî 100 milyar Euro cîro û nêzî milyonek îstixdam, dibînin. Û her çend ji sedî 70 (% 70) ji wan kargehan yên Kurdan jî bin, aliyê resmî de wek kargehên Tirk tên tomarkirin.
Li vî welatî 3-4 Milyon Kurd û Tirk dijîn. Li gorî welatê ku jê tên, hemû wek Tirk tên hesibandin. Nîvê wan hemwelatiyên Almanya ne û piraniya wan jî Kurd in.
Berê li kolanên hinek bajaran meriv bi piranî Almanî û Tirkî dibîhist. Niha ev çend sal in ev rewş hat gûhertin, li gel Almanî êdî Kurdî û Erebî te bihîstin û hejmara Kurdan jî ji hemû perçên Kurdistanê gîhiştiye 1,5 mîlyonî.
Di van du sedsalên berê de şensê me tunebû ku em destwerdana têkiliyên Tirkiye û Almanyayê bikin. Ev 50 sal in ku ev şansê me heye. Milyonek û nîv girseya Kurd ku li Almanyayê dij û potansiyela ku tê de heye niha şansê me ye. Beşek girîng a vê nifûsê ji kesên ku yan li vir ji dayik bûne yan jî zarokatî û ciwaniya xwe li vir derbas kirine pêk tê. Ev potansiyel û hêza mezin a ku ji sê-çar nifşan pêk tê, ku ji nîvê wan zêdetir hemwelatiyên Alman in, û bi deh hezaran akademîsyenên ku li vir xwendine, dewlemendiya me ne. Her wiha ji sedî 70 ji 100 hezar kargehên ku li Almanyayê di destên Kurdan de ne.
Li gel vê sermiyan û dewlemendiyê jî em, ne dikarin xebatên raya giştî ya bi bandor bimeşînin û ne jî bibin xwedî lobiyeke xurt ku hewce ye û tê xwestin.
Dewlet ne xwedî wijdan in, tenê berjewendiyên wan hene. Ji me tê xwestin ku em wan berjewendiyan bi awayekî bêbandor bikin û cih ji wijdanê re vekin. Ji bo vê jî divê xebatên bi plan, bername û bi bandor bên meşandin.
Kurd di salên 1980î û 1990î ji aliyê aborî de xizan û feqir bûn, îmkan û derfet kêmbûn, lê ji aliyê rêxistinî de gelek çalak û xûrt bûn. Lobiyek Kurdan hebû û Kurd kar û xebata raya giştî dikirin. Niha ewqas îmkan û derfet hene, lê Kurd bê xwedî û bê parezer in.
Sed car mixabin!