Bi hezaran salan cih û warên kurd lê dijîn, bê şik welatê kurdan e û ew der jî Kurdistan e.
Lê mixabin, sed sal berê li ser lihevhatina peymana li bajarê Lozanê, bi nûnerên deh dewletan, (Ingilîstan, Fransa, Îtalya, Japonya, Yewnanîstan, Romanya, Bulgaristan, Portekîz, Belçîka û Yoguslavya), Kurdistan kirin çar perçe. Ji wan çar perçeyan her yek perçekî dan ser çar dewletên (Tirkîye, Iran, Surye, Iraq) dagirker.
Piştî peymana Lozanê, li cîhanê û li rojhilata navîn gelek dewletên nû hatin avakirin. Li rojhilata navîn 23ê dewletên Ereban ava bûn. Îro nifûsê wan 23ê dewletan 400 mîlyon e. Ew jî ji yek netew û bi yek zimanî diaxifin. Ji yek miletî 23ê dewlet avakirin. Heta ji wan dewletên Ereban yek jî bi navê Komara Cîbûtî ye û nifûsê wî jî ji mîlyonî kêmtir e.
Li Afrîkayê jî, ji yek netew û yek zimanî dewlet hatin damezrandin. Li Asyayê jî wek Kore ya Bakur û Başûr yek milet du dewlet avabûn.
Li ewropayê wek Kosova û Arnavut ê yek milet du dewlet. An jî wek Çêk û Slovak bi salan şûnda ji hev qetîyan û bê problem cînartîya hev dikin.
Ji peymana Lozanê heta îro, miletê kurd li ser erdê xwe û li ser çar perça bi ziman û çanda xwe jîyana xwe berdewam dike. Jîyana kurda di nav çar dewletên dagirker da bi komkujî, bi zor û zehmetî derbas bû. Di bin bandora dagirkeran da, disa jî ji netew û ziman, ji dîrok û kevneşopîya bav û kalên xwe, li hinek perçeyan kêmbe jî dişopînin û dijîn.
Angorî hinek anketên îsal, nifûsê kurdan li çar perçeyê Kurdistanê û cîhanê gîhîştîye 70ê mîlyonî. li Bakurê Kurdistanê 35 mîlyon, (li Tirkîyê). Li Rojhilatê Kurdistanê, 18 mîlyon, (li Iranê). Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê 10 mîlyon. Li Rojavayê Kurdistanê Li Sûrîyê 3 mîlyon kurd dijîn.
Îro rewşa kurdan li ber çavaye, yekitîya çar perçên Kurdistanê bi dîtina min pir zoru zehmete.
Ji ber ku li ser yek perçekî tenê, kurd bîla bê sebeb nikarin yekitîya sîyasî avabikin. Gelo ewê çewa li ser nirxên neteweyî yekitî û yek rêzîyê li ser çar perçe ya ava bikin.
Loma, ji bo miletê kurd xilasbûna yek perçekî, dibe sedema nêzîkbûna xeyalên Kurdistana mezin
Ji ber wê yekê, kurd jî dikarin bibin xwedî yê çar dewletan. Yanî yek milet û çar dewlet. Piştî azadbûna çar perçeyan, kurd wê demî dikarin ji bo yekitî û yek dewletî li hev bikin.
Realîta sîyaseta cîhanê û rojhilata navîn li ber çavan e. Di nav Neteweyên Yekbûyî da û di nav dezgehên navneteweyî da temsîl kirina 70ê mîlyon kurdan tune ye. Loma kîjan perçe nêzîkî azadbûnê be û xwedî statûyê be, wê demê gerek kurdên her çar perçeyî, bi dil û can piştgirîya wan bikin. Wê demê ewê di nav dezgehên navteweyî da cîh bigrin û gav bi gav ji bin esareta dewletên dagirker xilas bin.
Başûrê Kurdistanê resmî federal dewlet e. Mixabin wek du îdare tê birevebirin. Rojavayê Kurdistanê îro bi îdarekî defakto û nîv xweserî ye. Li Bakurê Kurdistanê qet bi avakî statûkî kurdan tuneye. Li Rojhilatê Kurdistanê ew jî wek bakur bêstatû bê çare ye.
Li çar perçê Kurdistanê, partî û sîyasetmedarên kurdan rojane behsa yekitî û kongreya netewî dikin.
Bi salane, wek tê xûyakirin di gotin û daxûyanî yê xwe da nedurust in. Ji ber ku, hê li ser pirsgirêkên herî piçûk nikarin lihev bikin û bi hevra tevbigerin. Ji alîyek din jî piranîya partîyên kurdan daxwazin wan îdeolojîkin. Ew ne bi hîmê neteweyî hatine damezrandin. Nikarin bi irade û bi daxwazên miletê kurd bibin sereke. Ji ber ku di bin bandora partîyên dagirkeran da ne.
01.10.2023