Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan rapora xwe ya têkildarî encamên êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdsitanê belav kir.
Li gorî raporê, Tirkiyeyê ji 5ê Çiriya Pêşîn heta roja îro 150 deverên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirîye.
Herwiha ji ber êrişan 18 wêstgehên avê ji kar ketine û careke din ava wêstgeha Elokê li ser Hesekê hatiye qutkirin.
HRW destnîşan dike, ku tevî rewşa aborî ya xirab, welatî neçar dibin avê bikirin.
Di beşeke din a rapora HRWyê da behsa encamên xirab ên qutkirina avê yên li ser Hesekê tê kirin.
Li gorî raporê welatî ava gemar vedixwin û ew jî dibe sedem ku nexweşiya hinavêşê belav bibe.
Di êrîşa Tirkiyeyê ya 5ê mehê da, bi dron û balafiran li Rojavayê Kurdistanê kirıbû, wêstgehên av û elektirîkê têkçûye, 2 milyon welatî mexdûr bûne. Di heman demê de, ziyanên mezin gihişt nexweşxaneyan û tendirsutiya welatiyan.