Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu di êrişên Hemasê da daxuyanî da û got, „Bersiva Îsraîlê ya ji bo Hamasê wê Rojhilata Navîn biguherîne.“
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu bi rêvebirên herêmî yên wargehên li derdora Xezeyê ra civîya ye.
Netanyahu di civînê da wiha gotîye; „Me dest bi perasyoneke nû kir û ev hê destpêk e. Di encamê da Hamas dê bibîne, ku felaket tişteke çawa ye. Ez dixwazim hûn xwedî biryar bin, da ku em Rojhilata Navîn biguherînin.“
Radyoya artêşa Îsraîlê jî di weşana xwe piştrast kir, ku her çendî zerar li girtiyên Îsraîlî bê kirin jî dê êrîşên li ser Xezeyê bidomin.“