Artêşa Tirkiyeyê şeva borî akademiyeke hêzên asayişa Rêveberiya Xweser bombebaran kir.
Di encama êrişê da 29 edamên asayîşê canê xwe ji dest dane û 28 endamên asayîşê jî birîndar bûne.
Fermanderê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, li ser êrişên Tirkiyeyê daxûyanîyek da û di daxûyanîyê da wiha tê gotin; “Ev sûcekî hovane û binpêkirina eşkere ya mafên mirovan e ku nikare were piştguhkirin.
Hêzên Ewlehiya Navxwe saziyeke sivîl e, Koalîsyona Navdewletî piştgiriyê didiyê da ku aramî û ewlehiya herêmê zêde bike.”
Ebdî da zanîn, ku ew dê ji bo bersivdayînê dudilî nebin:
“Em dê li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li hemberî xak û gelê xwe dudilî nebin. Rûbirûbûna bi wan re mafê me yê rewa ye.”
Em bangî gelê xwe dikin ku piştgiriyê bide malbatên şehîdan û beşdarî merasîma bixaksipartina wan bibe.
Em di vê dema dijwar de ji malbatên xwe ra sersaxiyê dixwazin.”