Li Zanîngeha Harvardê kursên zimanê Kurdî dest pê dike.
Li ser daxwaza xwendekarên Kurd, kurdên ku vê payîzê desto pê dike, di dîroka Harwardê da cara yekemin pêk tê.
Kurs ne tenê li ser ziman, her wiha li ser mijarên girêdayî çand, dîrok û siyaseta kurdan jî tê dayîn.
Ji bo xwendekarên doktorayê yên beşa Ziman û Çandên Rojhilat kursa zaravayê Soranî jî hatiye vekirin.
Rêveberiya Harvardê, ji bo kursa zimanê Kurdî, Civaknas-antropologê ji Rojhilatê Kurdistanê û Profesorê Zanîngeha Bentley Dr. Ehmed Mihemedpûr vexwendîye.
Civaknas Prof. Dr. Ehmed Mihemedpûr di derbarê biryara Haewardê da wiha dibêje;
“Em çawa dikarin behsa Rojhilata Navîn bikin lê behsa Kurdî nekin an jî dersên Kurdî nedin?
Ev gaveke dîrokî ye. Zanîngeha Harvardê cara yekemîne ku biryar daye, dersên zimanê Kurdî bên dayîn. Bi vê biryarê ra bi milyonan Kurd kêfxweş bûn.”
Seroka Yekîtiya Xwendekarên Îranî yên li Beşa Dibistana Zanist û Hunerî ya Zanîngeha Harvardê Canan Iranbomy beşdarî kursa Zimanê kurdî bûye.
Canan Iranbomy diyar dike ku ew „kêfxweş e“ ku zanîngehê Kursa kurdî pêşkêşî wan dike.
Canan Iranbomy jî di derbarê destpêkirina kursên kurdî da wiha got; “Di dersa me ya niha da, em fêr bûn ku ev ne tenê fêrbûna zimanan e. Ew ji kursên zimanên din ên ku ez beşdar bûme gelekî cûda ye, ji ber ku ew di heman demê de têkiliyek çandî çê dike.”